المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Konsolosxaneya Tirk a li Arjantînê îmzeyên ji bo Rêber Apo hatibûn komkirin qebûl nekir

0 13

Li Arjantînê bi piştgiriya sendîka, partî û rêxistinên mafên mirovan, îmzeyên di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim biçim serdana Ocalan” de hatin komkirin xwestin radestî Konsolosxaneya Tirkiyeyê bikin, lê ev daxwaz hate redkirin.

Li Arjantînê ji aliyê “Înîsiyatîfa ji Ocalan re azadî” ve di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim biçim serdana Ocalan” kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Gelek sendîka, partiyên siyasî, tevgerên jinan û rêxistinên mafên mirovan ên li seranserê welêt piştgirî dane kampanyayê.

Tevî 60 îmzeyên hatine komkirin, metnek ji bo Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Balyozê Tirkiyeyê yê Arjantînê Suleyman Omur Budak hate nivîsandin. Di daxuyaniyê de daxwaza berdana Rêber Apo û girtiyên siyasî û misogerkirina azadiya Rêber Apo hate kirin.

SAZÎ Û KESAYETÊN GIRÎNG PIŞTGIRÎ DAN

Sendîkaya Karkerên Arjantînê CTA Autonoma, Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan (APDH), Yekîtiya Mafên Mirovan a Arjantînê, Poder Populer, û Feministas Del Abya daxuyanî îmze kirin. Siyasetmedar Laura Marrone û Izquierda Socialista, nûnerên MST Celeste Fierro, Vilma Ripoll û Fernando Scarelo, akademîsyen Atilio Borón, parêzvanên mafên mirovan û gelek sendîka jî piştgirî dan kampanyayê.

KONSOLOSXANE ÎMZE QEBÛL NEKIR

Komek ji çalakvanên mafên mirovan îro saet 11:00’an hewl dan ku îmzeyên komkirine bi destan bigihînin Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Buenos Airesê. Lê rayedarên konsolosxaneyê serlêdan û îmze qebûl nekirin.

Çalakvanan piştre peyama xwe bi rêya vîdeoyê parve kirin û ragihandin ku ew ê îmzeyan bi rêya e-nameyê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û Konsolosxaneya Buenos Airesê re bişînin.

PEYAMA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’ 

Di daxuyaniya dîtbarî de bi kurtasî ev tişt hatin parvekirin: “Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û şert û mercên serdana wî biafirînin, hatin vir. Siyasetmedar, nûnerên mafên mirovan û kesên ji çar aliyên cîhanê hatine dixwazin serdana Ocalan bikin. Konsolosxaneyê daxwaza me red kir, lê em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Em ji girtiyên siyasî re azadî dixwazin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin