Şandeya DEM Partiyê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir û der barê daxwaza hevdîtinê a Rêber Apo de jî got, di şert û mercên guncaw de serdan wê pêk were.

- ANF
- HEWLÊR
- în, 11 tîrmehê 2025, 22:04
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Selahaddîn a Hewlêrê pêşwazî kir.
Di şandeya DEM Partiyê de Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Ahmet Turk, Leyla Zana, Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk cîh girt.
Şandeyê ji ber piştgiriya pêvajoya aşitiyê spasî li Barzanî kir û daxwaza Rêber Apo ya bo hevdîtinê bi wî re hat parvekirin.
Barzani diyar kir ku gavên di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hatine avêtin rast in û ji bo ku ev pêvajo bigihêje encameke erênî, sebir û baldarî hewce dike. Barzanî got ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê tişta ji destê wî tê wê bike.
Barzanî der barê daxwaza hevdîtinê a Rêber Apo de jî got, di şert û mercên guncaw de serdan wê pêk were.