Karasû: Em ê armanc û hesreta Emîne Erciyes pêk bînin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û diyar kir ku wê di çarçoveya Tirkiyeya Demokratîk û Komara Demokratîk de armanca wê ya azadiyê pêk bînin.

MÛSTAFA KARASÛ
Karasû anî ziman ku Emîne Erciyes rizgariya Tirkiyeyê di azadiya gelê Kurd de didît û got, “Di tevlîbûna wê de aliyekî xwe yê enternasyonal hebû, lê bi aliyekî din jî xwedî armanca afirandina komareke demokratîk, Tirkiyeyeke demokratîk a bi gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê bû. Bi vê taybetmendiyê gelekî zû pê re bû yek. Ne weke enternasyonalîstek an jî biyaniyekê bû. Yekser bi hevalan re bû yek, bû parçeyek ji tevgerê, rêxistinê û partiyê.”
https://cdn.iframe.ly/UF0Jjh4k
Nirxandina Karasû bi vî rengî ye:
“Hevrê Emîne bi hesret, bi minet û hurmet bi bîr tînim. Hevrêyeke me ya gelekî hêja bû, hevaleke me ya Tirk bû. Ji deşta Anatoliyê hatibû, bi karakterê saf û pak ên mirovên deşta Anatoliyê tevlî nava refên têkoşînê bûbû. Weke sosyalîstekê, weke şoreşgerekê tevlî nava refan bûbû, bi hest û fikrekî bi vî rengî beşdarî nava refan bûbû. Bêguman dema ku tevlî bû, analîzên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê bandor li hevala Emîne kiribû. Hevala Emîne weke sosyalîstekê tevlî bû û bi baweriya ku azadî û rizgariya Tirkiyeyê, demokrasiya Tirkiyeyê ji azadiya gelê Kurd derbas dibe tevlî bûbû. Çawa ku Kemal Pîr rizgariya Tirkiyeyê, rizgariya gelên Tirkiyeyê di nava azadiya Kurdistanê de dîtibû, hevrêya me Emîne jî hevaleke bi vî rengî bû.
Bi rastî jî gelekî hêja bû, gelekî bi coş û kelecan bû. Mirovan ji axaftina wê yekser bi kelecan û coşa wê dihesiya. Weke ku kenê wê timî li ser rûyê wê bû, ewqasî bi enerjiyeke erênî bû. Biçûya ku derê yekser hînî wê derê dibû, pê re aheng dibû, bi derdorê re dibû yek, enerjiyeke erênî dida derdorê. Bi vî rengî hevaleke gelekî hêja bû. Ji aliyê hemû hevalan dihate hezkirin, ji bo hevalan hemûyan cihê hurmetê bû. Bêguman hevalên jin ji ber ku bi hevala Emîne re bûn dikarin taybetmendiyên wê hîn bi berfirehî rave bikin, lê belê li cih û dema ku bi me re ma hevaleke welê bû ku taybetmendiyên xwe nîşan dida. Yanî ne miroveke welê girtî bû. Gelekî jî dilnizm bû. Bi hin mirovan re carna kompleks dibe, hin taybetmendî çêdibin, sermeselê taybetmendiyên neyînî, lê belê bi hevala Emîne re ti taybetmendiyeke neyînî tine bû. Saf bû, pak bû, xwe bi van taybetmendiyên xwe nîşan dida û xwe dida hezkirin.
Bêguman gelekî ji gelê Kurd hez kiribû. Ji xwe taybetmendiya wê ya gelêrî hebû. Ne miroveke elît bû, zû bi her kesî re dibû yek. Çawa ku hat -ji xwe ji Qada Rêbertî hat- hem ji bo fêhmkirina Rêbertî hem jî ji bo fêhmkirina taybetmendiyên gelê Kurd gelekî hewl da. Yekser dikeve nav. Belê tevlîbûneke wê ya enternasyonal hebû, ya rast ji enternasyonaliyê wêdetir rizgariya Tirkiyeyê di azadiya gelê Kurd de didît. Bêguman aliyekî xwe yê enternasyonal hebû, lê belê li aliyê din jî bi armanca avakirina komareke demokratîk, Tirkiyeyeke demokratîk tevlî bûbû. Lewma zû bi têkoşînê re bû yek. Yanî ne weke yeka biyanî, yan jî enternasyonal bû. Bi temamî bi hevalan re, bi rêxistinê re bû yek, yekser bû parçeyek ji rêxistinê û partiyê. Kurdî jî di demeke kurt de hîn bû. Bi rengê herî baş hîn bû. Ev yek bi tenê jî nîşan dide bê çawa li têkoşînê dinihêrî, têkoşîna gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê çawa dibîne. Di demeke kurt de Kurdî hîn bû ku piştî demekê bi Kurdî perwerde da, bernameyên Kurdî çêkir. Yanî êdî jiyana wê bi Kurdî bû. Vê yekê kir ku gelê Kurd, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hîn bi kûrahî fêhm bike û pê re bibe yek. Bi van taybetmendiyên xwe ji aliyê hevalan hemûyan ve dihate hezkirin. Li gel rûkeniya xwe her wiha henekên bi bandor jî dikir. Hevalên jin qala vê taybetmendiya wê dikirin, ji xwe dema em dihatin gel hev me ev taybetmendiya wê didît, hîs dikir.
Taybetmendiyeke din a hevala Emîne eleqeya wê ya ji bo huner û wêjeyê bû, ku kesayetiya wê radixist pêş çavan. Dixwend, dixwest hîn bibe. Lewma kesayetiya xwe hîn mezin dikir, pîvanên xwe hîn bilind dikir, taybetmendiyên xwe yên civakî xurt dikir. Hevalan hemûyan heval Emîne her tim nêzî xwe didîtin. Xwedî wê taybetmendiyê bû ku hema bibêje xwe nêzî her hevalan dikir. Li dibistanan perwerde jî da. Li dibistanên hêzên leşkerî jî perwerde dida. Perwerde dida ciwanan jî. Hevaleke perwerdekar bû. Di perwerdeyan de gelekî girîng e ku enerjiya erênî bê dayin. Bi hevalên ku perwerdeyê didin, bi hevalên ku tevlî perwerdeyê dibin taybetmendiya herî girîng a ku divê hebe, enerjiya erênî ye. Hevala Emîne jî bi enerjiya xwe ya erênî bandor li hemû hevalên xwe dikir ên ku ew perwerde dikir. Ji bo me ev taybetmendiyên wê girîng bûn.
Bi taybetî em dixwazin armanca wê ya Tirkiyeya demokratîk, komara demokratîk, pêşvebirina têkoşîna demokratîk pêk bînin. Banga Rêbertî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî bi esasî vegotina herî bi bandor a hesreta hevala Emîne ye. Ji xwe di nava têkoşîna me de Kemal, Hakî hevalên Tirk xwedî cihekî gelekî girîng e. Di pêşvebirina têkoşîna me de sekn û têkoşîna van hevalan gelekî bi bandor bû. Lewma tevgera me ji destpêkê ve weke tevgereke sosyalîst bi rengekî wekhev û azad nêzî hemû gelan bû. Di heman demê de ji ber ku tevkariya hevalên Tirk, hevalên weke Emîne gelekî zêde ye -bi sedan hevalên bi vî rengî hene, ji ber ku wan ruhê xwişk û biratiya gelan dan têkoşînê- têkoşîna bi gelê Tirkiyeyê re avakirina Tirkiyeya demokratîk, komara demokratîk îro bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re, bi têkoşîn û hewldana wî re ber bi pratîkbûnê ve diçe. Ji bo ev bikeve pratîkê Rêberê me gelekî hewl dide, em gelekî hewl didin. Bi vî rengî em hewl didin xwedî li hesret û armancên hevala Emîne derkevin.
Hevala Emîne bêguman tevkariyên gelekî girîng li têkoşîna azadiyê ya jinê jî kir. Xet, têkoşîna azadiyê ya jinê ji kûrahiyê ve fêhm kir û ew li nava hevalên xwe jî belav kir. Lewma ji bo xeta azadiyê ya jinê jî hevaleke pêşeng bû. Di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de jî xwedî roleke gelekî girîng bû. Ev ê jî neyê jibîrkirin, di nava têkoşîna me de wê her tim bê bîranîn.
Li ser vê bingehê hevala Emîne careke din bi hurmet û minet bi bîr tînim, soza pêkanîna hesret û armancên wê dubare dikim.”