المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ferzende Mûnzûr: Pêngava ‘Dixwazim Ocalan bibînim’ wê heta encamgirtinê dewam bike

0 7

Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr diyar kir ku pêngava ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ wê heta encamgirtinê dewam bike û ev daxwaz ji saziyên neteweyî û navneteweyî re bê ragihandin.

Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ji ANF re axivî. Ferzende Mûnzûr li ser rewşa Rêber Apo axivî û tekez kir ku divê ‘mafê hêviyê’ ji bo Rêber Apo were pêkanîn.

Ferzende Mûnzûr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin hîn dewam dike û wiha got: “Piştî 26 salan cara ewil bû ku dîmenên Rêber Apo ji Îmralî derdikevin, dîmenên Rêber Apo hêzeke mezin da gelê Kurd û dostên Rêber Apo. Rêber Apo li hemberî hemû şert û mercên giran ên siyaseta înkar û êşkencêyê ya Îmraliyê têkoşiya. Di aliyê fikirî û ramanî de Rêber Apo nêrînên xwe yên kûr ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kirin, her wiha bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re bi nêrîn û felsefeyeke nû li pirsgirêkê mêze dike û çareseriyê pêşkêş dike. Rêber Apo li hemberî rê û rêbazên êşkencê û şerê taybet bi ser ket û fikirên xwe ku her dem bi demê re nû dike û pêşkêşî gelê xwe, dostê xwe û mirovahiyê dike.”

Ferzende Mûnzûr anî ziman ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên xwe avêtine û axaftina xwe wiha domand: “Girêdayî pêvajoya heyî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên çareseriyê avêtin û zemîneke erênî hate afirandin. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin ku Rêber Apo berpirsyartiya xwe ya li hemberî dîrok, gel û mirovahiyê bi avêtina gavên xwe bi cih aniye. Li vir divê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî gav hatiban avêtin, piştî daxuyaniya Birêz Devlet Bahçelî pêwîst bû Tirkiyeyê bigota doza Kurd heye û divê çareser bibe. Li ser wî esasî divê bi lez komisyonek hatiba avakirin, ji bo Rêber Apo mafê hêviyê hatiba pêkanîn, Rêber Apo bi fîzîkî azad biba, Rêber Apo bi hemû heval, gel, berpirsyar û ragihandinê re hevdîtin kiriba. Her wiha divê kesên ku zêdetirî 20 salî ne di zîndanan de tên rehîngirtin, hemû derketibana. Li kêleka van divê destûra bingehîn hatibana guhertin û rê li pêşiya partiyên siyasî bihata vekirin û taybet jî divê endamên Tevgera Şoreşger a Kurd ên li çiyayan daketiban bajaran.”

Ferzende Mûnzûr piştre bal kişand ser gavneavêtina Tirkiyeyê û wiha domand: “Sedema sereke ya gavneavêtina Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de ew e ku ew hê jî li Tirkiyeyê siyaseta yekreng, yeknetewe û yekal dide meşandine. A din jî ew e ku Tirkiye ji bo parastina desthilatdariya, ne amade ye ku gavên bi vî awayî biavêje. Herî dawiyê em dikarin bibêjin ku dozeke bi sed salan e û pêwîst e li hemberî wî ruhî berpirsyar be û bi wî ruhî gavên wêrek û fedekarî bihatana avêtin. Di vî warî de aliyê Kurd gavên gelek fedekar avêtin. Mînaka wan a herî berbiçav xwefesixkirina PKK’ê û bidawîkirina şerê çedarî bû ku weke sembolîk di 19’ê Hezîranê de merasîmên çekşewitandinê hatin lidarxistin. Ev amadekariyên wan ên ji bo pêvajoya nû didin diyarkirin.”

Ferzende Mûnzûr bi dewamî li ser pêngava “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” axivî û wiha got: “Di asta Rojava û cîhanê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek gav hatin avêtin. Her gavekê rê û rêbazên têkoşînê ên cuda di nava xwe de digirin. Rêbaza têkoşîna me ew bû ku em balê bikişînin li ser doza pîroz. Rêber Apo di bin şert û mercên herî zehmet de têdikoşe, li kêleka wê armanca van pêngavan ew e ku em balê bikişînin li ser Rêber Apo û fikir û rêbazên çareseriyê yên Rêber Apo ku gelekî dewlemend in û di serî de ji xwe re aştiyê esas digire. Pêngava dawîn a ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ ku 5’ê Hezîranê di asta cîhanê de dest pê kir, me jî weke Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran di 20’ê Tebaxê de dest bi pêngavê kir.”

Ferzende Mûnzûr li ser armanca pêngava “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” axivî û wiha got: “Armanca me ji vê pêngavê ew e ku piştî dewleta Tirk dest bi diyaloga bi Rêber Apo re kir, divê ev pêvajoya derbasî diyaloga çareseriyê bibe. Li aliyekî din armanca sereke bidawîkirina tecrîdê ye. Li gel çend hevdîtinên ku hatin kirin, tecrîd bi dawî nebûye, li ser vî esasî dema ku du kom ji Ewropayê derbasî Tirkiyeyê bûn û hewl dan ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin gihîştin wê encamê ku tecrîd hîn jî dewam dike. Heta ku Rêber Apo di nameya xwe de ku ji bo wan şandibû, gotibû; ‘Em bi hêvî ne rojekê di nava şert û mercên azad de hevdu bibînin.’ Ev jî diyar dike ku tecrîd dewam e û ev nêzîkî mehekê ye bi Rêber Apo re hevdîtin nehatine kirin. Li aliyekî din jî gelek kesên rewşenbîr, hiqûqnas, akademîsyen ên ku di nava civakan de tên naskirin, ji Rêber Apo û felsefeya Rêber Apo bandor bûne, dixwazin yekser bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.”

Ferzende Mûnzûr piştre diyar kir ku pêngav di asta cîhanî de destpê kiriye û wiha pêde çû: “Pêngava ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ li ser asta cîhanê hatiye lidarxistin û rojane berfirehtir û mezintir dibe. Her wiha kesên ku tevlî pêngavê dibin profesor, zanyar, rojnemevan, jinên çalakvan, rewşenbîr, hiqûqnas û akademîsyen in û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî serokên eşîran û kesên oldar tevlî pêngavê bûne.”

Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr di dawiya axaftina xwe de li ser encamên pêngavê axivî û got: “Wê ev pêngav heya armanca xwe dewam bike. Wê encam û daxwazên pêngavê ji Serokê Neteweyên Yekbûyî, Meclîsa Yekîtiya Ewropayê, CPT, Meclîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re werin şandin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin