المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Kurd û dostên wan wê ji bo “Mafê Hêviyê” li Strasboûrgê mîtingekê li dar bixin

0 15

Dema KE’yê ji bo cih anîna “Mafê Hêviyê” dabû Tirkiyê meha Îlonê diqede. Komîte wê helwesta Enqereyê ji nû ve binirxîne. Kurd û dostên wan jî plandikin ku 15’ê Îlonê li Strasboûrgê mîtîngeke girseyî û ji 16 heta 19ê Îlonê jî çalakiya nobetê li dar bixin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkîyeyê re muhleteke ji bo cîbicîkirina biryara “Mafê Hêviyê” dabû, ku di Îlona 2025an de diqede. Tê payîn ku komîte di navbera 15-19’ê Îlonê de helwesta Enqereyê careke din binirxîne. Di vê pêvajoyê de, li Strasboûrgê bernameyeke çalakiyê ya berfireh hatiye amadekirin.

15’Ê ÎLONÊ MÎTÎNG, 16-19’Ê ÎLONÊ NOBETA 150 KESÎ

Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Azad Dogan, ji rojnameya Yenî Ozgûr Polîtîka re derheqê çalakiyanda agahî da. Dogan diyar kir ku çalakî wê di 15ê Îlonê de bi mîtîngeke girseyî li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê bike. Herwiha di navbera 16-19’ê Îlonê de, wê nobeteke 150 kesî bê lidarxistin.

Di van rojan de, li navenda bajarê Strasboûrgê, li ber KE û CPT’yê wê belavok bên belavkirin, konser û panel bên organîzekirin.

BERNAME WÊ BI PÊŞENGIYA ÎNÎSÎYATÎFA AKADEMÎSYENÊN JI BO AŞTIYÊ PÊK WERE

Di beşa duyemîn a bernameya çalakîyê de, di navbera 22-26’ê Îlonê de, bi pêşengiya “Înîsîyatîfa Akademîsyenên ji bo Aştiyê” çalakîyên cuda dê bên lidarxistin. Di nav avahîya KE’yê de panelek û daxuyanîyeke çapemenîyê ji bo daxwazên xwe wê bên kirin. Di heman hefteyê de, kesên ku kampanyaya “Ez dixwazim Ocalan bibînim” jî wê serdana qada çalakiyê bikin.

Di 1ê Cotmehê de, ku roja dawî ya çalakîyan e, bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê çalakîyeke din dê bê kirin. Ev çalakî, ku hê naveroka wê zelal nebûye, wê du roj piştî 33’emin Festîvala Navneteweyî ya Kurdî pêk were.

TEVLÎBÛNEKE GIRSEYÎ TÊ PLANKIRIN

Çalakîyên li Strasboûrgê ji alîyê KCDK-E û hemû pêkhateyên wê ve tên organîzekirin. Federasyon, tevgera jinan, tevgera çandê, dîplomasî û enternasyonalîst di vê pêvajoyê de cih digirin.

Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan di dawîyê de got, ew li benda tevlîbûneke girseyî ya gel in

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin