المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Meşa ‘Azadî ji Rêber Apo re’ li Kolnê destpê kir

0 6

Ciwanên Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst ên ji welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma ‘Israra li ser mirovbûnê israra li ser sosyalîzmê ye, Azadî ji Ocalan re’ li bajarê Koln ê Elmanyayê dest bi meşê kirin.

Çalakiya ku nêzî 150 enternasyonalîst tevlî bûn, ciwanên Kurd jî eleqeyeke mezin nîşan dan.

https://cdn.iframe.ly/Y0qqO9X1

Ciwan roja Sêşemê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê li hev kom bûn û piştî ku formên serlêdanê tijî kirin, derbasî Koln Eurosall’ê bûn û daxuyaniyeke hevpar dan.

Piştî daxuyaniyê hunermendê TEV-ÇAND’ê Rêber Serhat derkete ser dikê û çalakî bi stran û dirûşman dewam kir.

Sibeha Çarşemê jî ciwan li qada Wiener Mulheimê li hev kom bûn û bi daxuyaniyek ji bo azadiya Rêber Apo dest bi meşê kirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya peyamên Rêber Apo yên dema dawî yên li ser aştî, azadî û civakîbûna demokratîk hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Mînaka herî şênber a vê yekê pêvajoya dawî ye ku bi înîsiyatîf, wêrekî û biryardariya Rêber Apo destpê kiriye û pêvajoyeke nûbûnê ya paradîgmayî ye. Ev pêvajo tê wateya dûrketina ji zincîrên reel sosyalîzmê; tê wateya pênasekirineke nû ya demokrasî, azadî û aştiyê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Em li vê derê ne ji bo bi hev re bimeşin, şoreşê ava bikin û xwedî enternasyonalîzmeke şênber derkevin. Bi gotinên Rêber Apo: ‘Meşa ji bo azadî û demokrasiyê’.”

Meş wê sê rojan ji Kolnê heta Dusseldorf û Dortmundê dewam bike. Beşdar wê her roj çalakiyên çandî û civînan lidar bixin. Piştre jî bi pênc zimanan wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Roja dawî Jî wê li Dortmundê beşdarî Festîvala Çanda Kurd bibin û bi hev re li peyama bi dîmen a Rêber Apo ya 27 salan temaşe bikin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin