Rêber Apo: Ji bo paşeroja Îsraîlê 2 rê hene
Li pêşiya Îsraîlê 2 rê hene. Ya destpêkê; bi xeta heyî ji bo dewamkirina hegemonyayê wê timî şer bike û veguhere împaratoriyeke herêmî. Ya duyemîn jî; xwe ji nava xeleka dijminan rizgar bike û tevlî projeya Yekîtiya Neteweya Demokratîk bibe.

…Zêhniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne. Jixwe gel û çandên li van mekanan tevahiya dîrokê li bin banên siyasî yên hevpar ên mîna konfederal û împaratoriyan mane, îdeal jî nebe, bi vî awayî hebûn û xweseriyên xwe karîbûne biparêzin.
Mîlliyetgirî çi bi awayekî laîk û çi bi awayekî dîndarî bibe, heta zêhniyeta dewleta netewe dewam bike, bivênevê civak ê bêhtir ji hev de bikevin û li dijî hev şer bikin. Wê Îslamiyeta îddîa dikin ku gelekî pêve girêdayî ne jî weke îdeolojiyeke terorê pêşkêş dikin û bi vî awayî vê rêûresmê jî gelekî neyênî dikin. Yekîtiyên neteweyî yên demokratîk çi qasî ku ji bo Îranê, divê ewqasî ji bo van cografyayên berfireh pêşî herêmî û bi wê re di zikhev de li nava Rojhilata Navîn bêne pêkanîn. Dewletên netewe yên mîna Pakistanê ji niha ve gelekî ji hev de dikevin û alternatîfa vê ya herî di cih de projeyeke Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a li nava Rojhilata Navîn e.
Têgîn û teoriya neteweya demokratîk ji bo rastiya kakila hegemonîk a dewleta netewe Îsraîlê jî bi roleke heyatî ya çareserker radibe. Ji bo paşerojê du rê li pêşiya Îsraîlê hene. Riya yekê, bi xeta xwe ya heyî ji bo hegemonya xwe dewam bike hingê wê timî şer bike û bibe împaratoriyeke herêmî. Çawa ku tê zanîn, ji Nîlê heta bi Firatê, heta jê jî wêdetir projeya Îsraîlê ya hegemonîk heye. Ev projeyek e ku piştî Împaratoriya Osmanî hatiye çêkirin. Herçiqasî di pêkanîna vê projeyê de gelekî gav hatibin avêtin jî di warê gihiştina wê ya armancê de hê jî kêm e. Di demên dawiyê de Îran derdikeve pêşiya wê û Îran jî bi heman awayî xwedî hesabên hegemonîk e, û ev dike ku di navbera wan de nexweşî û tengezarî çêbibe. Di navbera wê û Tirkiyê de jî nexweşiyek heye, lê nayê zanîn ka ev çiqasî ciddî ye. Di vê qonaxê de mirov dibîne ku wê pêvajoyeke bi şer a hegemonya herêmî pêk bê. Bivênevê ev pirsgirêkên ji ber dewleta netewe derdikevin holê wê mezintir bibin; hesabên hegemonîk ên li beramberî hev bi xwe rê li ber van pirsgirêkan vedikin. Ji bo Îsraîlê û gelên Cihû riya duyemîn ew e, ji nava çembera dijminan a her tim xurt dibe dikare derkeve, tevlî projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vî bingehî ji bo gavavêtinê dikare bibe xwedî însiyatîf. Sermayeya maddî û entelektuel a li pişta Îsraîlê ji bo projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk dikare bi roleke girîng rabe. Bi vî awayî hem dikare xwe weke neteweyekî demokratîk bêhtir têkûz bike, hem jî dikare vê li nava Rojhilata Navîn di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya demokratîk de pêk bîne, û pê bigihîje wê aştî û ewlekariya mayînde ya gelekî hewcedarî wê ye.
ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Û RÊVEBERIYÊN KONFEDERAL
…Li Iraqê li şûna dewleteke netewe bi sê yan hê bêhtir dewletên netewe, li Filistînê ji niha bi sê dewletan, li Afganistanê bi qasî hejmara eşîran bi dewletokan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe elîtên desthilatdarî û dewletê têra xwe bûne bar û li van ên nû bêne zêdekirin, wê ev bi tenê zordestî û mêtinkariyê zêdetir bike û ji vê pêve encameke din dernaxe holê. Ev jî tê wê maneyê pirsgirêkên civakî û şer ê zêde bibin. Şoreşa Kurdistanê çareseriya neteweya demokratîk bi rêveberiyên konfederal û avakirina otorîteya demokratîk bi sazî bike, ev model ê girêkên kor ên desthilatdariya hezarê salan a Rojhilata Navîn û nexweşiyên wê yên dewletdariyê karibe çareser bike û rê li ber veguherînên bi kok veke. Tişta ku çand û gelên Rojhilata Navîn pirr hewcedarî wê ne, otorîteya demokratîk e. Ji bilî vê, ceribandina hêzê û pêngavên çareseriyê yên xwe disipêrin erka dewletê, çawa ku me di mînakên wan ên heta niha ceribandî de dîtine, wê rê li ber jiyanekê vekin ku di bin pirsgirêkên giran ên civakî de bimîne.
Hegemonya Rojavayî kengî nikarîbû xwe li herêmê bi sazî bike, bi kêmanî bi dewletên netewe yên mînîmalîst karîbû bi sîstema xwe ve girê bide. Di vê qonaxê de ku em gihiştinê, vê rêbazê îflas kiriye, têk çûye. Saziyên di asta neteweya demokratîk de ku Şoreşa Kurdistanê wê wan pêk bîne û ava bike, wê karibin vê rêûresmê berevajî bigerînin. Li ser bingehê çandên hevpar ên di dîrokê de hatine parvekirin Şoreşa Kurdistanê wê karibe Yekîtiya Neteweyên Demokratîk pêk bîne. Divê mirov hêmanên demokratîk ên çanda Rojhilata Navîn piçûk nebîne. Kevneşopiyên qebîle û eşîrê yên hê jî bi hêz in, rêûresmên dînî û cemaetî bi pîvan û saziyên netewebûyîna demokratîk re bi yek bin, pêkan e ku bibin hêza demokrasiyê. Divê mirov ji bîr neke ku desthilatdariya despotîk çiqasî ya bikaranînê be, bi kêmanî ewqasî jî pêdivî bi hewcedariya bi demokrasiyê heye û dikare pêk bê. Li her devera desthilatdarî bi hêz be li wir hêza potansiyel a demokrasiyê jî mezin e. Pirr eşkere derketiye holê, Rojhilata Navîn bi têgihiştinên heyî yên netewe û desthilatdariyê bi rêve naçe.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî ji niha ve divê ban û sîwana Yekîtiya Neteweyên Demokratîk bi lez bê avakirin. Li ber çavan e, ti dewlet bi tena serê xwe nikare bi pirsgirêkên mezin dibin serî derxe, lewma yên xwe nedin ber yekîtiyê û jê birevin, bêîddîa ne, û ev helwest bi xwe bi çaresernekirinê re yek e. Mirov nikare dewletbûyîna netewe ya Kurdistanê (li ser navê Kurdan) weke pêşketineke şoreşgerî binirxîne. Bi tenê wê li pirsgirêkên giran ên herêmê yeke din bê zêdekirin. Dewleta netewe ya Kurd a li Iraqê tê ceribandin, eger bi netewebûyîna demokratîk dor lê bê girtin û mirov karibe wê weke yêdekeke lihevhatinê ya pêvajoyê bihêle, hingê dikare li Kurdistanê û li nava Rojhilata Navîn bi roleke erênî rabe. Yan na divê mirov li bendê be ku rê veke li ber pirsgirêkên ji problematîka Îsraîl û Filistînê girantir.
Çareseriya modela neteweya demokratîk ferz dike, ne înkara dewletên netewe ye, bi çareseriya destûra bingehîn a demokratîk ve girêdayîmayîna wan ferz dike. Li Ewrûpaya Rojava zewaca dewlet û demokrasiyê yekane modela çareseriyê nîne. Berevajî, modelek e ku pirsgirêkên wê gelek in, û çareseriya van pirsgirêkan paşve dixe. Li Rojhilata Navîn modela ku divê bê ceribandin, çareseriya destûra bingehîn a demokratîk e; hebûn û xweseriya neteweya dewletê û neteweya demokratîk dike bingeha xwe. Ji bilî vê, modelên yekîtiyê yên derkevin holê wê ji Konferansa Îslamê û Yekîtiya Ereban (divê mirov Konseya Dewletên Tirkî jî li vê zêde bike) wêdetir neçin. Neteweyên li hundir bi sîstema destûra bingehîn a demokratîk ve girêdayî (li vir mabest ji netewe ew e, neteweya dewletê û neteweya demokratîk li hev dikin û ji vê netewe yan jî neteweya neteweyan pêk tê), di nava xwe de Yekîtiya Neteweyên Demokratîk pêk bînin, bêguman ev ê pêşketineke mezin be. Ev yek wê bi tenê aştiyeke mayînde pêk neyîne, bi yekîtiya girseyên bi tevahî ji bêkariyê xilasbûyî, û îndustriya ekolojîk û ekonomiya kominal wê bê maneya berhemdariyeke ekonomîk û Ronesanseke çandî jî.
Di vê serdema teknolojî û agahiya heyî de ti kes nikare bêkarî, ekonomiya bêber û jiyana çandî ya hêvî jê nayê kirin weke çarenûsekê bibîne. Yên ku wisa bibînin an ji aliyê îdeolojîk ve çavên wan kor bûne yan jî bi hegemonya îdeolojîk a sîstemê radibin û rûdinên. Rojhilata Navîn, bi tenê li bin banê Yekîtiya Neteweyên Demokratîk dikare rola xwe ya gerdûnî ya di dîrokê de gelekî dirêj ajotiye bigire destê xwe û pê rabe. Çawa ku ez timî dibêjim, Kurd mîna rola xwe ya di dema şeveqa şaristaniyan de pê rabûn vê carê li ser bingehê şaristaniya demokratîk dikarin bi roleke bi heman rengî rabin. Potansiyela Şoreşa Kurdistanê û çareseriya neteweya demokratîk a Kurd ji bo vê her cure hêza (fizîkî û entelektuel a) pêdivî pê heye bi zêdeyî pêşkêş dike. Şoreşa Kurdistanê ji her demê bêhtir Şoreşeke Rojhilata Navîn e. Netewebûyîna demokratîk a Kurd jî Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn e.
Hingê Şoreşa Kurdistanê wê bi Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ên Rojhilata Navîn gerdûnî bibe. Gelek yekeyên dewleta netewe yên modernîteya kapîtalîst weke Neteweyên Yekbûyî û gelek yekîtiyên herêmî (yekîtiyên dewleta netewe yên li Ewrûpa, Asya, Emerîka û Efrîkayê), ji roja hatine avakirin heta niha ji ti pirsgirêka herêmî û global re çare nedîtine. Ji ber ku dewleta netewe ji aliyê binyewî ve xetimiye û bi sedema kapasîteya wê ya ku pirsgirêkan mezin dike û wan paşve dixe, yekeyên Neteweyên Yekbûyî û yekîtiyên herêmî yên bi vî rengî jî di heman rewşê de ne.
Li şûna van mînakên têkçûyî avakirina yekîtiyên nû û yekeyên ji yekeyên dewleta netewe bihurî pêdiviyek e ku divê dereng neyê xistin. Herçend pêdivî bi Yekîtiyên Neteweyî yên Demokratîk ên Herêmî heye, wekî din bi awayekî lezgîn pêdivî heye ku li şûna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Dinyayê bê pêkanîn. Ev yekîtiya ji dewletên netewe bihurî wê ji yekeyên neteweyî yên demokratîk pêk bê. Em çi herêmî, em çi global bifikirin, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ne bi tenê ji yekeyên dewletê, divê bi tevlîbûna rêxistinên civaka sivîl pêk bê. Aştiya dinyayê bi dewletên netewe yên ku çavkaniya şer in, pêk nayê. Di heman demê de bi saziyên modernîteyê yên ku çavkaniya krîzan in, xweşhalî çênabe. Mînakên heyî têra xwe vê rastiyê piştrast dikin. Çawa ku aştiya dinyayê bi neteweyên demokratîk dibe, pêdiviyên bingehîn û mafê xebatê yê gelên dinyayê jî ne bi yekdestdariyên fînansê yên li pey kara har û çavsorî diçin, lê bi yekîtiyên îndustriyê yên ekolojîk, ekonomiya ekolojîk û kominal dibe yên ku xebatê weke azadî dihesibînin û vê xebatê ji bo her kesî dixwazin.
Ji pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo hatiye berhevkirin.