المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 679’an de ye

0 15

Endamên Meclisa Gelê Kurd a Baselê Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê dewr girtin û bang li saziyên Ewropî kirin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. 

Nobeta Azadiyê ya li Strasbourg a Fransayê herêma ku saziyên wekî Konseya Ewropayê, CPT û DMME lê ne tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 679’an de berdewam dike.

Çalakî her hefte ji aliyê komeke cuda ve dewr tê girtin û daxwaza bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê kirin. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê Serhat Yildiz, Farûk Turkhan û Taylan Akdemîr ên ku ji bajarê Basel a Swîsreyê hatibûn ve hat dewrgirtin.

Serhat Yildiz li ser navê komê axivî. Yildiz Rêber Apo û gelê Kurd silav kir û diyar kir ku ew êdî tehemulî şert û mercên tecrîdê nakin. Yildiz ev tişt anî ziman: “Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Em bang li saziyên demokratîk ên li Ewropayê dikin: CPT li ber me ye, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û DMME li pişt me ne. Divê her kes bi erka xwe bicîh bînin.”

Yildiz bi gotina, “Îro Rojhilata Navîn bûye cihê agir” bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navîn û anî ziman ku ew ne aliyê vî şerî ne. Yildiz diyar kir ku ew rêbaza “Rêya Sêyemîn” a Rêber Apo dimeşînin û destnîşan kir ku ew pergala jiyana wekhev û azad dipejirînin.

Yildiz destnîşan kir ku azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye û bi bîr xist ku ew bi vê baweriyê nobedê didomînin. Yildiz bang li gelê Kurd kir ku bi awayekî xurttir beşdarî pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin bibin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin