المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo xeta me ya sor e

0 4

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku pêwîst e dewlet dev jî siyaseta înkar û tinekirinê berde û got: “Azadiya Rêber Apo xeta me ya sor e. Azadiya Rêber Apo, qebûlkirina pirsgirêka gelê Kurd û avakirina civaka siyasî û demokratîk e.”

Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê re pêvajoyeke nû da destpêkirin. Tevî ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên mezin avêtin jî hîn jî dewleta Tirk li gorî pêwîstiya pêvajoyê gavên berbiçav neavêtiye. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku armanca pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, ew e ku dewlet dev ji neyartiya li dijî gelê Kurd, înkar û tinekirinê berde û hebûna gelê Kurd qebûl bike û got: “Em li xwe û serokatiya xwe bawer in û li gor wê xwe amade bikin.”

Remzî Kartal li ser gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî wiha got: “Ev neyartiya gelê Kurd e. Ev daxwaza têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ev siyaseta Hakan Fîdan bi xwe xetere ye. Bi vê siyasetê ne li Tirkiyeyê aştî çêdibe, ne jî pirsgirêkên nava Sûriyeyê çareser dibin.”

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal pirsên ANF’ê yên li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, nêzîkatiya dewletê, rola Rêber Apo û xebatên civaka demokratîk bersivand.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di bin banê Meclîsa Tirkiyeyê de komîsyonek hatiye avakirin û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş serokatiya wê dike. Lê hin siyasetmedar dibêjin ku ev komîsyon nikare qanûnan derbixe yan jî biguherine. Di vê çarçoveyê de hûn ji bo çareseriyê ji vê komîsyonê bawer in, an li gorî pêvajoyê ev komîsyon bi dilê we ye?

Niha mesele di baweriyê de ye, gelo em bi dewletê bawer dikin an na? Ger mirov di vê çarçoveyê de lê binêre, dibe ku nêzîkatiyeke şaş derkeve. Ji ber ku yê rêya vê pêvajoyê vekir Rêber Apo ye. Rêber Apo gaveke dîrokî avêtiye, firset û zemînek çêkiriye. Anku hem tevgera me hem jî gelê me û raya giştî ya ku aştî û demokrasiyê dixwaze, bêguman bawerî ya xwe bi Rêber Apo tîne. Baweriya Rêber Apo heye ku ev gav avêtiye. Lê belê Rêber Apo dîsa peyama xwe hem dide raya giştî hem jî dide dewletê. Ji dewletê re dibêje: ‘Em amade ne gav bavêjin, dema me gav avêt, divê hûn jî gav bavêjin’. Lê ji bo gel, ji bo hêzên demokrasîxwaz dibêje: “Pêwîst e em civaka demokratîk ava bikin, em li benda dewletê nasekinin, em têkoşîna xwe bi pêş bixin; li nava welat, li derveyî welat, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê hêzên ku aştî û demokrasiyê dixwazin, em xebatên xwe mezin bikin. Xebata aştî û demokrasiyê li xwe ferz bikin da ku pêvajo bi pêş bikeve’. Niha Rêber Apo, partiya me, tevgera me gavên mezin avêtine. Li hemberî vê, li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek hatiye avakirin, ev girîng e. Lê li gor pêngavên Rêber Apo û tevgera me bersiv nîne. Lê Rêber Apo ji me dixwaze ku em hem li nava parlamentoyê hem jî li derveyî parlamentoyê xebatên xwe mezin bikin. Kêmasiya herî mezin avakirina raya giştî ye. Divê em raya giştî ava bikin û li ser komîsyonê bandor bikin. 

PÊWÎST E KOMÎSYON HERKESÎ GUHDAR BIKE 

Anku hûn dibêjin ev komîsyon hatiye avakirin baş e, lê bi hewldanên raya giştî û daxwazên gel ev komîsyon wê bi rê ve biçe?

Ev gelek girîng e. Niha komîsyon hatiye avakirin. Bi beşdariya desthilatê, muxalefetê, yanî bi giştî, tenê ji bilî partiyeke biçûk a nijadperest, hemû partiyan tê de cih girtine, ev girîng e. Pêwîst e ev komîsyon li ser navê parlamentoyê guftûgoyê bike. Dîsa hemû pêkhateyên; hem Kurd hem Tirk û hemû hêzên demokrasîxwaz, hemû alî, kesayet, rewşenbîran guhdar bike, ev girîng e. Ji bo ku mesele bikeve rojevê, lê belê em tenê li hêviya xebata komîsyonê bisekinin, ev ne rast e. Pêwîst e, em li derve bi xebatên civakî, siyaseta demokratîk mezin bikin da ku em bandor li ser komîsyonê, bi giştî jî li ser parlamentoyê bikin. Ji ber ku dema xebatên komîsyonê xilas bûn, komîsyon wê xebatên xwe pêşkêşî meclîsê bike. Ev jî wê li parlamentoyê werin nîqaşkirin.

ASTENGKIRINA AXAFTINA KURDÎ RASTIYA DEWLETÊ NÎŞAN DIDE 

Di komîsyonê de dayikekê xwestiye êş û elemên xwe bi zimanê xwe bi Kurdî bîne ziman, lê ew hatiye astengkirin û jê hatiye xwestin ku bi Tirkî biaxive, ew mecbûr maye bi Tirkî biaxive. Di pêvajoyeke ev qas girîng de tiştên wiha çêdibin, hûn vê çawa şîrove dikin?

Bêguman ev rastiya parlamentoya Tirkiyeyê nîşan dide, rastiya pergala Tirkiyeyê nîşan dide. Heta niha pergal çi bû; hebûna Kurdan qebûl nedikir. Dema te hebûna gelê Kurd wekî gel qebûl nekir, zimanê wî jî qebûl nakî, mafên wî yên civakî, siyasî jî qebûl nakî. Niha di vê tabloyê de, dema xebata komîsyonê dinêrin, dayikek bi Kurdî axiviye û rastî helwestekî negatîf hatiye, ev rastiya pergal û siyaseta dewletê nîşan dide. Wekî min di destpêkê de gotî, pêwîst e em xebata raya giştî çêbikin. Pêwîst e hem di nava komîsyonê de ev guftûgo berdewam bike. Ji ber ku ev mijareke esasî ye. Ger hebûna zimanê Kurdî neyê qebûlkirin, wê çaxê wê çi çareser bikin? Ev gavek negatîf e, lê ev wesîleyek e ku hem di hundirê parlamentoyê û komîsyonê de hem jî li derveyî komîsyonê xebatek di vê mijarê de bikin.

‘DIVÊ DEWLET DEV JI SIYASETA ÎNKARKIRIN Û TINEKIRINÊ BERDE’ 

Cîgirê MHP’ê Fetî Yildiz gotiye ku 4 xalên destpêkê yên qanûna bingehîn û xala 66’an xeta wan a sor e û ev nayên guhertin. Hûn van gotinan çawa şîrove dikin û xetên we yên sor jî hene?

Nêzîkatiyên bi vî rengî wê di nava siyaseta Tirkiyeyê, hin partiyan, komîsyonê de hebin. Lê mijara esasî ew e ku divê hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin, pêşiya siyaseta demokratîk vebe û ji bo ku zemîna siyaseta demokratîk çêbibe, destpêkê xeta me ya sor azadiya Rêber Apo ye. Pêwîst e ev dewlet vê yekê îspat bike. Çi îspat bike? Dewletê ev sed sal e hebûna Kurdan qebûl nekiriye, siyaseta înkar û tunekirinê esas girtiye. Li hember vê siyaseta înkar û tunekirinê, gelê Kurd serhildan kiriye. Şer û pevçûn heya vê rojê hatine. Pêwîst e dewlet, wekî Rêber Apo dibêje, dev jî siyaseta înkar û tinekirinê berde. Rêberê Gelê Kurd, ku niha berpirsiyarê esasî ye, ji bo azadiya wî bila rê vekin. Azadiya Rêber Apo, qebûlkirina pirsgirêka gelê Kurd û avakirina civaka siyasî û demokratîk e. Avakirina zemînekê ku hêzên leşkerî bikarin tevlî civaka demokratîk bibin, xebata siyasî û demokratîk bikin. Ev şert û merc çêbibin. Êdî guhertina qanûna bingehîn pêvajoyeke têkoşînê ye. Ev girêdayî muzakereyan e. Di demên pêş de dikare zelal bibe.

‘GER ŞERT Û MERCÊN AZADIYÊ ÇÊBIBE EM Ê VEGERIN WELATÊ XWE’ 

Hûn di sala 1991’an de wekî parlamenterê Wanê hatibûn hilbijartin û di 1994’an de neçar man koçî Ewropayê bikin. Hûn ji wê çaxê vir ve li Ewropayê ne. Ger rê vebe, hûn dixwazin vegerin welatê xwe, bajarê Wanê?

Bêguman hemû têkoşîna azadiyê ji bo vegera welat e. Ji bo jiyaneke azad e, ji bo jiyaneke demokratîk e. Îro em ji bo azadiya gelê xwe û civaka xwe mecbûrî derveyî welat in. Gava şert û mercên vegerê çêbin, bêguman wekî her kesî em ê vegerin welatê xwe û ji bo azadî, demokrasî û aştiya gelê xwe, kar û xebatên xwe li welatê xwe berdewam bikin. Di vî warî de qet fikar tune, armanc ev e. Lê belê wekî tevgera me û gelê me, em nêzîkatiya dewletê ya ji bo gelê Kurd, hebûna gelê Kurd çi ye, li ser çi esasî dipîvin; em li ser esasê azadiya Rêber Apo dipîvin. Eger Rêber Apo şert û mercên azadiyê hebin, wê çaxê ev şert û mercên vegera me hemûyan çêdibe. Bêguman em ê vegerin welatê xwe.

‘DIVÊ DEWLET HEBÛNA KURDAN QEBÛL BIKE’ 

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku ji Şamê dernakeve, gefan li gelê Kurd û Rojava dixwe û her carê dibêje “tehamula me xilas bû” an jî “em qebûl nakin”. Ji ber ku di destpêkê de dihat gotin ku li gel PKK’ê, divê YPG jî çekên xwe radestî hikûmeta Sûriyeyê bike. Hûn vê nêzîkatiya Fîdan çawa dinirxînin, ev gotinên wî bi pêvajoyê ve girêdayî ne yan na?

Bi rastî nêzîkatî û axaftina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wekî konsepta siyaseta dewletê ye ku hebûna Kurdan ji bo xwe wekî dijmin dibîne, xetere dibîne, wekî xeta sor dibîne. Siyaseta Hakan Fîdan jî hê ji vê çarçoveyê derneketiye. Hakan Fîdan bi uslûb, nêzîkatî û gefên li ser Rojava di asteke gelekî jor, bêhûrmet û vekirî vê siyaseta xwe dimeşîne. Ev siyaset ne li gorî pêvajoya Bakurê Kurdistanê ye, ne jî li gorî pêvajoya li Îmraliyê ye. Rêber Apo û dewlet du aliyên vê pêvajoyê ne. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, ew e ku dewlet dev ji neyartiya dijî gelê Kurd berde, înkar û tinekirinê dev jê berde, hebûna gelê Kurd qebûl bike. Gelê Kurd jî dewletê wekî dewleta xwe qebûl bike. Dewleta Tirk bibe dewleta gelê Tirk û Kurd…

‘SIYASETA HAKAN FÎDAN XETERE YE’ 

Niha li Sûriyeyê dewlet tine, siyaset tine, qanûn tine. Rewşa Şamê li holê ye. Tiştên ku li serê Elewiyan hatine diyar in, tiştên ku li serê Durziyan hatine li holê ne. Sedema wê jî rêveberiya Şamê ye. Ji ber ku ne qanûn heye, ne tiştek heye, pêkhateyên Sûriyeyê li holê tine ne. Gelo Hakan Fîdan li ser kîjan esasê dibêje QSD, rêveberiya xweser, YPG, YPJ xwe belav bikin û xwe radestî HTŞ’ê bike? Ev neyartiya gelê Kurd e. Ev daxwaza têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ev siyaseta Hakan Fîdan bi xwe xetere ye. Bi vê siyasetê ne li Tirkiyeyê aştî çêdibe, ne jî pirsgirêkên nava Sûriyeyê çareser dibin.

‘LI SER BINGEHA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ SÎSTEMEKÊ AVA BIKIN’ 

Hin partî û aliyên Kurd hene ku we pir zêde rexne dikin û dibêjin çima em wek Kurd dewletê naxwazin, çima Rojavayê Kurdistanê nabe dewlet? Gelo ev daxwaz pêkan e, an jî hûn van rexneyan çawa şîrove dikin?

Em van rexneyan pir teng dibînin û li gor şert û mercên gelê Kurdistanê, herêma giştî ya erdnîgariya Kurdistanê guncav nabînin. Em siyaseta ku îro li cîhanê esas hatiye girtin, bi taybetî ev sed salên dawî, li ser azadiyên gelan li ser dewletê esas hatiye girtin, dibînin. Rêber Apo ku PKK jî li ser vê esasê hate avakirin, Kurdistana yekparçe û serbixwe dixwest, lê belê siyaseta Rêber Apo, têkoşîna Rêber Apo gihîşt vê rastiyê û zelal bû ku siyaseta netewe-dewlet konsepta modernîteya kapîtalîst e. Gelan li gor xwe dîzayn dike û di navbera gelan de şer dimeşîne. Siyaseta xwe, desthilatdariya xwe li ser vî şerî berdewam dike. Ya herî vekirî û berbiçav jî Rojhilata Navîn e. Ev sed sal in li wir ev siyaset tê meşandin. Gelê Kurd, gelê Tirk, gelê Ereb, gelê Fars di nav hev de jiyane. Konseptek bi vî rengî tam dilê wan e. Şer di navbera gelan de berdewam bibe. Ew jî wekî fînans kapîtal, wekî pîşesaziya şer, vê siyasetê li ser pişta gelan dimeşînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje ku azadî bi ewlehiyê girîng e. Yanî azadiya gelê Kurdistanê bi ewlehiya gelê Kurdistanê pêk tê. Eger gel her tim di nava şer û pevçûnê de be û ev bibe qedera gel, ew azadî mayînde nîne, ev bela ye. Ji ber vê yekê pêwîstiya gel bi ewlehiyê heye. Em gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk baweriya xwe bi Rêber Apo tînin. Îro bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi hev re dijîn. Li Rojhilatê Firatê serjimara Ereban ji ya Kurdan zêdetir e. Şam çi dixwaze? Şam dixwaze Kurdan û Ereban ji hev cuda bike. Tirkiye çi dixwaze? Kurdan û Ereban ji hev cuda bike. Rêber Apo çi dibêje? Her çi dikin bikin, Kurdan tenê nehêlin, Kurd li ser bingeha azadî, demokrasî, bi gelên din re û pêkhateyên din re bi hev re tifaq bikin. Îro xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev e û pêwîst e em tifaqa gelan mezin bikin. Em konsepta siyaseta faşîst û nijadperest a li ser gelan, konsepta ku li qada navneteweyî li ser gelan dixwazin wî şerê xwe bimeşînin, vala derxin. Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn bi giştî, em gelên ku bi hev re bijîn, li ser bingeha azadî û aştiyê sîstemekê ava bikin.

‘PÊŞEROJ YA GELÊ ME Û AŞTÎXWAZAN E’ 

Di çarçoveya pêvajoyê de PKK’ê xwe fesix kir û komek gerîla jî çekên xwe şewitandin. Ger pêvajo xirab bibe, di vê rewşê de çi destkeftiyên we hene, çi destkeftiyên dewletê wê hebin an jî tabloyek çawa wê derkeve pêşiya me?

Bila gelê me sedî sed ji xwe bawer be. Heta roja me ya îro, gelê me bi rêbertiya Rêber Apo, bi pêşengên têkoşîna me, anî vê merheleyê. Têkoşîn berdewam e. Dema ku Kurd nemabûn, wekî siyasî, hêvî û baweriya gelê Kurd têk çûbûn, ev têkoşîn paşve naçe, her biçe wê mezin bibe. Gerîla li cihê xwe ye. Gerîlayan wekî sembolîk, 30 hevalî çekên xwe şewitandin. Helwesta xwe pêşkêş kirine. Baweriya xwe, helwesta xwe ji bo xebata siyasî û demokratîk wekî bersiva Rêber Apo pêşkêş kirin. Lê belê eger siyaseta demokratîk pêş ket, şert û merc pêk hat, ew jî wê tevlê bin. Eger nebe, li cihê xwe ne û xwe diparêzin. Xebata siyasî û civakî berdewam e, hem li welat hem jî li derveyî welat. Ji demên derbasbûyî bêhtir hêza me heye. Pêngava ku Rêber Apo avêtî, siyaseta konsepta ku PKK terorîze dikir, kriminalîze dikir, pêşiya pirsgirêka çareseriyê digirt, ew hemû ji holê rabû. Ji ber vê yekê, ev deh meh derbas bûne, vê demê jî destkeftiyên me pir zêde bûne. Her kes ji xwe bawer be. Divê em di çarçoveya peyama Rêber Apo; manîfestoya azadî, banga aştî û civaka demokratîk de, li ser wî esasî xwe rêxistin bikin, tanzîm bikin. Li welat, li Rojhilata Navîn, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, gelê me û dostên gelê me vê demê de kar û xebatên xwe bi pêş bixin, rêxistin bikin. Pêşeroj ya gelê me ye, ya ku aştî û demokrasî dixwazin. Dewlet gav avêtiye yan neavêtiye, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Pêvajo ji bo me derfet çêdike ku em bi ser bikevin. Em li xwe û serokatiya xwe bawer bin û li gor wê xwe amade bikin.’ 

‘EM DI AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DE BI BIRYAR IN’ 

Bi kurtî, ev çekşewitandin di çavê Ewropayê de ku hûn li vê derê dijîn çawa bû, erênî bû yan na?

Pir bi hêz e. Bi rastî jî PKK, çawa ku di destpêkê de fîşeka yekemîn, tirsa mejiyê Kurd têk bir, ji wê fîşeka yekemîn çawa heya niha pêşketinên mezin çêkir ku şoreşek wiha kesê xeyal nedikir ava kir, anî van rojan, dawî jî bi çalakiyeke bi vî rengî ya 11’ê Tîrmehê gelek bi wate û bi biryardarî, bi dîsîplîn, bi bawerî helwesta xwe bi hemû cîhanê re îspat kir: Em çekan dişewitînin. Ji ber ku agir ji bo gelê Kurd pîroz e. Em çekan dişewitînin, em di aştî û demokrasiyê de bi biryar in. Ev çawa peyama Rêber Apo ya fesixkirina PKK’ê û bersiva PKK’ê bi nav û deng bû. Ew çalakî jî li hemû cîhanê deng veda, prestîjeke mezin ji bo tevgera me û Rêber Apo çêkir. Di vî warî de pêwîst e em ji xwe bawer bin.

BILA AQIL Û GUHÊ HERKESÎ LI RÊBER APO BE

Em bi rêbertiya Rêber Apo û rêhevalên Rêber Apo, bi têkoşîna şehîdên xwe bawer bin. Têkoşîn berdewam e. Di têkoşînê de amûr, wesîleyên têkoşînê li gor demê tên guhertin, mirov kar û xebatên xwe li gor demê, derfetên demê dimeşîne. Îro ji jî hemû deman zêdetir derfetên me yên serketinê hene. Ji ber vê yekê kesek bila pirsên cuda neke serê xwe; “gelo dewletê gav avêt, dewletê gav neavêt” tevlihev neke. Bi aqilê her kesî û guhê her kesî li ser Rêber Apo be. Serok Apo çi got, tevgera me çi got û pêwîst e em çi bikin? Em niha bi “dewletê çi got” zêde mijûl nebin, em çi bikin? Rêber Apo ji me çi dixwaze, tevgera me ji me çi dixwaze, pêwîst e em çi bikin? Ka em çi wezîfeyên xwe pêk bînin ku destê Rêber Apo xurt bikin? Li ser vî esasî kar û xebatên xwe mezin bikin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin