Gerîlaya HPJ’ê Bermal Dilgeş Amed: Rêber Apo bûye rêberekî gerdûnî
Gerîlaya HPJ’ê Bermal Dilgeş Amed hestên xwe yên di dema dîtina dîmenê Rêber Apo de anîn ziman û got, “Ji bo me ew kêlî kêliyên dîrokî bûn. Ji ber hem hemû civak û hem jî hemû gerîla benda wê kêliyên bûn ku Rêber Apo bibînin.”

Gerîlaya HPJ’ê Bermal Dilgeş Amed derbarê bandora fikrên Rêber Apo ya ji bo tevlîbûna wê û rola Rêber Apo ya di aştiyê de, ji ANF’ê re nirxandin kir.
https://cdn.iframe.ly/vDePPgoC
Gerîlaya HPJ’ê Bermal Dilgeş Amed ev tişt gotin:
“Weke jinên Kurd em ji rastiya xwe dûr ketibûn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê çawa gav bavêjin, me nedizanî. Em weke ciwan ne di wê zanebûnê de bûn ku li hember her zexta li ser me dihat meşandin bibin bersiv. Polîtîkayên ku li ser gelê Kurd dihatin meşandin, me didît ku polîtîkayên perçiqandinê ne, lê em ne di ferqa wateya wê de bûn. Bi taybet weke jin û ciwanên Kurd em rû bi rûyê rizandinê bûn. Piştî ku me fikrên gerdûnî yên Rêber Apo nas kir û ez tevlî bûm, min ev polîtîka hîn baştir fêm kirin.
RÊBER APO HER TIM DI AŞÎTIYÊ DE AKTOREKÎ SEREKE YE
Pêvajoya ku sala 2013’an ji aliyê Rêbertî ve hatibû destpêkirin, wê biba pêvajoya aşîtiyê, lê ji ber şerên ku bi salan hatine meşandin, êdî pêvajo xetimî. Rêbertî wê demê di Newroza Amedê ya Mezin de wê ev bangawaziya xwe kiriba. Dema ku bangawaziya Rêber Apo hate guhdarkirin, di me de hestekî pir cuda û kelecanekî mezin çêbû. Ji me re destpêkê weke xeyalekê hat, me her kesî digot, em ê Serokê xwe bibînin. Rola Rêber Apo di nava giştî pêvajoyê de, pir baş tê nasîn. Rêber Apo weke kesekî ku her tim aşîtiyê dixwaze, di dîrokê de cih girtiye. Rêber Apo ji bo aşîtiya civakî her tim bûye aktorekî sereke.
BINGEHÊ SERHILDANA ROJHILAT JI FIKRÊN RÊBER APO BÛ
Gavên serhildanê yên ku li Rojhilatê Kurdistanê hatin avêtin jî, bingeha xwe ji fikirên Rêber Apo digirt. Ji bo vê jî ne tenê jinên Kurd, jinên tevahî netewên din jî di nava vê serhildanê de cihê xwe girtin. Jinan ji ciwanan re pêşengtiyeke xurt kirin. Di hemû cîhanê de bandora vê fikirê xwe nîşan dar. Dîsa careke din em îkna bûn ku fikrên Rêber Apo, ji nava çar dîwaran dikare çawa bandoriya xwe bike. Berhemên keda Rêber Apo, me hem li Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dît. Li her çar beşên cîhanê ev fikir belav bû. Heta Japonya jî çûye. Li wê derê jî JIN JIYAN AZADÎ tê gotin. Ji bo me Kurdan ev dibe cihê serfiraziyê ku em xwediyê Rêbertiyeke wisa ne ku hemû cîhanê di nava xwe de hembêz dike.
RÊBER APO RÊBEREKÎ GERDÛNÎ YE
Weke gelê Kurd me tenê digot Rêber Apo, pêşengê me ye. Lê belê êdî di asta hemû cîhanê de, gelan gotin, em jî ji xwe re weke pêşeng û Rêber dibînin. Jinên Tirk, Ereb, Afgan, Ewropî û gelek jinên netewên din jî ev gotin kirin. Bi awayekî xwezayî êdî Rêberê me gerdûnî bûye.
HEYECANA DÎTINA DÎMENÊ RÊBER APO
Dema ku gotin wê dîmenê Rêbertî bê belavkirin, heman Newroza 2013’an hate bîra min û heman heyecan hate jiyankirin. Me hemûyan ji hev re got, wê piştî salên dirêj Rêbertiya me bi xwe li pêşiya me be û xîtabê xwe bike. Ji bo vê em nikarin zêde îfadeya wan hestên xwe yên wê kêliyê jî bikin, ji ber dîtina Rêberê xwe, utopya jî derbas dike.
ÊDÎ NASNAMEYA AZAD NÊZ BÛYE
Destpêkê dema min dîmenê Rêbertî dît, bala min hemû çû ser Rêbertî. Ji bo vê jî dema dîmenê Rêber Apo destpêkê dan, min fêm nekir bê ka Rêber Apo çi dibêje, ji ber hîna jî min tenê li rûyê Rêber Apo mêze dikir. Piştî çend caran ser hevdû dîmen dan, wê demê nû nû min fêm kir. Di wê kêliyê de, me nedizanî, em bikenin an jî bigirîn. Tenê hestekî wisa hate me êdî Rêberê me wê azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Raste Rêbertî dibêje, ‘Ez weke şexs azadiya xwe nafikirim’, lê belê di wê kêliyê de, min ji xwe re got, êdî azadiya gel û welat nêz e. Êdî ziman û nasnameyekî azad nêz e.
HESTÊN WÊ KÊLIYÊ
Ji bo me ew kêlî kêliyên dîrokî bûn. Ji ber hem hemû civak û hem jî hemû gerîla benda wê kêliyên bûn ku Rêber Apo bibînin. Di nava dewletê de jî kesên ku dixwazin, dawî li vê şerî bînin, ew jî li benda vê rojê bûn. Hestekî germ me jiyan kir. Piştî salên dirêj dîmenê Rêberê xwe dîtin, em qet nikarin bi ti pêvajoyên din re muqayese bikin. Ne lênûs, ne pênûs û ne jî fikir têrê dike, ku bikaribe îfadeya wê rojê bike.
AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO JI BO ME ESAS E
Lê belê ji bo me hîna jî ya girîng ew e ku, em Rêberê xwe di nava xwe de zindî zindî bibînin. Ji bo me hestekî pir mezin e. Ji bo vê tenê dîtina dîmenê Rêber Apo me tetmîn nake. Bi salên dirêj, pir hewldan hatin kirin ku me û Rêberê me ji hev qut bikin, lê belê tu carî nikarîbûn vê bi ser bixin. Di xeyalên xwe de me pir caran Rêberê xwe dîtiye, lê em êdî dixwazin vê zindî jiyan bikin û Rêberê xwe li pêşberî xwe bibînin.”