المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Andersson: Fikrên Ocalan û tecrûbeya Rojava ji bo mirovahiyê mînakeke girîng e

0 14

Teorîsyenê Fransî Nils Andersson got, “Fikrên Ocalan û tecrûbeya Rojava ji bo paşeroja mirovahiyê mînakeke girîng e.”

NILS ANDERSSON

Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li hev civand û fesixkirina partiyê jî di nav de biryarên dîrokî wergirt. Hem ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo hem jî ji bo biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê ji qada navneteweyî piştgirî dewam dikin.

Ji ramangerên naskirî, teorîsyen, edîtor û nivîskarê Fransayê Nils Andersson li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de got, “Beriya her tiştî dixwazim bibêjim ku Abdullah Ocalan ji zindan, girtîgeh û têkşoîna Antonio Gramsci, Nelson Mandela, Adem Demaci, Georges Abdallah, Marwan Barghouti û Leonard Peltier cûda nîne. Wan ti carî serî netewandin; ji bo azadiya polîtîk û civakî ya gelên xwe têkoşiyan û têdikoşin. Bi dîtina min ev yek girîng e.

Her wiha em zanin ku di asta heyî de Serok Ocalan azadiya xwe weke şertê pêşî danîne holê û qebûl dike ku têkoşîna xwe li zindanê dewam bike. Min xwest di destpêkê de vê yekê destnîşan bikim.”

Têkildarî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de ku Rêber Apo pêşengiyê jê re dike, Nils Andersson nirxandineke bi vî rengî kir: “Divê mirov qonaxên cuda bi bîr bixin. Ya destpêkê, weke ku tê zanîn serdema têkoşîna çekdarî bû ku di salên 70-80’î de hate ragihandin. Lê belê dema ‘cîhana sêyemîn’, ji ber ku qada ji bahozên cîhana sêyemîn bû, dema ku gelek welat ji mêtingeriyê rizgar bûn; ji ber dejenerebûn, zext û mêtingeriya nû ji aliyê emperyalîzmê ve weke hêzeke şoreşgerî ji holê hate rakirin.

Ev yek jî ji bo têkoşînên çekdarî tê wateya rewşeke xitimandî. Di rewşeke bi vî rengî de Abdullah Ocalan biryar da ku ji bo wergirtina mafên gelê Kurd rêyeke cuda hilbijêre. Ev rê di wê demê de daxwaza xweseriyê ya li nava dewleta Tirkiyeyê bû. Lê belê ev daxwaz li helwesta hişk a destnedana sînoran rast hat. Sînorên navxweyî, sînorên derve… Destdana li van sînoran dogmayek e, ji ber ku îro li mermerê hiqûqa navneteweyî hatiye neqişandin.

Bêguman li ber destên me mînakên şênber hene. Mînak Fransayê di dema serxwebûna Cezayîrê de nekarî Sahrayê ji Cezayîrê qut bike. Bi heman rengî li Spanyayê nepêkan bû ku Katalonya ji nava dewleta Spanyayê serbixwe bibe. Pîvana destnedana li sînoran îro bingeheke ku hemû dewlet wê diparêzin; ji ber ku desthilatdariya xwe, sînorên xwe diparêzin.

Û bi vî rengî serwerî û bandora xwe ewle dikin. Asta heyî ya ku Abdullah Ocalan di rewşeke bi vî rengî de hilbijart, asta sêyemîn e. Lêgerîna ji bo naskirina hebûna çandî, dayina xweseriyê ji saziyên siyasî yên Kurd re û lêgerîna li çareseriyeke siyasî-hiqûqî. Ev biryar xwe dispêre aqil; biryareke ku li gorî derfetên têkoşînê ya gelan û rewşa heyî ya navneteweyî ye. Ji ber vê yekê ev armanc divê weke armanceke adîl, maqûl û rewa bê dîtin û fêhmkirin.”

‘PÊŞNIYARA NÛ YA ABDULLAH OCALAN AQILANE YE’

Nils Andersson destnîşan kir ku di rewşa heyî ya navneteweyî de, li cîhaneke ku gelekî hejiya ye, serûbin bûye ew di asteke bi lez a dîrokê de ne, her tişt ser û bin dibin û got, “Ev yek windabûna cîhana sedsala 20’î ye; mesele ev e. Bi dîtina min li gorî, dem, kêlî û hevsengiya hêzê ya li cîhanê divê şêwe û amûrên têkoşînê li gorî şert û mercan bin. Weke ku tê zanîn, têkoşîna rizgariyê ya çekdarî di dema cîhana sêyemîn de, yanî ‘li qadên ji bahozê’, êdî gihîşt sînorê.

Ev yek heta bi hetayê bi dawî nebûye, lê belê gihîştiye sînorê. Lewma divê nêzîkatiyek li gorî vê yekê bê nîşandan. Û li cîhaneke ku qala şer, gengaziya şer tê kirin, her wiha gefa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye, bi dîtina min divê hewldan ji bo aştiyê bêne kirin û lêgerîn li çareseriyên siyasî-dîplomatîk werin kirin.

Di vir de, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e; di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye. Ev mesele divê li hemberî meylên şer û êrîşkariya heyî ya li cîhanê, her wiha li dijî hovîtiya tundrewiyê divê bê parastin. Meseleya Fîlîstînê bi şênberî nîşan dide ku sînorekî zextê nîne û Îsraîl qirkirineke rasteqîn dike.

Di demeke bi vî rengî ya ji tundiya zêde de ku hevsengiya gelan, emperyalîzm û desthilatdariyê bi vî rengî ye, weke ku Ocalan kir; parastina dozekê -yanî li Tirkiyeyê daxwaza mafên nasnameya çandî- bi esasî daxwaza xweseriyek li nava Tirkiyeyê nîne, daxwaza naskirina nasnameya çandî ye. Daxwaza mafê hebûnê yê saziyên Kurdan, mafê xwedîbûna saziyên xwe, mafê hebûna van avaniyan li nava civaka Kurd e. Ev yek rêya rasteqîn a aştiyê ye.

Li gorî min, di nava şert û mercên heyî de ev rê rêyeke adîl e, rêyeke kûr a adîl e. Ji ber ku divê mirov li ber şerxwazan rabin, ew gelekî çalak in. Ji bo gelan tişta herî nebaş şer e. Di vê çaçroveyê de pêşniyara nû ya Abdullah Ocalan aqilane ye, adîl e û li gorî rewşa siyasî û dema heyî ye.”

‘AVABÛNA KOMÎSYONEKÊ LI BINÊ SÎWANA PARLAMENTÊ GIRÎNG E’

Teorîsyenê Fransayê bi bîr xist ku ji bo çareseriya meseleyê li Parlamenta Tirkiyeyê komîsyonek hate avakirin û got, “Ev yek gava destpêkê ye û nîşan dide ku wezîfe çiqasî tevlîhev û zehmet e. Lê belê di heman demê de nîşan dide ku ev armanc, armanca aştiyê çiqasî girîng e. Gelekî girîng e ku ev hewldan biçe serî. Ji aliyê meseleya Kurd ve avakirina komîsyoneke bi vî rengî li binê sîwana parlamentê pêşketineke girîng e.

Ji bo serketina vê pêvajoyê, girîng e ku dewletên biyanî, hikumetên biyanî, saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin vê hewldanê û tevkariyê li pêkhatina aştiyê bikin. Rewşa heyî radixe pêş çavan ku pêvajo wê bi gavên biçûk bi pêş ve biçe. Lê belê di nava şert û mercên heyî yên cîhanê û hevsengiya heyî ya hêzê de hewldaneke bi vî rengî rêya herî pêkan e, rêya rasteqîn e û yekane rê ye.

Lewma di asta heyî de gelekî muhîm e ku Kurd ji derve piştgiriyê werbigirin: ji hikumetan, saziyên navneteweyî, di heman demê de ji raya giştî û gelan. Ev pêvajo meseleyeke welê ye ku divê bê vegotin û fêhmkirin. Li gorî min ev yek armanceke mezin e: ji bo gelê Kurd û doza ku diparêzin, di nava şert û mercên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê de ev agahî û agahdarkirin wê têkoşînê bi ser bixîne.

‘REXNEYA OCALAN A LI MARKSÎZMÊ MAFDAR E’

Nils Andersson li ser rexneyên Rêber Apo yên li Marksîzmê got, “Belê, min pêşgotin ji pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi Fransî re nivîsî. Ev mesele meseleyeke gelekî girîng e. Rexneyên Ocalan ên li Marksîzmê di asteke mezin de mafdar e.

Mînak, rexneya li ekonomîzmê gelekî girîng e. Bi dîtina min, Ocalan di vir de bi temamî mafdar e. Sosyalîzma sedsala 20’î aborî bi temamî da pêş. Bêguman aborî di asta jiyanê de girîng e. Têrkirina mirovan, başkirina şert û mercên jiyanê ji armancên sereke yên vê yekê ne. Lê belê divê mirov nekeve xefika ekonomîzmê. Ji ber ku veguherîna rasteqîn civakê -û îro ya ku li Rojava tê ceribandin ev e- beriya her tiştî guherîna di hişmendiya kesayetan de ye.”

Li ser mijara komun û komunalîzmê ku Rêber Apo bal kişand ser, Nils Andersson nirxandineke bi vî rengî kir. “Destnîşankirina komunê bi rastî jî girîng e. Bûyerên ku îro diqewimin, civaka ku Ocalan ava dike, têkiliyên xwe yên civakî bi rêya pênaseyên ku dike û bi rêya tecrûbeya li Rojava ketiye meriyetê îro bi şênberî tê dîtin. Ev yek xwe dispêre pîvana komunê û feraseta avakirina ji bingehê ber bi jorê ve. Pratîka ku niha li Rojava di meriyetê de ye ev e.

Hîn ji niha ve, ev qonax li nava civaka Kurd a li Sûriyeyê, her wiha ji vê jî wêdetir li nava gelên li derdorê veguheriye têkiliya navbera mirovan. Ev nêzîkatî gelekî girîng e; ji ber ku mesele ne tenê pirsgirêkeke civakî ye; beriya her tiştî girîngiyê dide pêşketina hişmendiya kesayetan.

Lewma ev tecrûbe tevkariyeke hêja li projeya komunîst û projeya sosyalîst dike. Û ev proje, yanî tecrûbeya Rojava, îro ji her demê bêhtir bersivê dide pirsgirêkên civakan û gelan.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin