المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

0 26

Koma Aştî û Civaka Demokratîk:Ji bo ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin.

Daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi vî rengî ye:

“Ji bo gelê me û Raya Giştî;

Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin. 

Beriya her tiştî ji ber ku hûn şahidiya vê çalakiya me ya dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.

Li dijî êrişên bi armanca tinekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn. 

Eger îro em li vir amade ne ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 

Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê. 

Eger îro em li vir amada ne ev ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyayê ye. 

Ji niha û pê ve wê têkoşîna me a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.

Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.

Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ew e ku bibe wesîleya pêkanîna aştî û azadiyê.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de gotibû, “ ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hun li gorî vê rêgezê tevbigerin”.
 
Em bi dil û can tevlî  vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bexetewer in.

Em baş dizanin ku heta niha ti destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin. 

Berevajî, her serketineke me ya rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin. 

Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serketinên nû, ji dil em bi fikir û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin. 

Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevriyên xwe jî bawer in. 

Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê. 

Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye. 

Ji ber vê çendê em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendîn girîng in û pêwîste di zûtirîn demê de bêne biserxistin.

Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me ên aştî û demorasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin.

Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, eşkere piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me. 

Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk.

Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, huqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me ya dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me. 

Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin.

Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî ev e;

Pêwîste ev pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin.

Zilim û mêtingerî wê bidawî bibin, azadî, piştevanî û hevgertin wê biserkevin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez biserkeve.

11’ê Tîrmeha 2025’an

Koma Aştî û Civaka Demokratîk”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin