المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Wezîrê berê yê Îtalyayê: Azadiya Ocalan wê serketinê bîne

0 10

Siyasetmedarê Îtalyayî Paolo Ferrero diyar kir ku Rêber Apo ruhê pêvajoyê pir baş fêm kiriye û got, “Ocalan niha dixwaze destketiyên têkoşîna çekdarî derbasî qonaxeke nû bike. Ew ji Ocalanekî azad ditirsin, lê azadiya wî wê ji bo pêvajoyê serketinê bîne.”

Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ji bo “Aştî û Civakek Demokratîk” û Kongreya 12’emîn a PKK’ê, hem rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd ên bi rengekî demokratîk xurtir kir û hem jî li qadên navneteweyî deng veda. Biryarên ku di kongreyê de hatin girtin û merasîma îmhakirina çekan a ji aliyê komek gerîlayan ve, wekî gavên girîng ku dê tevlîbûna li pêvajoya aştiyê xurtir bike hate destgirtin; van gavan li qadên navneteweyî, bi taybetî li Ewropayê, piştgirî dîtin.

Gavên aştiyane yên Rêber Apo û PKK’ê hişt ku bang li dewletê bê kirin ku gavên berbiçav ber bi çareseriyê ve bavêje; piştgiriya navneteweyî ya zêde û hêviyên raya giştî nîşan didin ku divê ev derfeta dîrokî neyê winda kirin.

Wezîrê berê yê Hevgirtina Civakî yê Îtalyayê Paolo Ferrero ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku Rêber Apo bi aqilê xwe yê siyasî pêvajo ji pêvajoyek şer veguherand pêvajoyek siyasî û got ku divê dewleta Tirk êdî pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkek ewlehiyê nebîne. Ferrero bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirkiyeyê bike da ku gavên berbiçav ji bo serketina pêvajoyê bavêje.

‘OCALAN BI RAMANÊN XWE DARBE LI NÊZÎKATIYA BI ÇAVÊ EWLEKARIYÊ DA’

Paolo Ferrero, anî ziman ku Rêber Apo û helwesta PKK’ê ya alîgirê çareseriya siyasî, darbeyek mezin li nêzîkatiya dewletê a bi çavê ewlekariyê da û got, “Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a ji aliyê Ocalan ve hat pêşniyarkirin û ji aliyê PKK’ê ve hat pejirandin, di guhertina nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de, qonaxeke gelekî girîng e. Dewleta Tirk û desthilatdarî her tim pirsgirêka Kurd, mîna pirsgirêka ewlekariyê girt dest. Ji ber vê jî li dijî gelê Kurd her tim siyaseta zextê û leşkerî hat pêkanîn.”

‘BI AQILÊ XWE YÊ SIYASÎ FERQÊ ÇÊDIKE’

Ferrero, destnîşan kir ku Rêber Apo tevî salên dirêj ên girtîgehê, rihê pêvajoyê bi awayekî baş şîrove kiriye û got ku aqilê xwe ya siyasî her parastiye. Ferrero got, “Ji bo min tiştê ku mirov matmayî dike, aqilê Ocalan ê siyasî ye. Ne hêsan e ku mirov di nava şert û mercên dîlgirtinê ya demdirêj, tenêtî û êşkenceyê de pêvajoyê bixwîne û siyasetê pêş bixîne. Bi banga xwe re pêvajoyê ji tundiyê kişand zemîneke siyasî. Îro bi saya Ocalan pirsgirêka Kurd ne tenê li Tirkiyeyê di heman demê de di rojeva cîhanê de cih digire.” Ferrero, diyar kir ku her çend têkoşîna çekdarî nasnameyek bi dest xistibe jî, êdî têrê nake û pêdivî ye ku ev destketî ji bo qada siyasî werin veguheztin.

Ferrero got, “Eger destekek we ya civakî nebe, ev tê wateya ku rêyek din li pêşiya we nîne û weke vebijêrk hûnê çek rakin. Lê belê eger piştgiriya we ya civakî ya xurt hebe, divê hûn çek danin û desteka ku hûn bûne xwediyê wê bikar bînin û rêyên çareseriyê biguherînin. Ji ber ku hêz ne tenê çek e, di heman demê de desteka civakî ye.”

‘DIVÊ EM DEWLETA TIRKIYEYÊ JI BO ÇARESERIYÊ NEÇAR BIKIN’

Ferrero, da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo serketina pêvajoyê gavên girîng avêtiye û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bi temînata hiqûqî û siyasî bersivê bide van gavan. Ferrero wiha domand, “Li hemberî gavên PKK’ê divê hemû hêzên navnetewî û bi taybet Ewropa li ser desthilatdariya Tirk zextên siyasî bikin. Divê hemû barê vê pêvajoyê ji Kurdan re neyê hiştin. Ji bo guhertina helwesta hikûmeta Erdogan, divê li Ewropayê û li her qadê bi rengekî çalak tevger çêbibe. Ji ber ku em çiqas hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd û daxwazên wan re xurt bikin, em ê dewleta Tirk hê bêhtir neçar bikin ku ber bi çareseriyên siyasî ve biçe.”

‘AZADIYA OCALAN DÊ PÊVAJOYÊ BI SER BIXÎNE’

Ferrero got, “Eger dewleta Tirk di mijara çareseriya siyasî de bi rastî jî samîmî ba, tişta ku ewil diviya bikira vekirina deriyên girtîgehan bû û weke mirovekî azad Ocalan tevlî muzakereyan kiriba. Ji bo samîmiyetê divê ev mijarên destpêkê bin. Rastiya ku Ocalan hê jî di girtîgehê de ye tê wateya ku desthilatdariya Tirk ji Ocalanek azad ditirse. Ji ber ku Ocalan ji beşeke civaka Kurd destekeke mezin werdigire, di heman demê de ne tenê ji Kurdan, ji Tirkiye û cîhanê jî xwedî piştgiriyeke girîng a civakî ye. Îro jixwe Ocalan fîgûrekî pir mezin e. Bi dehan salan e di zindanê de ye, ti caran dev ji fikir û têkoşîna xwe bernedaye, berevajî vê pêşniyarek ku ji ya berê pêşketîtir ji bo ku têkoşînê xurtir bike, daniye pêşiya xwe.”

‘EZ DIXWAZIM BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIM’

Ferrero piştgiriya xwe ji bo kampanyaya cîhanî ya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” da û got ku ew jî dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin