Perspektîfa ku Rêber Apo ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand
Em perspektîfa Rêber Apo diweşînin ku ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re hate şandin û li Serxwebûnê hate weşandin.

DESTPÊK
Danişîna me dişibe weke pêş konferansekê. Ez dixwazim sernaveki wiha bidim xebata me:
“Di hebûn û pirsgirêka Kurd de dawiya demekê û gav avêtina ber bi serdemeke nû.”
Wê ev xebatek pir zehmet û dîrokî be. Ber bi vesazîbûnek nû ve dema em diçin, pêwîstî pê heye ku pirsgirêk di bin gelek sernavên cuda de were dest girtin. Pêwîstiya van hemû sernavan jî tehlîlên kûr ferz dike. Wê dem bigire. Nabe ku em ecele bikin jî. Ligel vê
“Destpêk” ew ê ruhê metna esasî bidiyê. Têgihiştina di van sernavên bingehîn de ew ê têra xwe afirîner be. Em ê li ser vê “Destpêkê bigirin dest. Heval jî dikarin xwe bispêrin vê reşnivîsê û pêvajoyên Kongreyê bigirin dest. Ji ber ku tevahiya xebatê dibe ku mehekê bigire. Ev jî dibe ku pêvajoyê dereng bixîne û bibe sedema tengasiyan.
Ez dixwazim bi mijara “Di Kurdan de serwextbûna hebûnê û hay jê hebûn” dest pê bikim. Ew nêzîkatiyên binavûdeng yên wekî; “Kurd hene yan nîn in? Heke hebin çiqasî bûne hebûn? Ya herî girîng jî, ev hebûn û azadî çiqas di nav hevdu de ne û çiqasî hevdu pêkan dikin?” PKK, tevgera hebûna îspatkirina hebûna Kurdan û vekirina deriyê azadiyê ye. Waye, di vê xalê de xitimandinek heye. Qonaxa piştî salên 1990’î şûnde hinekî vê îfade dike. Ji bo wê jî, em hinekî çav biavêjin raboriyek nêzîktir. Weke mînak, em dikarin gotinên beriya bidarvekirinê yên Şêx Seîd û Seyîd Riza, du pêşengên serhildanên Kurdan yên bi bandor û kevneşop çawa şîrove bikin? Dikarim hinekî vê vekim. Ev tunekirina Kurdayetiya kevneşop îfade dike.
Wateya van gotinan ev e. Kurdayetiya kevneşop, di heman demê de tê wateya hebûna Kurd ya kevneşop. Her du pêşengên dawî yên hebûna Kurd, li ber sêdarê tunebûnê îfade dikin û mîrasek, bîranînek li pey xwe hiştin. Gotinên Şêx Seîd yên dawî çi bûn? Pirseke wiha dipirse: “Dozger beg, ka te gotibû em ê bi hev re berx bixwin” Ev xefleteke olî ye, ji ber ku şêxekî oldar yê Neqşî ye. Di esasê xwe de îfadeya xapandineke trajîk a bikovan e. Nîşan dide ku, di ew bîrdoziya xwe radest kirî de çiqasî hatiye xapandin. Vê radixe ber çavan.
Gotina Seyîd Riza ya “Min nekarî bi we, bila ev ji min re bibe derd; lê min li ber we çong ne danî, bila ev jî ji we re bibe derd” hîna watedartir e. Ev gotin hem xapandinê îfade dike, hem jî nîşan dide ku heta kêliya dawîn teslîmbûn li ser hatiye ferzkirin, û gotine ‘teslîm bibe û jidarvekirinê rizgar bibe’. Dibêje, ‘na, ez teslîm nabim, bila ev jî, ji we re bibe derd.’ Birastî jî Dêrsîmê weke çavkaniyeke derd dihêle… Vê îfade dike. Di encamê de, her du kevneşopî jî, hem kevneşopiya Neqşî, hem jî kevneşopiya Elewî, yan jî kevneşopiya Sunnî û Elewî, di esasê xwe de her du jî çêkirîne. Dema ku Modernîteya Kapîtalîst, di aliyê bîrdozî de, bi şêweya netewe-dewletê pêş ket, bingehê înkarkirina Kurdan li ser van her du têgînan datînin. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de Elewîtiyek wiha çêkirî înşa dikin. Di rastiyê de bi van her du xapandinan hebûna kevneşopiya Kurdan tê tune kirin. Cewherê xwe ev e, lê hîna jî şopên wê balkêş in; hem di şênberiya Çewligê hem di şênberiya Dêrsimê de tê jiyîn. Van pêşengan di rastiyê de ev yek îfade dikirin. Li ber sêdarê ev îfadekirin pir girîng e. Rastiyeke mirî îfade dikin. Ne rastiyeke nexweş, ne rastiyeke birîndar, rastiyeke mirî.
Girêdayî vê, pêvajoyeke navberê ya di şexsê Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî, Qasimlo û Celal Talabanî de tê jiyîn heye. Ev qonax kîjan rastiyê îfade dike? Belê, rastiyekê îfade dike. Kevneşopiya em dizanin, em dibêjin feodal, em dibêjin qonaxa borandinê. Qonaxa ku ji wê derê dest pê dike û tê heta dema me, kesayetên nîv bûrjûwa, nîv arîstokrat. Ji bûrjûwayan mebesta me ev e, qonaxa piştî şerê cîhanê ya duyemîn û di roja me ya îro de hebûna xwe berdewam dike. Ango di rastiyê de kapîtalîstbûn û bûrjûwazîbûna di Îslamiyetê de… Qonaxek wiha hat jiyîn, yan jî dikare bê jiyîn? Lê heye. Kapîtalîzmek wiha, hebûneke neteweperest û serwextbûneke bingehê wê neteweperestî heye. Ji nûnerên wê diyar e. Jixwe kevneşopiyeke Qazî Mihemed ya dewletbûnê heye. Hîna jî ezmûna dewletbûna Barzanî tê jiyîn. Talabanî jî şirîkê vê ye. Lê heta niha jî netew dewleteke Kurdan ya ku mohra xwe li serdemê bide hîna nîn e. Yan jî, çiqas hewldan hebin jî ev yek bi guman e. Heke bibe jî wê çiqas diyardeyek herêmî be, mijareke nîqaşê ye. Ya herî girîng jî, ev dewleta federe ya Kurd ya dawî jî li dijî me hat pêşxistin. Ev, rasterast li ser bingehê Komara Tirkiyê hate pêşxistin. Di rastiyê de versiyoneke pêkhatinê ye. Ji 92’yan pêde ji bo tasfiyekirina tevgera şoreşger wekî amûrekî derxistin pêş. Destpêkê parlamena federal, piştre jî organên din. Vaye hêzên leşkerî van belavokên teslîmbûnê ji bo em teslîm bibin bi alîkariya van hêzan davêjin. Ev rastiyeke pir balkêş e. Ev qonaxeke navberê ye… ango neteweperestiya Kurd, sermayeya Kurd, em ji wan re dibêjin bûrjûwaziya komprador ya paşverû. Dibe ku hîn pêşketîtir bin, navend Amed be, navend Hewlêr be, navend Silêmanî be, heta belkî navend Mehabad be. Lê li gorî min ev pêkhatina amûrên ji bo tasfiyekirinê hatine ferzkirin, weke hêmanên dijî şoreşê yên demborî, sûnî ne. Hem naveroka wan ya bîrdozî wiha ye, hem jî pratîkbûyîna wan wiha ye.
Yek jî em behsa qonaxeke navbera navberê dikin. Qonaxa navbera navberê, qonaxeke heta dema me tê. Weke nûner yan jî îfadekarên wê jî Saît Elçî, Saît Kirmizitoprak, Silêman Maûnî û birayên xwe, heta min Siraç Bilgîn jî xist nav. Di wêjeyê de jî Cegerxwîn, di muzîkê de Aram Tîgran. Em ê wateyek çawa li wan bar bikin? Em ji wan re dibêjin welatparêz. Em ji hinekan re jî dibêjin sosyalîst. Hemû jî modern in, durist in, ango hevkariyek jî nekirine. Nebûne îradeya hêzên dijber, nebûne amûrên hêzên dijber, nebûne dengê hêzên dijber. Lê pir şexsî mane û piraniya wan jî, ji aliyê hevkaran ve hatine îmhakirin. Di xwe watedarkirinê de zehmetî kişandine, di xwe jiyandinê de zehmetî kişandine û hemû jî bûne qurbaniyên komployan, ya herî girîng jî li penaberiyê mirine. Rastiyeke van a penaberiyê heye. Lê, tabî hinekî li ser me jî bandor kirine. Ango em ji kîjan aliyî ve bigirin dest evana protoyên me ne. Ez ji bo xwe jî dibêjim, evana weke rastiyeke proto Apocî tên xuyakirin. Min xwest wateyeke wiha li vê qonaxa navbera navberê bar bikim.
Piştî vê destpêkê beşa ku me eleqedar dike, dixwazim behsa rastiya xwe qonaxa ku mohra xwe li dawiya sedsala 20’an û destpêka sedsala 21’ê dayî bikim. Rastiyek Apo heye, ev vekirî ye ne tê înkarkirin, ne jî tê nepixandin. Tabî, ev rastiya Apo yan jî heqîqeta Apo divê çawa were şîrovekirin? Weke xeyal û rastî çi îfade dike?
“QONAXA APO” di karektera rêbertî de pir kêm hat fêmkirin. Fêm nabe. Hûn dibêjin “Rastiya Rêbertî”, lê ev rastî çi ye, hûn fêm nakin. Gel belav bûye, felc bûye, hêza têgihiştinê nîne. Kadro têrker nîne. Ev 50 sal in matmayîbûyîn, Mesîhbûyîna Kurdan girêdayî vê rastiyê ye. Di PKK’ê de çêbûna Rêbertiyê di dîroka Kurdan de noqteyeke werçerxê ye. Herî kêm, qasî şiyarbûna Kurdan û şoreşa vejînê girîng e. Apo, ne mesîheke ku ji asîmanan hatiye xwarê; Rêberek e ku, bi ked û pêkanîna civakî xwe afirandiye. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de înşabûna rêbertiya sosyalîst e. Avabûna rêbertiya di Apo de ne avabûna kulta şexsekî ye, avabûna rêbertiya kolektîf e.
Di pêvajoya derketina Rêbertî de, Kurdayetî hatibû belav kirin, rêbertiya kevneşop îflas kiribû û Kurd ji fikirandinê hatibû xistin. Lewma jî, pêşketina wê ya di rewşeke wiha de, wateyên mûcîzewî lê bar kirin tê fêmkirin. Lê êdî bes e! Ev 50 sal in ez li benda fêmkirinek rast im. Ez vedibêjim, vedibêjim û dîsa vedibêjim. Rastiya Rêbertiya PKK’ê fêm nekirin, PKK’ê fêm nekirine, Kurdê azad fêm nekirine, Kurdistan fêm nekirine. Di paşverûtiyê de israr kirine. Lewma jî hûn pêş nakevin û nabin Rêber. Ji bo we bikim parçeyekî Rêbertiya rast, ev 50 sal in ez di nav ked û tekoşîneke bê eman de me.
Heta rastiya Rêbertiyê rast neyê fêm kirin û xwe nedin ber vê rastiyê, pêşengtiya civakê dayne aliyekî, hûn nikarin bimeşin. Bi rastî jî hûn nikarin xwe hilgirin jî. Hêzek min ya mûezam ya gotin û çalakiyê heye. Ez vê pêşkêşî we dikim, hewl didim zorê bidim we, lê hûn dîsa jî nagirin. Hûn xwe wekî bêçaresertiyekê ferz dikin û di vê de israr dikin. Çima? Ev girîng e, ji ber ku karekî cidî ye. Di vê kêliyê de rastiya Apo, hem weke mawe-rewşê hem jî weke kêliyê mohra xwe li dîrokê daye û wisa diçe. Û em hatin tengasiya di PKK’ê de û ji bo wê çareserî dîtinê; ango mijara fesih kirinê. Ev kêlî hîna jî rewşeke ku her kêlî dijîm… Belê, di vir de dubareya kêliyekê heye, nirxê wê yê afirandinê zêde nîne, pêwîstî bi gav avêtinek mezin heye. Divê gavek bê avêtin. Balkêş e, ne ji aliyê me ve, ji aliyê kesekî her tim hemberî min di nav tekoşînê de, her kêliyê ji bo darve kirina min her tişt kirî, kesekî li ser hesasiyetên tirkbûnê bûyî partî û di nav dewletê de bûyî deng û destê herî bi bandor, ango Devlet Bahçelî, ev qonaxa nû vekir. Ango kesekî ku li hemberî me pêşengê şerekî bê eman Devlet Bahçelî, ji şandeya DEM’ê re wiha dibêje: “Min tevahiya emrê xwe ji bo vê xerc kir, lê niha dixwazim pêşiya qonaxeke nû vekim.” Li gorî min ev jî, îfadeya bangeke vekirî ya aştî û civaka demokratîk e. Hem bangeke aştiyê ye, hem jî hevgirtî ye. Hem jî bangeke aştiyê ya xwediyê naverokeke demokratîk e. Pêşketin hinekî vê nîşan didin. Û tekane encama em ji vir derxin ew e ku, tenê yên şer dikin dikarin aştiyê pêk bînin. Ango ne hêzên duyemîn û sêyemîn, ne hêzên navberê û mutefiq, tenê hêzên berpirsyariya şer girtine ser milê xwe, dikarin berpirsyariya aştiyê jî bigirin ser milên xwe. Ji ber ku aştî jî herî kêm qasî şer tiştek cidî ye. Û berpirsyariya bûyereke wiha cidî jî, tenê kesên dereceya yekemîn girtine ser mile xwe dikarin xwedî lê derkevin. Lewma vî şerî dewlet dimeşîne. Ez pêwîstî dibînim ku, ev şerê ligel dewletê, li ser esasê aştiyê veguherînim ceribandina destpêkek nû. Di van şeş mehên dawî de ev hat ziman. Me jî pir bi îsabet biryar da ku ev destê hatiyê dirêjkirin li hewa nemîne, ev dengê ku bilind dibe bêolan nemîne û me bersiv da. Me weke berpirsyar û rêveberê vî şerî yê yekemîn xwe berpirsyar dît û bêyî ku dereng bimînin me bersiv da. Ev jî, ji raya giştî re hatiye parvekirin. Îfadeya wê jî wiha ye: Ancax yên şer dikin, dikarin aştiyê bikin. Hêza muxatabên din a pêkanîna aştiyê nîn e. Di rêza duyemîn de ne, ya jî alîkar in. Însiyatîfa esas ya kesên pêşengtiya van karan dike ye. Wiha ket rêyekê, li gorî min rêbazek tendurist e. Li ser bingehê vê rêbazê me destpêk hinekî berfireh kir û di çavdêriya dewletê de, bi vê civîna xwe em bernameya xwe amade dikin. Em di nav hewldana civakek demokratîk ya çawa de ne. Em dixwazin ji vê qonaxê derbas bibin. Ev çi ye? Taybet ligel komara Tirkiyê, ji şer û pevçûnên cudaxwaz derkevin û derbasî pêvajoya aştî û yekîtiya demokratîk bibin. Ji bo dewletên din jî -Iraq, Îran û Sûriye- pêvajoyên heman rengî wê bikevin dewrê. Di însiyatîfa Tirkiyê de bûyîn jî, li gorî min, îfadeya hem aqil, hem jî rastiyê ye. Divê wisa be û wisa dibe. Lewma jî ev gava tê avêtin gaveke pir cidî ye. Her çiqas rastî hinek zehmetiyan were jî dişibe gava herî rast. Ev qonax wê were derbas kirin? Bi temamî hewldanên afirîner wê vê yekê pêkan bike. Li ser vî esasî, pêvajoya nû, di bin heft sernavên navberê de pêşkêşkirinê diceribînim. Min ev heft sernav çima hilbijartin, çawa hilbijartin? Em nîqaş dikin.
1-XWEZA Û WATE
Min xwest bi ya ku herî kêm tê aqilê mirov, bi “Xweza û Wate” yan jî bi “Diyalektîka Xwezayê” dest pê bikim. Ez hinekî din hewl bidim vekim. Wate, têkilî û parvekirinê îşaret dike. Wek karakterîstîk, têgîneke hevbeşî û civakî ye. Wate, beriya her tiştî wateya tiştekî ye. Mirov nikare behsa wateyeke serbixwe û derveyî hebûnê bike. Baş e, wate çawa çêdibe? Mirov bi guhdarîkirina xwezayê hêza wateyê pêş dixîne. Ji ber wê çendê jî tarzê fêrbûyînê yê yekemîn teqlît e (mimetik). Mirov bi guhdarîkirina xwezayê, ji xwezayê vediguherîne.
Di nava herikîna dîrokê de, rêbazê fêrbûyînê yê guhdarîkirina xwezayê her ku çûye lawaz bûye. Ji ber ku, her ku zimanê sîmgeyî û zihnê analîtîk pêş ket, însan xweza bi têgînên xwe pênase kir û ev yek jî bi biyanîbûna mirov ya xwezayê encam bû. Ev biyanîbûn di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de gihîşt lûtkeyê. Fikra serwer ya her qonaxê dibe heqîqeta wê qonaxê. Ango fikra serwer ya qonaxekê hebe, ew wekî heqîqeta wê qonaxê tê pejirandin. Rastiyek heye, îfadeya wê heye û ew îfade jî fikrekê yan jî xeyalekê îfade dike. Weke mînak, serdema fikra mîtîk serwer re, em dibêjin serdema mîtîk. Ango serdemek temamî bi xeyalan tê îfade kirin. Serdema herî dirêj a mirovahiyê jiya ye. Bi milyonan salan serdema mîtîk hat jiyîn. Aliyê wê yê teqlîtê (mîmetîk) zêdetir li pêş e û bi hîsên heywanan yên teqlîtê re nav hevdu de ye… Ji vê serdema ku bi milyonan salan berdewam kiriye re serdema mîmetîk tê gotin. Mîmetîk… Piştre fikra mîtîk pêş ket. Ew bi giranî heqîqeta serdema neolîtîk, neolîtîka jorîn û mezolotîkê ye. Miqabiliyeta wê ya civakî, civaka klan û qebîleyan e. Kedîkirina nebat û heywanan, di esasê xwe de şêwazê çand û jiyaneke nû dibe îfadeya vê serdemê. Fikra mîtîk, fikra mîmetîk û hîsên heywanan derbas dike. Temamî bi xeyalan tê îfade kirin. Di mirovan de fikreke sembolîk pêş dikeve. Di aliyê fikrî de ji heywanan cudabûn çêdibe. Fikra sîmgeyî tenê xisûsek însanan e. Însan di aliyê fikra sîmgeyî de ji heywanan cuda dibe. Di fikra mimetîk de sembol nîn in, tenê teqlît heye. Teqlît fikrek e yan na, tê nîqaşkirin. Dibe ku di heywanan de hiş hebe, lê ew ne rewşeke fikrê ye. Bi vî awayî fikra serdema mîtîk sîmgeyî ye. Cîhana fikra serdema mîtîk, çîrok in. Hinekî wêdetir, fikra olên yek xwedayî yan jî fikra dişibe olên yekxwedayî heye. Kêm-zêde heya roja me ya îro, qonaxek ya fikra olî, watedayîna olî heye. Çavkaniya her duyan jî cihê ku em dibêjin Rojhilata Navîn û dergûşa mirovahiyê Mezopotamya Jorîn e. Dergûşa fikra mîtîk jî, fikra olî jî navbera geliyên Dîcle û Firatê ye. Mît, hûnandinên wateyî yên civakîbûyînê ne. Li ser esasê pêwîstiyên madî û manewî yên jiyana civakî, bi roleke avakariya civakê hatine sembolîzekirin. Bi awayê civakîbûyîna klanê hêza heqîqeta zihnî ava dike.
Çerxa ekolojîk ya mezin, kêm-zêde beriya 15 hezar salan bi dawî dibe. Di wir de serdemeke avhewayê ya nû destpê dike. Ev, neolîtîkê pêkan dike û serdemeke nû dest pê dike. Însan jî di vir de destpêkê ziman îcad dike û fikra sîmgeyî îcad dike. Ber bi şaristanî û dewletê ve gav diavêje.
Fikra vê serdemê xwezayê ifade dike, wateyeke wê ji bo xwezayê heye? Di esas de wekî ku heye, xuya dike. Heke em wekî mînak, Îslamê bigirin dest, têgînek ku her tiştî pêve girêdidin ya wekî Xweda heye. Li gorî wê, Xweda; gerdûnê dorpêç dike, her kêliyê li ser her tiştî serwer e, di her kêliyê de her tiştî diafirîne û hwd. Pênaseyek wiha ya Xweda tê kirin. Heta tê îfadekirin ku nayê pênasekirin. Bawerîyek e, wisa tê pêşkêşkirin ku nayê îfadekirin. Dema dibêjin Îslam, ev e. Di esasê xwe de ev merhaleyek e û di dîroka mirovahiyê de merhaleyek pir balkêş e. Sedema ewqas bandorbûyîna ji Îslamê jî ev e. Îslam, fikreke di navbera felsefe û mîtolojîk de ye. Fikra Îslamî ne tam felsefe ye, ne jî tam fikra mîtîk e. Bi awayekî hişk li hemberî her duyan e jî. Di Xezalî de ev yek îfadeya xwe dibîne. Heke em wekî ekolekê bigirin dest, Xezalî ekola serwer e. Li aliyekî deriyan li felsefeya ku li Ewrûpayê rê li ber zanistê vedike û ber bi serkeftinê ve diçe, digire; li aliyekî kelamê pêş dixe, lê kelam felsefe nîne. Li aliyê din jî serdema mîtolojîk digire. Bi vî awayî serdemeke nipinû yê Îslamê dest pê dike. Pir bi bandor e, mohra xwe li serdemê daye. Hem Mesîhtî, hem Tewrat, hem jî olên Hînd û Çînê paşde xistine û ji bo xwe qad vekiriye. Çima? Ji ber ku qonaxeke girîng e. Di qonaxa navbera felsefe û mîtolojiyê de qonaxeke navbera ya nebe nabe ye. Ji bo wê pêxemberek pêwîst bû. Hz. Muhemed jî wê îfade dike. Dibêjin ya, 99 sifêtên xwedê hene. Ew 99 sifêt, hemû tiştên ku îfadeya xwe wekî, yên dîtir dibîne ye. Di rastiyê de, gerdûn felsefe ye. Merhaleya wê ya pêşîn bû. 99 sifêt felsefeyek e. Bernameyek e. Pêşengê felsefeya nûjen, pêşengê zanista nûjen e. Ji ber vê jî, li gorî Mesîhtiyê pir bi bandor e. Lê tengasiya wê jî di hundirê wê bi xwe de ye. Ji ber ku deriyê derbasbûna felsefeya nûjen girtiye. Nakokiya Îbnî Rûşt û Xezalî tê zanîn. Xezalî, Îbnî Rûşt mehkûm dike, lê fikra Rojavayî Îbnî Rûşt esas digire û pêş dixe. Ew şoreşa felsefî û zanistî ya tê zanîn pêk tîne, Îslam jî bi temamî xwe ji wan re digire. Bi vî awayî serketina Rojavayî dest pê dike. Îslam, ji fikra mîtolojîk û ola Tewratê (em bi Mûsewîtî bi nav dikin) zêdetir heqîqetê îfade dike. Lê ji ber ku pir bi israr e, hem vekirinên Mesîhtiyê hem jî nêzîkatiyên baweriya mîtolojîk yên hişk ji du aliyan ve zextê li ser çêdike. Girtîbûn, Îslamê dike hêzek pir hişk û paşverû. Sedsalên 15 û 16’an de lûtkeya hişkbûyîn û girtîbûnê tê jiyîn. Sedsalên 9 û 10’emîn, di Îslamê de sedsalên ronesansê ne û cîhanê jî bandor dike. Lê sedsalên 15 û 16’an sedsalên girtîbûn û paşverûtiya herî mezin e û Îslam fiîlen tune dibe. Di şexsê Safewiyan de, li Hindistana Babûran de û li Osmaniyan ku navenda wê Stenbolê de girtîbûnek mezin dest pê dike û jixwe sedsalek din şûn de -sedsalên 17 û 18’an de- temenê xwe temam dike. Li gorî min Îslam di sedsala 18’an de tine bûbû. Êdî heyatîbûna wê nemaye, piştre hatiye îstismarkirin. Ingilîz, vê Îslamê îstismar dikin û ew serweriya cîhanê -ya ku ji giravekê dest pê dike û dibe hêza hegemon ya cîhanê- wisa pêk tê. Ev girêdayî hişkbûna di Îslamê de ye. Ez çima vê destnîşan dikim? Min hinekî jî Xiristiyanî xist nava vê. Ji ber ku, bi Xiristiyaniyê serdestiya Rojava dest pê kir. Ew reformasyona di Xiristiyantiyê de, di Îslamê de pêk nehat. Şiîtiyê ev ceriband lê pêk nehat. Li Rojava, ji reformasyonê ber bi ronakbîriyê ve çû. Girêdayî vê ronesans, reform û ronakbîriyê serweriya Rojava ya zihnî pêkan kir û serkeftî kir. Di sedsala 18’an de; Şoreşa Fransayê, Şoreşa Endustriyê ya Ingilîzan, Şoreşa Polîtîk ya Fransiyan… Rojava, di serdema global de, di sedsala 19’emîn de gihişt lûtkeyê. Sedsala 20’emîn de ev lûtke berdewam kir û niha derbasî qonaxeke nipînû dibe. Ez çima van diyar dikim? Heke em raboriyê rast şîrove nekin, ango raborî û kevneşopî rast neyên watedarkirin em nikarin roja îro fêm bikin, heke roja em têde jî baş neyê watedarkirin jixwe pêşeroj nayê watedarkirin. Her çiqas Kemalîzm, pênaseya serwerkirina fikra pozîtîvist be jî, îro fikra muhafezakar hewl dide Îslamê serwer bike. Pozîtîvîzma ku li Rojava hatî derbas kirin, li Tirkiyê bû paşverûtiyek pir mezin. Tiştek ji Îslamê nemaye. Li hemberî Îsraîleke 5 milyon, Îslama Ereb ya 300 milyon nikare nefes bigire. Îslam ji vê yekê berpirsyare. Ruxmî vê jî heke em îro hîna Îslamê xwe dinepixînin, di vir de qilopiloyek heye. Ji bo rast fêmkirina ez van yekan diyar dikim. Niha pirsek, “gelo misilmantî serwer e, yan xirîstiyanî serwer e”. Sedî 99 xiristiyanî serwer e. Divê ev rast werin îfadekirin. Derveyî wê parsektî ye. Li hemberî Rojava, bi têgînên Rojava parastina Îslamê dikin. Parastina Îslamê ya wiha nabe. Rojava di felsefeyê de, di zanistê de, di teknîkê de pir pêşketî ye. Tu dixwazî ji bermahiyên wê, ji vî alî û ji wî aliyê wê feyde bigirî. Vê jî bi şêwazekî parsektî dikî. Bûyera herî dawî ya di Xezeyê de jî derket holê ku, şansê serketina vê yekê nîne. Êrîşî Îsraîlê dike. Ew Îsraîla tu êrîş dikî, hegemonê cîhanê ye. Piştre jî li hemberî wê ji Neteweyên Yekbûyî, ji Yekîtiya Ewrûpa û nizam ji komîsyona mafên mirovan alîkariyê dixwazî. Îsraîlê mohra xwe li wan saziyên ku tu alîkariyê jê dixwazî xistiye. Heke te Îsraîl wekî dijminê rasteqîn îlan kiribe, divê tu parsektiyê ji wan saziyan nekî. Heke tu rast bî, hevgirî bî û naxwazî gel bixapînî vê yekê neke. Ew hêzek hegemon e. Yan tu dê li hemberî hegemon serî bitewînî, yan jî tu yê dê şerekî rasteqînî bimeşînî. Ji ber ku ev li Tirkiyê nehatin kirin fikir parçe parçe ye û sermaye şelandina xwe didomîne û li ser vê pevçûnê serweriya xwe mezintir dike. Ji bo balê bikişînim ser vê yekê, min ev beş vekir. Bêguman fêmkirina vê girêdayî fêmkirina rast ya roja me ye. Ev rohnahiyê dide mijarê û heçko pêwîst nake zêdetir were vekirin.
2-XWEZAYA CIVAKÎ Û PIRSGIRÊK
Ji bo ku fikra felsefî hinekî xurt bikin, dibe ku hinek xweza û wateyê mereq bikin. Ev mereqek mafdar e, ji ber ku zanist bi mereqê dest pê dike. Ji bo ku ev mereq were pêşwazîkirin û rêyek jê re were vekirin, li gorî min weke yê dîtir an jî weke diyalektîka xwezayê pêwîstî bi fikreke felsefeyi heye. Ji bo wê jî, çiqas fikir hebe min pêwîst dît ku jî parzûnê derbas bikim û encamekê jê derxim. Fikreke spekulatîf e, nabêjim rastiyek teqez e. Hêjaye ku rastiya xwezayê ya din were fêmkirin. Em dikarin ji vê re bêjin gerdûn. Hinek xisûsên ku hîna jî nehatine fêmkirin hene. Behsa teqîna mezin tê kirin. Çi ye ev teqîna mezin, beriya teqîna mezin çi hebû? Ji teqîna mezin û vir ve, ji bo gerdûnê dibêjin pêşketineke 13 milyar salî. Ev zêde aqilane xuya nake. Her ku diçe, di zanista fizîkê de fikrek ya ronîbûna qada pişte tê pêşxistin. Kêliya teqînê yan jî beriya teqînê… Pir xwezayî însan ser vê difikire: beriya teqînê gerdûnek hebû, yan nebû? Ev teqîn ji hebûnan ji milyar caran serê derziyê biçûktir dest pê dike û gerdûna îro çêdibe. Niha galaksiya me ya Kadizan ji 200-300 milyar stêrkan pêk tê. Derdora her sterkêkê bi dehan gerestêrk. Û bi milyaran galaksî… Zayîna van ya hebûnek qasî serê derziyê, pêwîstî bi îzahetê heye. Zanist hewl dide bi fizîka kûantûmê bersivê vê yekê re bibîne. Vaye rêgeza neteqeziyê (kesinsizlik ilkesi), mentiqê wê yê “hem û hem jî” wiha ye. Ligel van hemûyan ev heye. Ew serdema materyalîzma çors hat jiyîn. Baş bû ku ew materyalîzm hat derbaskirin. Gerdûn qet, wekî wan digot nîne. Ew teoriya ku roj (tav) di navenda gerdûnê de, piştre kadiz, pişte kuna reş (kara delik), madeya reş û enerjiya tarî… Niha ev têgîn wê hîna zêdetir bibin. Digotin parçeyê herî biçûk atome, lê piştre mêze kirin ku gelek parçeyên atomê hene. Bi elektron, proton û notronan îzah dikin. Parçeyên wan parçeyan jî hene. Parçeyê Xweda derket. Wel hasil wiha berdewam dike. Çima van yekan dibêjim? Wê deme di aliyê materyalîst de jî, di aliyê îdealîst de jî hîna rastiyek şênber li holê nîne. Tiştek ku, sedî sed ev rast e, yan jî sedî sed ew raste nîne. Diyar e ku di zihnê însan de pêşketin heye, teqînek heye. Lêgerîna heqîqetê wê berdewam bike. Ev tiştekî baş e.
Vekirîbûna zihnê însan ya lêgerîna heqîqetê, herî kêm hêviyê dide. Hem hêviyê dide azadiyê, hem jî hêviyê dide jiyanê. Jiyana Azad… Pêş xistina wê, li gorî min tiştek rast e. Heta şêwazek fikirînê ya vî rengî wê me bibe îzaheta xwezaya civakî. Hûn dizanin, ez dixwazim di ev sernavê duyemîn de vê îfade bikim. Bi awayekî gelemperî, der barê mijara xweza û wateyê de nirxandinek min ya wiha heye: Hegel jî pir bi vê ve mijûl bûye. Hegel wateyê di xwezayê de dibîne. Ruhê gerdûnî, yê ku bi geîst bi nav dike, di esas de rastiyek derveyî mejû ye. Hebûn jî rastiyek e. Wate di hundirê hebûnê de ye. Ji aliyê mejûyê însan ve nayê hilberandin. Di wateyeke din de, ji vê re îdealîzm jî tê gotin. Dibêjin îdealîzma Hegel. Ango ji aliyekî ve rastiyek xwe jî heye. Marks berovajiyê vê îfade dike. Fikrê, wekî teyisandinekê îfade dike. Zeman, hemû tiştên ku di mejûyê însan de pêk tê ye. Vê dide der û fikir çêdibe. Hinekî berovajiyê vê ye. Wate bi xwe di xwezayê de ye. Di vir de nîqaşeke felsefî heye û dewam dike. Berdewam kirina van nîqaşan tiştekî baş e. Wisa cemidandineke materyalîzm, yan jî îdealîzm nêz bûyîn rast nîn e. Ev dubendî ber bi şaşiyê ve dibe. Lewma jî fikirîna diyalektîk, pêşiya dogmabûyînek hişk digire. Navê wê li ser e, feydeya fikirîna diyalektîk, ji dualîbûna wê tê. Ji zimanê Arî tê. Di diyalektîkê de wate qezenc kirina Yek’ê, girêdayî Du’yê ye. Dudo, Yek’ê tîne bîra mirov. Di fikirînê de jî; fikir made pêwîst dike, subje, objeyê pêwîst dike. Ev bi vî rengî berdewam dike. Ev tiştekî feyde ye û derî vekirî dihêle. Berovajiyê fikra diyalektîk, metafizîke. Metafizîk jî şêwazekî fikirandinê ye, lê qasî diyalektîkê serkeftî nîne. Diyalektîk serkeftîtir e. Bes divê were pêş xistin, jixwe pêş dikeve jî. Ew îzaheta xwezayê ya gava din me behs kirî jî, bi saya fikra diyalektîk çêbûye. Ez niha di vir de, yekser derbasî sernavê “xwezaya civakî û pirsgirêk”ê dibim. Belê, civak jî xwezayeke. Lê ji vê re xwezaya duyemîn tê gotin. Rast e. Li gorî min jî ligel xwezaya civakî cudabûnên mezin hene. Taybetmendiya bingehîn jî fikirîna nerm e. Di xwezayê de, ez vir de fikirandinê nîqaş nakim. Lê xwezaya civakî, xwezayek ku bi fikir hatî hûnandine. Însan bi xwe destpêkê sîmgeyî, piştre zanistî û felsefî û olî ew xweza, xistiye bingehê hemû fikirandinên xwe. Xwezaya civakî; keviren nîne, nebatek nîne, heywanek nîne. Li ser bingehê fikir çêdibe. Ferq û cudahiyek xwezaya civakî ya wiha heye. Dema te behsa civakê kir, yekser fikir tê aqilê mirov. Binêrin, Atîna bi civaka felsefî pêş ket. Rojava bi fikra zanistî pêş ket. Dualîteya London û Amsterdamê, dualîteya Atîna û Spartayê… Wê jî mesafeya ligel felsefeyê vekir. Fikra îslamî, wekî fikra herî berhemdar ya olî mesafe girt. Ev hemû qonaxên cuda yên civakî ne. Vaye civaka Sumeran lûtkeya mîtolojiyê ye. Tişta ku civaka Sumeran ewqas dike civaka yekemîn dergûştiya wê ya dewletbûyînê ye. Û Mezopotamya Jorîn, axa berhemdar ya navbera Firat û Dîcleyê bûye lûtkeya fikra mîtolojîk. Jiyana Xweda û Xwedavendan pir bandor e û têgînên ji vir hatine girtin piştre hatine pêşxistin. Têgînên ji vir hatine girtin, piştre Quran afirandiye. Piraniya fikrên di Quranê de ji vir hatine girtin. Piraniya fikirîna felsefî ya Atînayê jî, ji vir hatine girtin. Li Bakûr, ango li Ewrûpa wê demê di serdema hovîtiyê de ye. Atîna, hem felsefeya Zerdeşt ya Medyayê, hem jî fikra olî ya Misrê digire. Rewşenbîrê ku nehatine Babîlê nemaye. Hemûyan Misir, Babîl, Medya û heta Persepolîsê dîtine. Tiştên ku girtine veguherandine sentezekê. Fikra demokrasiyê jî, di esasê xwe di ji vir tê girtin. Li ser wê bingehê şaristaniya Grek-Helen tê avêtin. Her wiha civakîbûna serdema pêşin ya em dibêjin serdema destpêkê, di Marksîzmê de jî wekî “serdema civakê hovîtiyê yan jî serdema hov” tê gotin. Piştre serdema sazîbûna koletiyê pêş dikeve. Beriya ku em derbasî vê mijarê bibin me pênaseya giştî ya civakîbûnê da. Lê çawa pêş ket? Hûn dizanin, pêşketina civakî di mîtolojiya Sûmeran de çawa tê îzahkirin. di ol de -her sê olên yek xwedayî de- çêbûyîna ji bav Adem û ji dayik Hewayê serpêhatiya afirînê bi vekirî tê nivîsandin. Heta dibêjin 5 hezar sal in. Li gorî xwe dîrokekê jî didin. Bi temamî girêdayî baweriya olî ye. Zanistê, fikra Atînayê mesafe xiste navbera xwe û wan. Lewma jî civakek nû afirand û derxist lûtkeyê. Kapîtalîzmê hevsarê xwe qetand û diçe. Fikra navend Rojava, hem bûye hegemonîk, hem jî bûye made. Bûye hêzek madî. Lê di merheleyekê tariyê de dimîne. Ew çi ye? Ev xwezaya civakî çawa çêbû? Û kê çêkir? Civak tenê hebûnek, kombûyîna hinek mirovan pêk nayê. Civak, pergala nirxan ya ku însanên ku hatine cem hev û tiştên afirandinî û derdora wan tiştan kolektîfbûyîn ava kirine. Hêmana hemû xisûsên vesazîbûn û avabûnên civakî yên avakar, hilgir û pêşxistinê wate ye. Objebûn û subjebuna avabûna civakê jî dîsa civak bi xwe ye. Û ev hebûn xwediyê karaktereke ku serê wê vekirî ye. Bi gotinek din civak di rewşekê de ye ku ava dibe, hildiweşe û jinûve ava dibe. Di encamê de însan vê xwezaya civakî çêdike. Xwezaya civakî, rastiyeke ku li derdora cureyê însan çêdibe ye. Heywan jî bi komî dijîn. Ew cuda. Me got, zihniyetek teqlît e. Tiştek e ku bi ajoyên hundirîn û teqlîtê pêş dikeve. Belê, di însanan de jî ajoyên hundirîn hene. Meyla teqlîtê ji heywanan maye. Tebeqeya mejû ya herî jêrê ji heywanan maye. Mejûyê biçûk berpirsyarê ajoyên hundirîne. Lê fikra mîtolojîk fikra mîmetîk derbas dike. Temsîliyeta wê ya di mejû de jî mejûyê navîn e. Di bin berpirsyariya wê de însan dibe însan. Însanê ku fikra mîtolojîk, di esasê xwe de însanê bi mejûyê navîn hatî afirandine. Tabî ev hemû di nav hev de ne. Wisa wekî tu bi kêrê qut bikî tebeqe bi tebeqe bilind nabin. Hemû di nav hevdu de ne. Gerdûneke ecayib heye. Baş e, di cureyê însan de kî dibe berpirsyar. Vaye di vir de jin dikeve dewrê. Tiştekî din ya balê dikişîne jî, çêbûyîna nêrtî û mêtiyê ye. Ev jî hinekî seriyan tevlihev dike. Min zêde lêkolîn nekir. Lê qasî ku dizanim zindiyên destpêkê yek şaneyî ne. Bi parçebûna miyoz, her şane dabeş dibe. Ango ji Yek’ê du derdikeve. Em şêwazekî zêdebûnê yê wiha dizanin. Hîna li holê dabeşbûnek nêr û mê nîne. Û ev bi milyonan salan berdewam dike. Qasî ku hatî tespîtkirin, beriya 300 milyon salan dabeşbûna zindiyan ya nêr û mê pêk hatiye. Hûn dikarin van baştir lêkolîn bikin. Ez wiha bi awayekî çors îzah dikim, jixwe di vir de pêwîstî bi îfadeyeke zanistî jî nîne. Em bi awayekî felsefî nîqaş dikin. Çima dabeşbûnek nêr û mê ya wiha çêbû? Me got ya diyalektîka xwezayê. Diyalektîk ji vê berpirs e. Her tişt du alî ye. Made, ji enerjiyê çawa çêbû, parçe çawa ji hev cuda bûn. Belê di atomê de jî parçe hene. Jixwe parçe nebin atom pêk nayê. Made çawa vediguhere enerjiyê? Made, ango tiştên tên dîtin… Stêrk enerjiya ku bûne made ne. Formûla Einstein E=M. Formûla veguherîna enerjiyê ya madebûnê. Di vir de girîngiya formûlê ew e ku mijarê dide fêmkirin. Mijara mêtî û nertiyê jî dirêjahiya vê ye. Tiştekî derveyî yan jî dijî gerdûnê nîne. Berdewamiya wê, êdî hêdî hêdî şûna, dualîteya di hebûnekê de, yekbûna hebûnên cuda pêş dikeve. Hebûna nêr zêde dibe, hebûna mê zêde dibe û yek dabeşî duduyan dibe û ji duduyan carek din yekîtî… Her ku diçe nêrtiyek kûrbûyî û mêtiyek kûrbûyî pêş dikeve. Kêm zêde ev beriya 300 milyon salan e. Hem di nebatan de, hem jî di heywanan de pêşketinek wiha çêdibe. Hinek heywan girêdayî germahiyê hem nêr, hem jî mê dibin. Lewma ev tiştekî hişk nîne, vediguhere, rastiyeke diyalektîk e. Hûn dizanin LGBT mijarek nîqaşê ya mezin e. Gelek kesên (hermafrodît) xwediyê taybetmendiyên hem nêr, hem jî mêr hene. Bi ameliyatan yan dibin mêr, yan jî dibin jin. Emeliyatên vî rengî pir zêde çêdibin. Xala ku di vir de balê dikişîne, ew e ku di navbera nêr û mê de nebûna kendalek ku neyê derbaskirin e. Tabî aliyê vê yê felsefîk û civakî pir cuda ye. Aliyê vê yê exlaqî û teyîsîna wê ya ser civakê heye. Ev bi fikra diyalektîk dikarin werin derbas kirin.
Dixwazim di vir de ser rola jinê bisekinim. Cudahiya nêrtî û mêtiyê mijareke mûcîzewî nîne, encamê diyalektîka xwezayî ye. Serdestiyekê çênake. Mêbûn serdestiyek nîne, yan jî nêrbûn pîroziyek nîne. Ev bûyerên ku encamên taybet jê werin derxistin nîn in. Di encama diyalektîka xwezayê de ev wê bibin û dibin jî. Nexasim, me ji vê re got, cudabûn. Cudabûn nebe jiyan nabe. Wateya jiyanê girêdayî cudabûnê ye. Tenê kesek wê çawa bikare hem mê be, hem jî nêr be. Di roja me de diyar e nikarin bijîn. Zilamê hermafrodit, wê çawa hem nêr be, hem jî mê be? Exlaqa kevneşop van kesan mehkûm dike. Lê li gorî min ev pirsgirêk e. Bi operasyonan dibe ku aliyê mêr derkeve pêş, yan jî tercîha jintiyê dibe derkeve pêş. Em bêjin her du jî bi nirx in. Xweza, te dabeşî du parçeyan bike, tu yê dê vê rewşa dabeşbûnê wekî derfeta azadiyê, wekî cudabûnê bibînî. Wateya wê cudabûnê heye. Wateya mêtiyê jî, ya nêrtiyê jî heye. Ev yek di civakê de jî hatiye pêşwazîkirin, ya girîng ew e ku wan nekin dijber. Dijberkirin, dibe destpêka pirsgirêkê. Niha pirsgirêka civakî wiha dest pê dike. Yek dibêje nêr serdest e, yên din dibêje mê serdest e… Tiştên wiha di xwezaya civakî de mijarên bi pirsgirêk in. Serdestiya mêtiyê erê, ew ê carinan hinekî pêş bikeve. Em vê hinekî vebêjin. Yê din jî wekî teza dijber derket û got, nêr serdest e. Û di encamê de felaketên tirsnak çêbûn û bû pirsgirêkek mezin. Min gotibû, pirsgirêkên civakî, piştî şaristaniyê bi dewletê dest pê dike. Lê niha wisa xuya dike ne bi dewletê, pir beriya wê, 30 hezar sal beriya niha pêş ketiye. Di encamê de sazîbûnek mêr ya ku qet naşibe jinê û di jinê de jî tîpek kesayetê ya heçko di navbera wê û mêr de ferq û cudahiyên qasî çiyan hene derket pêş. Bala xwe bidinê di navbera kromozomê jin û mêr de ferqek pir biçûk heye. Ferqek pir biçûk e. Di encamê de tişta em jê re dibêjin fikir, taybetiya însan e û jin yan jî mêrtiya fikrê nîne. Fikir, taybetmendiyeke ku van dubendiyan hemûyan derbas dike. Mijara qada siyasî, qada siyasî ya taybetiya mêr, yan jî qada siyasî ya taybetiya jinê tiştekî beredayî ye. Qada siyasetê bi temamî taybetiya însan e. Em dikarin vê hîna jî berfirehtir bikin. Ji aboriyê bigire heya çandê û olan… Cudahiya ola jinê û ola mêr hat kirin lê em nikarin ji vê re bêjin rastiyek bingehîn e. Fikra taybetiya jinê, fikra taybetiya mêr, ev teqez îşaretî pirsgirêkan dikin. Heta pirsgirêk jî nîn in, di pirsgirêkbûyînê de asê mayîne. Heta înkara fikirandina diyalektîk e. Femînîzm fikreke taybetiya jinê ye, beramberî vê zilamtiye. Di zilamtiyê de jî fikra der barê zilam de. Ev du qadên paşverû ne û di esasê xwe de hişk dikin. Ango di xwezayê de hişkbûnek wiha nîne. Diyalektîka di xwezayê de teyîsandina xwe li ser însan çêdike, diyalektîka di civakê de jî jiyana cuda pêkan dike û jiyan cuda ye. Cudahî, jiyanê îfade dike. Jiyan jî bi cudahiyan dewlemend dibe. Dualîteyek dijber ya cemidî dibe kendal. Li ser vî kendalî şer dikin û di bin cinayetên malbatê de ev rastî heye. Nêrîna di kesên ku meyla wê cinayetê dikin de jin cemidandiye, jin teqez jin e; mêr teqez mêr e, lê dema herikîna fikirandina diyalektîk çêbû jî teqez yek îxanetî yê/ya din dike. Yek yekî/ê dikuje. Pirsgirêk bingehê xwe ji vir digire. Wekî min gotî ev jî tê wateya pirsgirêkbûneke mezin. Divê ev were derbas kirin. Ez bawer im, di bin vê sernavê de min pirsgirêkbûyîn rast bicih kiriye. Di çarçoveya dewletê de me got cudabûna gund-bajar, me xwest em bispêrin cudahiya çînî, ev têrê nake… wisa heye ku pirsgirêka ji çînayetiyê derdikeve, pirsgirêka dewlet û komûnê heye. Ez ê van vekim, ev bûyînên cidî ne. Lê di civakê de pirgirêkbûna esasî ji pevçûna nêr û mê derdikeve. Dema fikra mê û nêr dogmatik dibe çav tiştekî nabîne, xwe wekî rastiya bingehîn… em destpêkê vê di jinê de dibînin. Serdema jin-xwedawendan… tê borîn vê weke serdemekê, lêkolînên arkeolojîk jî hinekî vê nîşan didin. Peykerên xwedawendan yên 30 hezar salan nîşan didin ku serdemeke wiha hatiye jiyîn. Îro ji Avrasyayê heya rojavayê Ewrûpa, ji Rojhilata Navîn heya Afrîkayê tespît bûye ku serdemeke wiha hatiye jiyîn. Baş e xwedawendî tê çi wateyê? Me wê roja borî behs kiribû, hewce nake em nîqaş bikin. Jin hebûnek dizê ye, zayîn di jinê de pêk tê. Di însan de zayîn cuda ye, divê baş were fêmkirin. Hemû lêkolîn nîşan didin ku zêdebûna nebatan hêsan e. Dabeşbûna şaneya yekemîn bi hêsanî pêk tê. Hûn zayîna heywanan jî dizanin, çêlikên wan di nava 24 saetan de radibin ser piyan. Di hemû heywanan de ev wiha ye. Hinek ji wan demkurt, hinek ji wan demdirêj in, lê mêzekirin û mezinbûneke hêsan heye. Di nava şeş mehan de lê mêze dikin û piştre berdidin û ew hebûna xwe berdewam dike. Lê dema em li cureyê însan dinêrin zayînek zehmet heye û ew jî têrê nake, heya 5-6 salan desteka dayikê nebe zarok nikare tenê bijî. Ango 24 saetên heywanan, di însan de heya 7 salan diçe. Ev çi pêwîst dike? Civakîbûyînek li derdora wê pêwîst dike. Ji ber ku zilam çi ye ne diyar e. Li holê têkiliyek “diyardeya wekî têkiliya zarok û bav” nîne. Jin û zilam cara yekemîn çawa rastî hev hatin? Di însan de jî, di heywanan de jî ajoyeke cinsî heye. Ajoya cinsî jî wekî ajoya birçîbûnê ye. Ajo serwextî ye, îşareta zindîbûnê ye. Heke hisiyata birçîbûnê nebe têrbûyîn nabe. Lewre jiyan jî nabe. Heke ajoya cinsî nebe, zêdebûn jî nabe, dema zêdebûn nebe jiyan jî nabe. Em vê fêm dikin. Bav kî ye? Ya rast destpêkê bav nîne. Heta der barê mijara zayendîbûn bi kê re çêbûye, çawa çêbûye de serwextbûnek jî nîne; tenê ajoyek heye.
Çand, bîr û serwextbûneke ku di mirov de pêşketiye. Ev, pêşî bi jinê dest pê dike, ji ber ku yê zarok tîne jin e. Piştre di olên yek xwedayî de jî Hewa ji parsûyê Adem hatiye afirandin. Ev beş, di mîtolojiya Sumer de jî bi berfirehî tê ziman. Cihû vê beşê xistine Tevratê jî. Ji Tevratê jî derbasi Quranê bûye. Jina ku zarok tîne, mecibûr e zarok mezin bike. Ji bo bikare vê bike jî mecbûr e berhevkariyê bike. Ew jî ked û hewldaneke pir mezin dixwaze. Em li vir qala yek-du milyon salan dikin. Ev, ji Rîfa Afrîkayê dest pê kiriye, piştre belavî Rojhilata Navîn bûye. Çanda bingehîn, li newalên Toros-Zagros pêşketiye. Mirov li vir dibe mirov, jin li vir dibe jin. Em dixwazin vê mijarê hinekîn din vekin. Di vê rewşê de ew ê zarok ji hêla jinê ve bê mezinkirin, ji ber ku jin dizane zarok parçeyekî wê ye, wê zarok aniye dinê. Jin, keç û kurên ku bi wan re mezin bûye çawa nas bike, dayik jin jî, xal û xaltiyên xwe wisa nas dike. Bi vî awayî çandek dest pê dike. Li vir hejmara van koman 7, 10 an jî digihije 15 kesan. Lê hejmar ti carî ji 20 kesan zêdetir nabe. Ev bi hev re dibin klanek. Klan, di dîroka civakbûnê de forma rêxistinbûna ewil e. Klan, çandek e ku li derdora dayik çêdibe. Dema ev pêş dikeve û ji bo axaftinê forma qirikê jî şekil digire, texmînen3000 sal beriya niha ziman jî pêşketiye. Yanî ziman 3000 sal beriya niha ava bûye. Yanî êdî zimanê îşaretê tê derbaskirin, di ziman de êdî deng tê bikaranîn. Di encamê de ramana mîtîk, zimanê sîmgeyî jî li Hîlala Bi Bereket pêşdikeve. Ev pêvajo, bi pêşketineke pir mezin a çandî, vediguhere şaristaniyê. Bi vî awayî gund-bajar pêşdikeve, dîsa dewlet û çîn pêşdikeve. Li vir civaka xwezayî li derdora jinê pêşdikeve. Jixwe ya girîng jî ev e. Dikarin bêjin ku civaka xwezayî, heya serdema civaka Sumer jî çanda serwer e. Yanî heya 2000 sal beriya niha jî çanda serwer, civaka xwezayî ye. Wekî çandeke serwer, têgîna Xwedawenda Jin derdikeve holê. Mirov dikare vê rastiyê li ser peykeran, li ser bermahiyên perestgehan bibîne. Di destanên mitolojik ên wekî Gilgamêş, Babîl Enûma Elîş de ev bi awayekî vekirî têne ziman. Ji ber van rastiyan wekî navend û bingeha civakê, em dikarin qala hebûna civakbûna jin bikin. Di vê serdemê de êdî giran giran di şexsê jin û zilam de girtîbûn, dogmatizm pêşdikeve. Ji ber pêşketina vê ferasete êdî pirsgirêk xwe didin der. Li vir bingeha vê rastiyê jî bi awayekî bihêz hatiye avêtin. Hemû lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku heywan û giya li vê derê hatine kedîkirin. Di dema Marks de tiştên wiha nebûn. Hê lêkolînên li ser civaka Sumer derneketibûn holê. Ji ber vê em di vê mijarê de nikarin Marks tawanbar bikin. Marks, dîrokê bi çînan dide destpêkirin. Hâlbûkî pirsgirêk bi çînan dest pê nake. Li derdora civakbûna jinê pêşdikeve. Qasî ku em dizanin ev pirsgirêk jî bi xwe re şaristaniyê tîne. Ev pirsgirêk, bi xwe re civaka şaristaniyê derdixe holê. Bajar pêşdikevin û di vê de jî mohra jinê heye. Dîsa bajarê Uruk heye, ev bajar, dewlet û çîna ewil e. Uruk cara ewilî şahidiya pêşketineke wiha dike. Destana Gilgamêş vê rastiyê radixe ber çavan. Li vir şerekî mezin pêşketiye. Ji ber vê ev şer, di destanê de hatiye ziman. Destana yekem a mirovahiyê ev e. bêguman di nava vê destpêkê de sedan destpêkên din jî hene. Çîn û dewlet hatiye afirandin. Ev pêşketin û destpêkên pir mezin û dîrokî ne. Li vir Xwedawenda damezrîner a bajarê Ûrûkê Înanna ye. Herhal peyva “Nînna” jî ji li wir tê. Ji ber vê yekê xwedawendiya jinê, dibe nîşaneya wê pêşketinê. Dibe nîşaneya vê olê, ola xwedawendan. Xwedawendiya jinê ewqas bihêz û pîroz e ku Gilgamêş beramberî vê pîrozî û hêzê dilerize. Di re û resmên ku ji bo bereketê têne kirin de re û resmên zayendî jî hene. Nivîskarê mîtolojiyê, van zewacên pîroz, wekî re û resmên pir girîng bi nav dike. Di van re û resmên zayendî de jin û zilam diçin gel hev. Roja din zilam tê kuştin. Di gelek çandan de ev heye. Dema zilam, li gel keçeke mehek an jî salek ma û şûnde tê kuştin. Piştî ku tê kuştin cîgerê wî jî tê xwarin. Di Aztekan de kevneşopiyeke wiha heye. Dema Îspanyol ji bo fetihkirinê diçin vî cihî, dibînin ku li perestgehê di nava saleke de bi hezaran xortên ciwan têne qurbanîkirin. Ev, li cihên din jî wiha ye. Ji ber ola xwedawendîtiyê tiştên wiha pêşketine. Xwedawend, piştî zewaca pîroz, zilama ku pê re zewiciye dide kuştin. Em dikarin bersiva vê ya sosyolojik jî wiha bidin: Xwedawend naxwaze, xweda bikeve şûna wê. Bi awayekî vekirî dikarim bejim ku ev tez, teza min e. Pirtûk dibêjin ji ber zewaceke wiha zilam tê kuştin. Lê jin naxwaze xwedayeke zilam cihê wê bigire. Dîmûzî hezkiriyê Înanna ye. Lê Înanna wî dikuje û dixe bin erdê. Qural û qaîde wisa ye. Çima? Ji ber ku jin dizane ger wiha neke wê çi bê serê wê. Em di destana Babîlê de vê rastiyê dibinin. Tê zanîn B.Z 4000 sal li Ûrûkê Înanna hêz û xwedawenda herî mezin e. Wê demê Gilgamêş ji bo neyê kuştin li her derê ji Înanna direve. Ji ber vê dixwaze nemir bibe. Ez şaş dimînim; Neçareyekî wekî min ger vê tespîtê kiribe, çawa bi dehan zanyar û alim ev rastî nedîtine. Gilgamêş li pêy çi ketiye, çima dixwaze bibe yekî nemir? Gilgamêş dixwaze canê xwe xilas bike. Ji ber ku li gorî ol û baweriya wê demê gelek rahîbên xwedawenda Ûrûkê hene. Xwedawenda Ûrûkê bi wan rahîban re zewaca pîroz dike û roja din jî van dikûje. Gilgamêş ji ber vê direve. Ji bo neyê hilbijartin û piştre neyê kuştin. Gilgamêş ji bo bikare bireve çend caran plan çêdike; lê her carê tê girtin. Lê nayê kuştin. Diyar e tiştekî pir girîng hatiye jiyîn. Ji ber vê nehatiye kuştin. Ez sedema efûkirina Gilgamêş nizanim. Min li ser lêkolîn nekiriye. Jixwe ji ber vê rewşê destana Gilgamêş derdikeve holê. Li vir êdî ferq û cudahiyeke Gilgamêş çêdibe. Ev çi ye? Êdî Gilgamêş wê neyê kuştin. Ji vê kategoriyê, ji kategoriya kuştinê tê derxistin. Piştî vê destana Gilgamêş pêşdikeve. Ev bûyer, êdî li ser keviran, li ser lat û zinaran tê nivîsandin. Serdema zilamtiya îro, bi vî awayî dest pê dike. B.Z 4000’an, heya serdema hikûmraniya Babîlan serwerî êdî hêdî hêdî derbasî zilam dibe. Vê carê zilam, perestgeha mezin a jinê dixe destê xwe. Gilgamêş, ji Enkîdû (îhtîmaleke mezin proto Kurdek e, li wan çiyayan dijî) re fahîşeyeke dişîne. Em wisa ji rêzê nêzîkî vê destanê nebin. Baş binêrin bi fahişeyekê, zilamek tê bidestxistin. Çandeke wiha jî heye. Çi dikin? Jinê dixemilînin. Jixwe perestgeh jî heye. Hûn dizanin jinên li vê perestgehê hatine hilbijartin. Wisa jinên ji rêzê nîn in. Li sîteya Ûrûkê perestgeheke jin heye, em dikarin vê perestgehê, bişibînin kerxaneyên roja me ya îro. Yanî perestgehê dikin kerxane. Navê vê jî dibe Musakadîn. Ev, civakbûyîna zilam e. Ma hê jî ne wisa ye? Pir balkêş e, di nava me de jî xwestin tiştên wiha pêş bixin. Ji bo bikaribin PKK ’ê parçe bikin taybet jinên wiha hatin şandin. Me tiştên wiha dîtin, dibe ku min bi xwe jî jiya be. Rastiyeke wiha heye. Niha jî ev tişt pir tê jiyîn. Bi vî awayî rêxistin tê mijûlkirin, heta fesihkirina rêxistinê li derdora vê diyardeyê pêş dikeve. Bêguman li ser van axan bingeheke wê yê dîrokî heye. Enkîdû ji Zagrosan anîne. Zilamekî bihêz e, qasî Gilgamêş bihêz e. Heya ger Enkîdû nebe Gilgamêş nikare bijî. Enkîdû bajaran diparêze. Ev di destanê de heye. Li vir pir zêde pesnê Enkîdû tê dayîn. Dema Enkîdû dimire, Gilgamêş vê mirinê, wekî mirina xwe dibîne û dibêje “Ez çawa mirim, ev felaket çawa hate serê min.” Destana ku li vir tê ziman destaneke trajîk e. Lê cewherê destanê ev e: Bi riya jinê, zilamê çiyayî tê kontrolkirin. Perestgeha jinê bûye musakadîme. Gilgamêş êdî dibe kral; Hem xweda ye, hem qral e. Gilgamêş ji bo bikaribe ji zilaman artêşê ava bike musakadîmeyan bikar tîne. Bi vî awayî ji Kurdan ji xwe re leşkeran çêdike. Çiyayiyan tînin li musakadîmeyan bi fahîşeyan re didin razandin. Zilam êdî nema dikare xwe komî ser hev bike. Ji ber vê êdî qet naxwaze derkeve serê çiya. Çima? Ji ber ku êdî fêrî fahîşeyan bûye. Ji wê rojê heya roja me ya îro civak wiha ji rê hate derxistin, bingeha fahîşetiya jinê û xistina zilam wiha hate avêtin. Cewherê destana Gilgamêş ev e… Ez vê çima dibêjim. Me qala pirsgirêkê kir; jin û pirsgirêk. Ev rastî dikare wekî mijara esasî bê destgirtin. Ma ev dikare bê înkarkirin, hê jî bandora vê pir zêde tê jiyîn. Zilam çawa bû zilam? Min qala vê pêvajoyê kir. Xwedawendî çawa veguherî ola zilam? Ez dixwazim vê rastiyê bînim ziman. Gilgamêş yekî erjeng bû, Enkîdû jî proto Kurdekî qediyayîbû. Ez vê wiha bi xetên giştî tînim ziman. Kî bixwaze dikare vê berfirehtir û kûrtir bike. Lê cewherê vê mijarê ev e. Di Tewratê de ev heye, di Încîlê de heye; Rahîp-rahîbe heye, di Îslamiyetê de harem heye, saziya haremê di Osmaniyan de pir li pêş e. Heman tişt ji bo Muaviye jî derbasdar e. Dîsa Xiristiyantî jî wiha ye. Di Cihûtiyê de têgîna ku jê re mal, malbat tê gotin bingeha xwe ji Tewratê digire. Tewratê vekin binêrin. Jin çawa bi mal ve hatiye zincîrkirin wê bê dîtin. Bêguman bingeha vê ji hêla Zerdeşt ve hatiye avêtin. Cihû di serdema Babîlê de vê ferasetê ji Zerdeşt digirin. Bingeha saziya malbatê wiha tê avêtin. Jin bi riya zewacê li malê tê qifilkirin… Wateya zewacê ev e; jinê bi malê ve zincîr dikin. Bûk, tê xemilandin û piştre jî di mal de tê hepiskirin.
Jin giya kom dike, lê zilam nêçîr dike, zindî dikuje. Şer, kuştin e. Kuştina heywanekê/î cinayet e. Civakbûna ku ji hêla jinê ve li derdora toximên giyayan tê çêkirin tiştekî pir cuda ye. Dîsa ji bo bihêzkirina jinê kuştina zilam tiştekî pir cuda ye. Ez ê li ser vê mijarê berfirehtir bisekinim. Li vir zilam, di civaka qetilker de temsîla xwe dibine, jin jî ji bo bikare civakê li ser piyan bigire kar dike. Ji ber vê yekê çanda parastina civakê, li derdora jinê pêşketiye, xwe dispêre vê sosyolojiyê. Civaka ku şer û xenîmetê ji xwe re esas digire, civaka zilam e. Hemû kare wî xwe gihandina nirxê zêde ye. Marx vê bi çînîbûnê ve girêdide, hâlbuki ev wisa zêde rast nîn e. Dema derfeta nirxê zêde çêdibe, dîsa li derdora jinê xwarin zêde dibe zilam dixwaze dest deyne ser vî nirxî. Yanî zilam hem nêçîrê dike, heywanan dikuje hem jî dixwaze dest dayne ser keda jinê. Di esas de dixwaze jinê û keda jinê desteser bike. Jixwe ev çîroka dû û dirêj jî wiha dest pê dike. Dixwaze bi hemleyeke xwe bigihîne çend tiştan. Avakarê civakê jin e, mal ji hêla jinê ve hatiye çêkirin. Li vir jin zarokên xwe mezin dike, klana jinê heye, civaka jinê heye. Xwe gihandiye asta xwedawendîtiyê. Tam 30 hezar sal civakê îdare kiriye. Lê li aliyê din zilam û nêçîrvanî heye. Biratiya zilam hatiye avakirin. Zilam nêçîrvaniyê dike, heywanan dikuje, ger serkeftî bibe şahî çêdike. Lê dibîne ku jin çandiniya genim, nîsk, ceh dike. Bi vî awayî bi avakirina gundan civaka neolîtîk pêş dixe. Mal saz dike. Çima? Ji ber ku zarokên wê hene û divê zarokan biparêze, xal û xaltiyên wê hene. Zarokên wê hene û ev klanek e. Jin klan çêdike, ava dike, çandiniyê dike, îcad dike. Înanna di destanê de ji Enkî re dibêje “Te bi sedan ‘Me’yê min dizîn.” Yani Înanna dibêje min huner afirand bi sedan sazî ava kir. Lê niha tu xwedî li van derdikevî.” Derewan dikî û dibêjî “Ev tiştana min afirand.” Ez vê mîtolojiyê wiha pênase dikim û dibînim. Derveyî min kes heya niha şîroveyeke wiha encamgir pêşnexistiye. Wê her kes jî vê rastiyê wê qebûl bike. Min ev rastî li gorî tarz û şêwaza xwe anî ziman û kûrtir kir. Min dahûrandina destana Gilgamêş jî wiha kir. Li vir dema zilamê nêçîrvan êrîşî civakbûna jinê dike pirsgirêka ku em qalê dikin xwe dide der. Di serî de Riha, ger temaşeyî bermahiyên dîrokî bikin hûnê vê rastiyê bibînin. Ev rastî pir bi berfirehî tê jiyîn. Zilamê bihêz her roj bi rêya zewacê jinê dikuje. Ez zêde naxwazim qala bîranînên xwe bikim, lê girêdayî bûyerê bîranîneke min heye. Tê bîra min; kerêkî me hebû. Me bi vî kerî giya û bar dianî. Hîna jî ew zeviya me jê giya dianî di bîra min de ye. Pirsgirêkek çêbû, min deste xwe li xwîşka xwe Eynê rakir. Dema min destê xwe rakir xwîşka min Eynê got “Hêza te jî encax têra min dike.” Herhal ez hinekî din ji wê bihêztir bûm. Ji ber ku karê xwe baş nekiribû min nêzîkatiyeke wiha raber kiribû. Ecêb e, xwîşka min Eynê piştre qet li min nepirsî, nehat ziyareta min jî. Xwîşka min Fatma hê jî sax e, dijî. Lê Eynê qet li min nepirsî. Nêzîkatiya wê pir cuda bû. Ol û fikreke wê hebû? Tam nizanim. Jiyana wê wekî jineke nîv dînoke derbas bû. Pir cuda bû, dibe ku jiyana wê pir biêş jî be. Lê wekî birayekî ez qet nehatim bîra wê. Zêde ji min hez nekir. Gelo ev tişt, ji ber bûyera lêdanê pêşket? Ez vê tam nizanim. Lê ez ê li ser vê bisekinim, lêkolîn bikim. Niha, rewşa heyî wiha ye: Zilam kengî bixwaze, bêhna wî teng bibe jinê dikuje. Îro êdî gund jî, bajar jî wisa lê hatiye. Riha jî wisa ye, Stenbol jî wisa ye. Belkî ev li Stenbolê zêdetir be. Niha pirsgirêka malbatî, pirsgirêkeke sereke ye. Li gorî min çavkaniya vê tiştî zewac e. Ji ber destgirtina zewaca heyî tiştên wiha diqewimin. Malbata pîroz, çîrokek e. Malbateke wisa pîroz nîn e. Jinê bi vî awayî dixin bin koletiyeke pir mezin. Ji ber vê êdî jiyaneke wiha ranake. Diteqe û zilam jî lêdide dikuje. Rojname bi nûçeyên wiha dagirtîne. Di nav hezar jin de yek jin li zilam naxe, lê di nav hezar zilam de 999 zilam li jinê dixe. Kî dikare vê înkar bike. Her tişt zelal e. Divê mirov rast nêzîk bibe. Pirsgirêka ku em qalê dikin wiha xwe dide der. Yanî ev pirsgirêk wisa ji ber çînayetî dernakeve holê. Ji têkiliya jin û zilam derdikeve. Ev pirsgirêkeke bingehîn e. Me di destana Gilgamêş û civaka Sumer de ev rastî dît. Piştre, me di pêşketina dewlet, bajar û çînan de vê pêşketinê bi awayekî bihêztir dît. Di Tewratê de heye. Di Quranê de jî gelek minakên wiha hene. Dibe ku sergirtina Xirabreşkê jî çalakiyeke zilam be. Lê ji bo vê wisa teqez nikarim tiştekî bêjim. Ez li ser vê spekûlasyon nakim. Xirabreşkê çandeke berfireh e. Di navbera Dîcle û Firatê de 200 bermahiyên dîrokî hene. Li Karahantepeyê serweriya zilam bi organa cînsî ya zilam hatiye nîşandan. Peykerên wiha hene. Ji Misrê bigire heya Hindistanê peykerên wiha belav dibin. Serweriya zilam a nû bi van peykeran tê nîşandan. Lê beriya vê tam 30 hezar sal civakbûn li derdora jinê pêş dikeve, hilberîneke zêde çêdibe. Flora û Faunaya Mezopotamyaya jorîn pir dewlemend e. Her cure giya heye. Derdora Qerejdaxê wiha ye. Çandiniya ceh û genim li dewrûbera Qerejdaxê pêş dikeve. Mih û bizin li vir tê kedîkirin. Li vê herêmê baraneke baş heye. Li cihên din ên dinyayê ev pir sînordar e. Li vir baran û ax bi awayekî pir baş hev temam dikin. Ji ber vê li vir hejmareke zêde giya û heywan derfetê jiyanê dibîne. Mirov ji Afrîkayê tên, li vê herêmê kom dibin. Li vê derê gelek giya û heywan heye. Hem ji bo berhevkariyê hem ji bo nêçîrvaniyê derfetên pir mezin hene. Ji ber vê li vê qadê hem berhevkarî hem jî nêçîrvanî pêş dikeve. Yek li derdora jinê pêşdikeve ya din jî li derdora zilam. Di encamê de pêvçûn çêdibe. Di destê zilamê nêçîrvan de çek heye. Şer bi Obsîdyen û kevirê çaqmaqê çêdibe. Ev çek, hê jî li derdora Xirabreşkê hene. Bazirganiya Obsîdyenê tê kirin. Bazirganiya herî bi qîmet e. Di esas de Obsîdyen çek e. Kêreke tûj e. Zilam, bi vê kêrê her kesî dibire. Jin ji ber vê têk diçe. Dema di destê komeke biçûk a zilam de kêra Obsîdyen hebe, biçe li ku derê dibire û dikuje. (Ez jî ji xalê xwe pir hez dikim û ji bo min pir bi nirx e. Metên xwe nas nakim. Xaltiyên xwe baş nas dikim.) Di civaka dayiksalar de wekî birayê dayik di klanê de xal bibandor e. Wê demê bi vî awayî taybetmendiya civaka dayiksalar tê parastin. Di şoreşa pêşdikeve de civaka dayiksalar darbeyeke mezin dixwe. Hem nirxên wê jê têne standin hem jî zarokên wê yên xort û jin wekî kole tên şixulandin. Jin jî bi zewaca pîroz zilam dikuje. Li vir wekî destana Gilgamêş zilam tê kuştin. Koka vê re û resmê, heya li wir diçe. Ev tiştekî pir xirab e. Hezkiriyê jinê jî be, jin piştî zewaca pîroz zilam dikuje. Çima? Ji ber ku jin dizane wê çi bê serê wê. Ji bo bikaribe pêşiya felaketeke wiha bigire dikuje. Cewherê vî tiştî ev e. Ev dibe materyalîzma dîrokî. Fikra herî bi feyde ku em bikaribin ji Marksîzmê bigirin ev e. Diyalektîka materyalîst vê wiha dest digire. Lê zilam jî di civaka Sumer de dawî li hikûmdariya jinê tîne. Bi civaka Sumer re êdî serweriya civaka zilam dikeve dewrê. Bi kolekirina jinê ev pêvajo xilas dibe. Girêdayî mijarê Destana Babîl, Destana Enûma Elîş heye. Ger ev destan bên xwendin hûnê tiştên pir girîng bibînin. Civaka Îbranî, naveroka van destanan wekî ol saz dike. Civaka Îbranî, Tewratê ji destana Enûma Elîş digire. Derbasî Tewratê dike. Destana Enûma Elîş di destê qebilaya Îbranî de ji guhertin û veguhertinê derbas dibe. Ev guhertin, hem madî hem jî manewî ye. Wekî wate û nav, mirov dikare ji vê guhertin û veguhertinê re bêje Tewrat. Ji Tewratê Încîl, ji Încîlê jî Quran derdikeve. Kes nikare vê rastiyê înkar bike. Encam, di mal de kîlîtkirina jinê ye. Li vir tevkariyeke zêde ya Zerdeşt heye. Zilam organên xwe yên cinsî jî pîroz dike. Fallokrasî tê jiyîn. Zilam, organa xwe ya cînsî têxe şûna xweda. Hê jî li Hindistanê ev tê jiyîn. Lê beriya vê, jin xwedawend e. Ya girîng ev e. Zilam dibêje “Organa min a cinsî xweda ye, ji ber vê tu yê hem ji bo min hem jî ji bo organa min a cinsî secde bikî.” Jixwe wisa jî derbasî pirtûkê bûye. Di Tewratê de ev bi awayekî zelal tê ziman. Li vir milê wî yê têginî me eleqeder dike. Yanî beşa têginî girîng e. Piştî nêzîkatiyeke wiha êdî di rewşa heyî de guhertin çêdibe, wekî encam ol pêş dikeve. Niha jî wisa ye. Bi vê wesileyê em ê nexweşiyên modern ên Rojava jî deynin holê. Piştî vê qonaxa din, qonaxa milkbûnê ye. Bêguman ev bîrdoziya ku jinê bi mal ve zincîr dike pir xeter e. Dibe pirsgirêkeke mezin. Min jî diyar kir; di civakê de pirsgirêk wiha dest pê dikin. Pirsgirêka esasî ya civakê ev e. Ev bi xwe re çîn û dewletê tîne. Jixwe zilam van hemûyan dike. Zilam, şoreşa arîstokratîk dike, şoreşa bûrjûwa dike, lê ev hemû bi koletiya jinê pêk tên. Dema zilam dibe dewlet, êdî ti tiştek namîne ku bikaribe pêşiya zilam bigire. Dewlet hêza bê dawî ye. Li ser dewletê mohra zilam heye. Bingeha azadiya jinê me avêt. Ev çawa dikare pêş bikeve? Min, beramberî jinê wekî rêz wiha got “Azadî pêşî di fikir de dest pê dike.” Jin çawa bixwaze bila wisa bijî. Helbet ger hêza we hebe.” Dibêjin “Dev ji jin û zilam berde, bila bi hev şabin, bibin hezkiriyên hev.” Ger hûn bikaribin vê bikin. Min ti astengî nedaniye pêşiya vê. Lê wê demê ez nabim berpirsyarê ji tiştên ku diqewimin. Ez tenê dikarim pencereya azadiyê vekim. Lê tu dinêrî her der hatiye girtin. Tu berê xwe bidî kîjan zilamî, bixwazî pê re bizewicî bi hesteke pir bihêz a milkirinê re rûbirû dimînî. Yanî hê jî ji wekheviyê pir dûr in. Mîsoger tu yê li cihekî darbeya zilam bixwî. Hûn hev berdin jî tu yê çawa bijî? Jina ku aboriyê avakiriye îro mecbûrê nan e, destê zilam dinêre. Zilam kar neke, jin birçî dimîne. Halbûkî aborî ji hêla jinê ve hatiye sazkirin. Hûn dizanin peyva Eko-nomî, peyveke Helenî ye. Tê wateya “Debara malê.” Wateya peyvê ev e, yanî karê mal e, zanista aboriya mal e. Ev karê jin e. Di serdema nêz de jin, bi temamî ji aboriyê hatibû qutkirin. Baş e, niha di destê jinê de aboriyek heye? Na, nîn e. Niha aborî, di destê şîrket û zilaman de ye. Dema ez vê dibêjim her kes şaş dimîne. J.J Rouseau li ser vê rastiyê disekine. Adam Smîts jî li ser vê mijarê disekine. Yê aboriyê dixe bin serweriya zilam Rojava ye. D serdema navîn û serdema yekem de di destê jinê de aboriyeke xurt hebû. Lê kapîtalîzmê vê derfetê bi temamî ji holê rakir. Her tişt kete destê şîrketan. Pere û şîrketên fînansê di destê zilam de ye. Li ser pere û aboriyê giraniya jinê nema ye. Yanî di vê mijarê de jin, bi temamî bi zilam ve hatiye girêdan. Pere, teknîk û zanist di destê zilam de ye. Baş e, li vir pozîsyona jinê çi ye? Ez ji vê rewşê re dibêjim “Bilbila ku di qefesê de dixwîne” an jî “Xemla malê ya ji bo zilam.” Niha tenê ne bedena jinê; ji pora jinê bigire heya çîpên wê, ji ruhê jinê bigire heya dengê wê, her tiştî jinê dibe mijara bazarê, tê kirîn û firotin. Ma, reklam li ser bedena jinê nayê meşandin? Ev tiştekî pir xirab e. Hûnê xwedî li bedena xwe derkevin. Bedena ku bi temamî ji hêla zilam ve tê kontrolkirin bedena we ye. Hûnê çawa bikin? Hemû sînorên te, jiyana te ji hêla zilam ve hatiye diyarkirin. Ger pere nede tu birçî dimînî. Ez naxwazim tabloya heyî bi gotinên cuda girantir bikim. Ev hemû çêbûne. Min çi got? Min got: Sosyalîzm bi azadiya jinê pêkan e. Niha Marks ji bo bikaribe bi jina xwe re bijî cilê xwe difiroşe. Der barê kapîtalîzmê de pirtûka herî girîng ji hêla Marks ve hatiya nivîsandin. Zilamekî wiha ji ber ku nikare debara malê bike cilê xwe difiroşe. Dibêje “Ji bo debara jiyanê ez vê pirtûkê binivîsim da ku bikaribim zewaca xwe li ser piyan bigirim.” Niha damezrînerê sosyolojiyê vê bêje êdî em çi bêjin, xwedê zane çi bê serê me! Ma Marksîzm wiha dibe? Mixabin bûye, me jî jê re secde kir. Me wekî peyxemberekî dît. Niha em dixwazin vê derbas bikin. Ev rewşeke xirab e. Jixwe jin hate xilaskirin. Ev, di Lenîn, Mao û Stalîn de jî wiha ye. Jin ji ber tirsa ku dijî nikare bijî. Di vê mijarê de Lenîn hewldaneke mezin nîşan da, ez wî tawanbar nakim. Stalîn jî jinê dixe pişt derî, dike milkê zilam. Yanî nekuştiye lê ji mirinê xirabtir kiriye. Dixwazim vê bêjim; min vê zilamtiyê kuştiye. Ev meyl û nêzîkatî di min de jî hebûn. Min niha got; girêdayî mijarê tecrûbeyên min hene. Hevalê min ê herî bi qîmet ji min dixwest ku ez bikujim. Ez beramberî wê bi îhtiyat bûm. Min tam deh sal bi wê re şer kir. Lê ez bi îhtiyat bûm. Reva wê ji bo min bû rizgariyeke mezin. Bi vî şêwazî ez li ser piyan mam. Yek jî taybetmendiya min a herî esasî ev e. Lê ev nêzîkatiya min şaş tê dîtin, dibêjin “Ya jina zilam reviya.” Lê ez wisa nêzîk nebûm, min got “Ez rizgar bûm.” Ji ber ku piştî vê têkiliyê ez rizgar bûm. Wiha bêjim dibe ku her kes bi min bikene. Ez bi vekirî vê dibêjim: Ez rizgar bûm! Esas, ez ji kevneşopiyeke xilas dibûm, ji pirsgirêkeke bingehîn xilas dibûm. Ez jinê bikujim wê çi bibe? Ez ê bibim cinawir, ji cinawirekî sosyalîst çênabe. Stalîn dikare bike, lê ez nakim. Ev şaş e. Hûn jinên nezewicandî ji bo min pirsgirêkeke mezin in. Baş e, feydeya vê çi ye? Herî kêm me derfetê fikirandina azad daye we. Li gorî min derfeta fikirandina azad pir girîng e. Yê mirov dike mirov, fikirandina azad e, ev hinek di Sokrates de jî tê dîtin. Fikra wî ya azad bi zewacê ve girêdayî ye. Tişta ku min li ser piyan digire fikra azad e. Hûn jî ancax wiha dikarin li ser piyan bimînin. Ger fikra azadiyê ji destê we bê standin hûnê jî xilas bibin. Ji ber vê yekê encax li ser vê bingehê ew ê ev derketin û sosyalîzma nû pêş bikeve, encax li ser vê bingehê wê hebûna Kurd a nû û nasnameya Kurd a nû derkeve pêş. Rexneyên me yên li ser şaristanî, modernîte û koletiya jin her diçe kûrtir û bihêztir dibin. Herî kêm em dikarin di asta kesayet de pirsgirêkê derbas bikin, di asta kolektîf de jî pêşketin hene. Li gorî min ji sosyalîzmê re tevkariya herî mezin ev e. Min wekî destpêk li ser bingeha “Pirsgirêk û civakbûna jinê” ev tişt got.
3- DI CIVAKA DÎROKÎ DE DUALÎTEYA DEWLET Û KOMÛNÊ
Divê di materyalîzmû dîrokî de li şûna şerê çînî “Komûn” bê danîn. Bêguman ev tenê ne nezîkatiyeke rast e, ji bo bikaribin derbasî sosyalîzmê bibin, di zanista sosyolojiyê de çalakî û fikra azad riya herî bi tendirust in. Divê pênaseya materyalîzma dîrokî û sosyalîzmê xwe nespêre pevçûna çînî, şûna vê divê materyalîzma dîrokî û sosyalîzm xwe bispêre dualîteya dewlet û komûnê. Ez vê nêzîkatiyê rastir dibînim. Yanî dîrok, li ser şerê çînî ava nabe; nakokî û pevçûna di navbera dewlet û komûnê de şekil dide dîrokê. Ji ber vê teoriya çînî sosyalîzma pêkhatî rûxiya. Pêwîstî bi rexnekirinê jî nîn e. Lê sedema herî esasî ya rûxandina sosyalîzma pêkhatî yek jî ev e. Baş e, li vir wateya dualiteya dewlet û komûnê çi ye? Ev tespîteke pir bi nirx e. Belkî ev ji milêkî ve tê zanîn, lê hê nehatiye sîstematîzekirin. Li vir ez ê vê fikrê sîstematîze bikim, fikreke sîstematîk pêş bixim. Ez dixwazim materyalîzma dîrokî li ser esasê dualiteya van du têgînan deynîm. Dîsa dixwazim sosyalîzmê ji çarçoveya dîktatoriya çînî derxînim, li ser esasê têkiliyên dualîteya dewlet û komûnalîteyê saz bikim. Ez wisa difikirim ku em ê xwe bigihînin encamên pir bi qîmet û giranbûha. Ez vê jî dispêrim vî tiştî: Di esas de civak bûyereke komûnal e. Min li jorê pênaseya klanê kir. Ev civakbûn e. Civakbûn jî komûn e. Klana komûna seretayî ye. Niha em li ser peyva “komûn” bisekinin; ji ber vê divê em li ser civakbûnê biaxivin, dîsa qasî ku em dizanin divê dubare li qada Mezopotamyayê li ser pêşketina çandî, derketina civaka Sumer rawestin; yanî divê em pêşketina dewlet, bajar, milkiyet û çînan têxin rojeva xwe. Divê em destpêkê li ser dewlet û komûnê bisekinin. Baş e civakbûn li ku derê ye? Civak bingeha vî karî ye. Ji ber ku B.Z 4000 sal beriya niha forma civakî klan bû. Em ji vê re dikarin bêjin qebîle an jî eşîret. Eşîret jî ji yekitiya komûnan pêk tê. Qebîle komûnek e. Hê malbat pêşneketiye. Di esas de wateya malbat û qebîle ji hev cuda nîn in. Wateya wan yek e. Ne qebîle, ne jî malbat wisa ji hev cuda nebûne. Bi pêşketina Neolîtîkê re pêşketineke girîng rûdide. Pêşketina Qebîle zêdetir bi Neolîtîkê ve girêdayî ye. Pêşiya Neolîtîkê qebîle nîn e, klan heye. Di Kurdî de “kom” heye. Em bi vî awayî dikarin komûnê baştir fêm bikin. Yanî komûn, tê wateya “Kom” û “kombûnê.” Hê jî em vê peyvê bi kar tînin. Ev jî nîşan dide ku zimanê Aryen jî li vir derketiye. Herî kêm dîroka wî deh hezar sal e. Ji ber vê eşkereye ku Zimanê Aryen li derdora vê komûnê pêşketiye. Di Kurdî de peyva “kom” vê rastiyê nîşan dide. Dariştin û zêdekirina peyvan jî vê rastiyê nîşan didin. “Komagene” wekî navê dewleteke derbas dibe. Li vir em dibînin ku serokê qebîleyê dewletê pêş dixe. Endamên qebîleyê jî komûnê pêş dixin. Di esas de rastî jî wiha ye. Pir hêsan e. Min wisa keşfeke mezin jî nekir. Marks ji van re dibêje keşfa zanistî, ev çîrok in. Pêşketineke wisa ya çîna karkeran nîn e. Esas wisa mijarê fêmkirin ne zehmet e. Yê li ser qebîle serweriya xwe çêdike dibe dewlet, endamên ji rêzê yên qebîleyê jî di bin komek, piştre ev wekî malbat didome. Yên jor dibin dewlet, xanedan pêşdikeve. Yên jêr jî di bin bindest. Ger dewlet çêbibe wê demê qebîleyên bindest jî çêdibin. Cudabûn wisa dest pê dike. Ez, tiştên ku Marksîzmê ji bo proleterya gotiye wisa zêde rast nabînim. Rast e, girêdayî şoreşa sinaî, karkertî, bûrjûwatî pêşdikeve, lê ev girêdayî pêşketineke 5000 salî derkete holê. Bûrjûwatî, proleterî-karkertî li Babîlê jî heye, li Sumer û Asûr jî heye. Li Atîna û Romayê jî heye. Ev herî dawî derbasî Rojavayê Ewropayê dibe. Ev tişt Ewropayê îcad kiriye. Hinekî din berfirehtir kirine, yek jî kirine pergaleke hegemonîk. Bi navê kapîtalîzmê metîngerî û hegemonyaya wê pêşdikeve. Ev hegemonya belavî hemû cîhanê dibe. Ev pêşketin xwe dispêre civaka Sumer. Yanî çavkanî Sumer e. Ev, çîroka dewletbûnê ye. Dewlet, wekî dewleta koledar, dewleta feodal û dewleta kapîtalîst tê cuda kirin. Esas divê wiha neyê şîrovekirin. Li vir ya girîng komûn e. Di vê dîrokê de komûn li ku derê ye? Marks ji ber Komûna Parîsê gelek hevalên xwe winda dike. Tê gotin ku 17 hezar komûnar têne kuştin. Ji ber van windahiyan nirxandineke wî heye bi navê “Komûna Parîs.” Dev ji kapîtalê berdide. Ji ber ku pêşbiniyên wê derbên mezin xwaribûn. Li gorî min Marks şikandineke hundirîn dijî. Bala xwe dide komûnê, li ser kar dike. Li vir zêde qala çîn nake, zêdetir têgîna komûn bikar tîne. Kropotkîn Lenîn rexne dike, dibêje “Sovyetan nerûxîne.” Di esas de wateya Sovyet û Komûn yek in. Lê Lenîn bi programa NEP, berê xwe dide dewletê. Stalîn vê pirsgirêkê kûrtir dike. Di demên dawî de Marks ji têgîna dîktatoriyê sar dibe, naxwaze bikar bîne, berê xwe dide têgîna komûnê. Dewlet û komûnê ji hev cuda dike, lê vê cudahiyê wisa zêde pêş naxe. Di encamê de dikarim bêjim ku materyalîzma dîrokî xwe naspêre şerê çînan, li ser esasê dualîteya komûn û dewletê şekil digire. Hemû dîrok bi vî awayî herikiye. Bi taybet dîroka nivîskî. Di Sumeran de bingeha vê hatiye avêtin, niha li Rojava ev di asta herî jor de tê jiyîn. Niha, şaredarî tê wateya komûnê. Lê nava wê hatiye valakirin. Niha dewlet qeyûm diavêje ser şaredariyên me. Kes jî nabêje tu çima wiha dikî. Ev jî nîşan dide ku naveroka wê hatiye valakirin. Bûyera li Tavşantepeyê jî bi qebîleyê ve eleqeder e. Çanda tecawizê li ser wê zaroka biçûk wekî qetlîam pêşket. Bûyereke sembolîk e, lê pir girîng e. Ev nîşaneya çandek e. Molla Goranî jî, malbateke molla ye. Tevlî fetihkirina Stenbolê bûne. Malbata Guran ji malbateke wiha tê. Rewşa xembar a malbata Molla jî li holê ye. Ji ber vê yekê têgîna komûnalîte wê di vê serdema nû de bibe dest û lingê sosyalîzma azadiyê. Em ê serdema nû li derdora vê mijarê nîqaş û şênber bikin.
Têgîna Civaka Exlaqî û Polîtîk, di heman demê de dibe nirxandina komûnê. Komûn, bi têgîna civaka exlaqî û polîtîk derdikeve pêşberî dewletê. Wê zimanê serdema aştiya nû jî polîtîk bibe. Em ê azadiya komûnê biparêzin. Jixwe navê wê li ser e; em zimanê dewletperestiyê terk dikin. Têgînên girêdayî netewe dewletê terk dikin, ji xwe re girêdayî komûnê, têgînên etîk û polîtîk esas digirin. Me ji vê re got civaka exlaqî û polîtîk. Lê ev dibe vegotina komûna ku ber bi azadiyê ve diçe. Ev ne hiqûqî ye, tiştekî etîk û polîtîk e. Niha hiqûqek heye, Qanûna şaredariyê heye, divê ev qanûn pêş bikeve. Divê ev di qanûn de hebe, em ê guhertineke wiha bixwazin. Wê şert û rêgezeke me hebe. Ger bi awayekî zanistî bînin ziman, ji vê re dikarin bêjin azadiya komûnê. Em ê bibin komûnalîst. Şûna çîn, em ê komûnê bicih bikin. Şaredarî hê jî komûn in. Li gel me jî kom heye. Ma di me de exlaq û etîk nîn e? Helbet heye. Jixwe komûn ji qanûnan zêdetir wê bi etîkê rêve biçe. Ji aliyê din ve komûn, demokrasiye jî. Siyaseta demokratîk bê polîtîka nabe. Ji ber ku polîtîka bi siyaseta demokratîk dibe. Komûn nav e, etîk polîtîk sifêt e. Komûn, etîk û polîtîk e. Yek nav e, ya din jî sifêt e. Em ji vê re dibêjin revîzyona herî radîkal a Marksîzmê. Em şûna têgîna çînî ya Marksîzmê komûnê bicih dikin. Rexneya Kropotkîn a beramberî Lenîn pêşxistibû rast e, dîsa rexneya Bakunîn a beramberî Marks rast e. Rexneya Bakûnîn kêm e, lawaziyên xwe hene, lê rast e. Di vê mijarê de teqez li ser Marksîzmê bê sekinandin û rexnekirin. Ger Marks Bakûnîn fêmkiriba, Lenîn jî Kropotkîn fêmkiriba, wê teqez qedera sosyalîzmê wiha nebûya. Ji ber ku nekarîn vê sentezê pêş bixin sosyalîzma pêkhatî pêşket.
4-MODERNÎTE
Li Ewropa navê serdema nû Modernîte ye. Em modernîteyê li ser 3 Siwariyên mehşerê pênase dikin. Ev jî; Kapîtalîzm, Netew-Dewlet û Endusturyalîzm in. Modernîte rastiya vê serdemê pênase dike. Pêwîste Modernîte û Kapîtalizm wekî heman tiştî neyên dîtin, neyên tevlihevkirin. Modernîte ji Kapîtalizmê, Netew-dewlet û Endusturyalîzmê pêk tê. Vê avaniyê ji sedsala 16. dest pê kiriye û bi gewde bûye. Sosyalîzma reel jî (Sosyalîzma Pêkhatî) berhemê vê modernîteyê ye.
Pêwîst bû Sosyalîzm wekî alternatîfê -bedîlê- van hersê lingên modernîteyê derketiba holê. Lêbelê tene li dijî kapîtalîzmê analîza-hewla pênasîna-sosyalîst û têkoşîn kete rojevê. Ew jî nehat pêşvebirin. Jixwe bi vî halî nedihat pêşdebirin jî. Ji ber tenê bi danezanekê, ango bi manifestoya komûnîst sînordar ma. Endusturyalîzm wekî xwe, bi halê heyî hate pesendkirin û ew derxistin asîmanan. Ev nebesiyeke trajîk û şaşiyeke mezin e. Dîsa Marx li ser Netew-Dewletê ti analîzeke-pênasîneke- berketî pêş nexist. Di vî alî de jî valahiyeke mezin di warê îdeolojîk de hatiye hiştin. Ji bo em heqê wî radest bikin em bejin; piştî heyamekê Marx ev pênasîna xwe ya nebes dît, kete ferqa wê. Di qonaxa nivîsandina pirtûka Kapîtal’ê de pirtûka 3. wê li ser dewletê ba. Lê temenê wî têrê nekir. Heger ev pirtûk nvîsî ba jî zehmet bû ku rast bi nivîsanda. Lewra perspektîfa dahûrandinê ya Marx a li ser Netew-Dewletê kêm bû.
Rexne û dahûrandina Marx a li ser Endusturyalîzmê jî hema bêje tinebû. Tene wî li ser dijberiya Kapîtalîzmê analîzeke Sosyalîzmê pêş xist. Gelek kêmasî di navê de hene, nehatiye pêşdebirin. Ev teoriya Sosyalîzmê di analîzkirina Modernîteyê de nikare bibe jêderek têr û tijî. Ev kapasîteya wê nîne. Heta parçeyek ji Modernîteyê ye, di nava sînorên wê de dimîne.
Pirsgirêka sereke ya serdema me ev e; Modernîte bi hersê hespên xwe yên mehşerê mirovahiyê ber bi qiyametê-mehşerê- ve dibe. Mijokdariya kapîtalizmê di roja iro de gehiştiye asta hovîtî û dirindayetiyê. Xwe wekî ûrekî penceşêrê li Gerestêrka-cîhana- me rapêçay e. Netew-Dewlet jî hêza wê ya çalak û lêdanê ye. Di pergala Netew-Dewletê de leşkerê netewê dibe netew bi xwe. Di bingehê vê pergalê-sîstemê- de şiddet û şer heye. Netew-Dewlet pergala civaka şerker û şerxwaz e. Û di van şeran de her carê bi milyonan mirov têne kuştin.
Endusturyalîzm jî di serî de hawirdor, hemû jêder û çavkaniyên sererd û binerd ên jiyanê di hêre, di xwe û wisa di meşe. Mirovahî îro gehiştiye wî astî ku ji aliye cinawirê bi destê xwe afirandiye ve bê daqurtandin. Endusturyalîzm demeke dirêj ji lêpirsînê dûr ma, ango dûr hate girtin. Di vê mijarê de tişta destpêkê bê gotin; endustruyalîzm wekî tê dîtin ne ewçend bêgûneh e. Lewra endusturyalîzmê tevna civakê û peywendiyên mirov û xwezayê veguherandin.
Dîtina Endusturyalîzmê wekî diyardeyek/kiryarek aboriya aştiyane, nêzîkatiyeke xelet e. Endusturyalîzm ji destpêkê ve li gel teknolojiyên şer di nav hevde ye. Ya ku Netew-Dewletê gengaz-mumkun- dike jî ev e. Bi awayekî din em bêjin; têkelbûna Endusturî, teknolojî û şer û yêkbûna wan yek ji xisletên sereke yê Endusturyalîzmê ye. Lewra ne tesaduf e ku Netew-Dewletên pêşketî xwediyê teknolojiyên herî pêşketî ên şer in.
Bi kurtasî ger mirov pêşveçûna endusturyal wekî xalekî notr-bêbandor- bibîne û di tekoşîna li dijî modernîteyê de bandora wê rast negre dest şansê serkeftina wê têkoşînê nîne û çênabe jî. Heger Modernîte neyê rawestandin û wisa berdewam bike 50 sal temenê gerestêrka -cîhana- me maye. Ez ne behsa tiştekî dîstopîk-pêşbîniyeke metirsîdar a xeyalî- dikim, ez behsa dûmahiyeke, ango dahatûyeke mehşerî ya rast dikim. Marx hest bi vê talûke û xeteriyê kir û ya li dijî wê danî. Lê nekarî pêşve bibe. Marx dê 6 pirtûk nivîsandiban. Lê tenê bergek ê pirtûka destpêkê nivîsand. Ew jî bi kêmasî nivîsand. Bi analîzeke xwe dispêre çînan -tebeqeyan-û bi pênasîna jêrxan-binxan a civakê sînordar ma. Dema di xwest rastiya serûbin bûyî berovajî bike û deyne ser piyên wê, li paş Hegel jî ma. Engels hinekê hewl da wî (Marx) temam bike. Dest avêt mijarên wekî “bingehê dewletê, malbatê û milkê taybet, diyalektika xwezayê, û rola zorê ya di dîrokê de”. Lê temenê wî têra vê nekir. Lenîn di warê dewlet û polîtikayê de hewl da analîzê temam bike lê wî jî bi ser nexist. Mao xwest vê teoriye veguhêze -bi rikibîne- têkoşîna bindestan, lê ew jî bisînor ma. Mao dikarî analîzeke hevgirtî li ser pergalê û çareseriya alternatîfa wê pêş bixe, lê ew jî kêm ma.
Ji bo em Modernîteyê û Sosyalîzma pêkhatî ya di xizmeta wê de derbas bikin me hewl da em analîzeke nû û teoriya Sosyalîst a alternatîf pêş bixin. Me navê “Modernîteya Demokratîk” li vê kir. Li beramberî hersê lingên Modernîteya Kapîtalîst, ango li hemberî Netew-Dewlet, Kapîtalîzm û Endusturyalîzmê me Netewa Demokratîk, Komîn/Komînalîte û analîza Aboriya Ekolojîk (Eko-Ekonomî) pêş xist. Sîstema me ya civaka azadîxwaz a me li ser analîza van hersê qadan pêş xist me wêkî “Modernîteya Demokratîk” pênase kir. Me nivîsand û me dît ku di nava civakê de jî di asteke girîng de beramberiya wê heye. Bêgûman van hersê mijaran jî jêrnavên xwe hene. Wekî nimûne; yek ji beşên girîng ê Komînalîteyê azadiya jinê ye. Li gel vê mirov dikare polîtîka, etîk ango ehlaq û hwd. jî rêz bike. Emê van mijaran hemûyan bi awayekî berfireh bigrin dest. Lê pênasekirina vê sîstemê/pergalê bi tevahî wekî “Modernîteya Demokratîk” têrker e.
Di olên yek xwedayî de peyva q iyametê/mehşerê ne tenê ji bo axretê-dinyaya din- hatiye gotin, ev peyv her wiha ji bo vê dinyayê jî derbasdar e. Ew mehşera pirtûkên pîroz behsê dikin eva han bi xwe ye. Modernîteya Kapîtalîst mehşerê bi mirovahiyê dide jiyîn. Sosyalîzma ku pêwîst bû li ber wê rabûya, li şuna wê asteng bike ji wê re -ji Modernîteya Kapîtalîst re- bû kerê bar û êmê cinawirê Modernîteyê. Sovyet û Çîn nimûneyên vê rastiyê yên aşkere ne. Çînî, mirovên seyr û ecêb in. Hewl dan kapîtalîzm û sosyalîzmê di nava hevde pêk bînin. Dibe, mirov dikare bi hizire. Lêbelê Çînê bi vê kiryarê sosyalizm xiste bin xizmeta kapîtalîzmê. Di encamê de bû xizmetkarê kapîtalîzmê û temenê wê dirêj kir. Di roja me de Kapîtalîzma Çînê ji bo hegemonyayê, ango ji bo serdestiya cihanê bi Emerîkayê re jî di nava rikberiyêde ye. Emerîka dikare bi dijwarî bersiva vê hewldanê bide. Ev jî wê bi xwe re şerê nûkleerî bîne. Aha mehşer/qiyamet ev bi xwe ye. Einstein gotibû “ger şerê cîhanê yê 3. bi çekên nûkleerî çêbe, heger hinek mirov jê bi filitin, dê şerê cîhanê yê 4. bi kevir û daran çêbibe”. Rast gotiye. Ji bo vê beşê bi xêzên stûr diyarkirina van xalan têrê dike.
5-RASTIYA KURD Û KURDISTANÊ
Karakterê diyardeyê, ango tiştê, li ser şêwe û diyalektîka wê ya hebûnê û mayînê bi gewde dibe ango teşe digire. Ew kirde çawa bûye, çawa çêbûye? Û hebûna xwe çawa, li ser kîjan hîmên maddî û manewî di domîn e? Bersiva ji bo van pirsan bê dayîn dê li ser karakterê hebûn û nebûna diyardeyê-tiştê- daneyan bide destê me.
Dema mirov ji vê çarçoveyê lê dinêre; rastiya Kurd bi hatina Modernîteyê qediya bû, tine bibû. Rastiya Kurd û Kurdistanê wekî têgîn û wekî diyarde jî bi komarê -Komara Tirk- hate qirkirin û ser hate nixumandin. Bi gotinên wekî “Kurdistana mûhayyel li vêderê binaxkiriye” jî li vê qirkirinê xwedî derketin. Rewşa beşên din ên Kurdistanê jî ji vê ne cûda bû. Realîteyek bi navê Kurd û Kurdistanê nemabû.
Wekî tevgereke hemdem, ango modern serkeftina herî gring a PKK’ê ji nûve zindîkirina vê realîteyê-rastiyê- bû. PKK’ê rastiya Kurd û Kurdistanê hem ispat kir, hem gihand astekî wisa ku kes nekare wê ji nav bibe. (ji derveyî PKK’ê) Hêzeke wisa ya wan tevgerên Kurd ên din tineye. Tevgereke wekî PDK’ê kevneperest, an jî wekî YNK’ê birjûwayên biçûk nekarîn kesekê bi hebûna xwe jî bidin bawerkirin. Ger PKK derneketibûya beriya 30 salan hemû wê xilas bibûna.
Berxwedana mezin a PKK’ê mijara hebûna Kurd û Kurdistanê mayinde kir. Li ser hebûna Kurd zanebûneke bihêz û xurt pêş xist. Ji bo mirov fêm bike bê ka ev çawa hatiye bi serxistin divê em serî li argûmanên dîrokî û sosyolojîk bidin. Ez beriya 52 sal, 1 meh û 4 rojan bi gotina “Kurdistan Bindest e!” ketim vê rê. Dema min ev peyv anî ser ziman ez ji ser hişê xwe çûm. Ev ji bo min kifşekî gelek zehmet bû. Dema min bi lêv dikir jî ez bi tirs bûm. Û dema min ji bo yek-dû hevalan ev peyv got jî ez hema bêje ji ser hişê xwe çûm. Ji wê rojê em hatin îro. Hêza peyvê biçûk nebînin. Dema peyv bi heqîqetê re dibe yek gelek bi bandor e, afrêner e û mirov dide meşandin. Vê peyvê tenê rê li pêşiya berxwedaneke mezin venekir, herwiha veguherî dahûrandina mezin a dîrokê. Piştî wê jî şîroveya li ser Neolîtîkê, îdeolojiya azadiya jinê, lêhûrbûna li ser Sosyalîzmê û hwd. li pey hev hatin. Armanca vana tevan ew bû; realîte û rastiya Kurd em derxin holê û rewşengeriya Kurd em pêk bînin. Û me ev mebest bi cî anî. Me bi ser xist. Vê meşa mezin a dîrokî, analîza sosyolojîk û têkoşîna polîtîk rastiya Kurd û Kurdistanê ıspat kir û herwiha bi dost û dijminan jî da qebûlkirin.
Başe, gelo pirsa azadkirinê hate çareserkirin? Nexêr. Rastiya Kurd hate ıspatkirin, xwe gihand zanebûna îdeolojîk û rêxistinî. Lêbelê di pêngava azadbûnê de xetimî. Li pişt xetimandinê îdeolojiya Sosyalîzma Reel û bandorên wê hene. Sosyalîzmê di sedsala 20. de li gelek deverên cîhanê desthilat bi dest xist. Ji sisêyan li yekê cîhanê bû serdest. Lê nekarî xwe li ser piyan bigre, roxiya, têk çû. Vê rewşê, li ba me jî wekî krîzê xwe da der. Reel Sosyalîzm hilweşiya, em li ser piya man. Lê me jî aloziyeke mezin jiya. Reel Sosyalîzm ji ber pirsa azadiyê çareser nekir û îdeolojiya azadiyê pêş nexist hilweşiya. Derketina ji krîza îdeolojîzehmet e. Gava argûmanên îdeolojîk ên hûn xwe dispêrinê têkçûn hûnê xwe bispêrin kîjan çarçoveya têgehan û kîjan analîza sosyolojik? Reel Sosyalîzm hilweşiyaye. Li pey wê zêde tiştek nemaye. Bi kotekî me hewl dida em baweriya bi Sosyalîzmê bi domînin. Û wê çaxê nirxandineke min a bi navê “İsrara di Sosyalîzmê de israra di mirovbûnêde ye” çêbibû. Min dilsozî û baweriya xwe ya bi Sosyalîzmê parast. Û ji bo ez vê veguherînim zanebûnekê ez têkoşiyam. Salên zehmet û aloz bûn. Ber bi salên 2000’î ve me dest bi qonaxeke nû ya lêhûrbûn û dahûrandinê kir. Yek ji encamên stratejik ê vê hewldana me jî “Netewa Demokratîk”e û ev ji bo perspektîfa Sosyalîst jî bûye henaseyek nû. Ev pêngav hem ji bo perspektîfa Sosyalîst û hem ji bo PKK’ê veguherîneke stratêjîk e. Îro tenê (bi vê pêvajoyê) wê nav li vê veguherînê bê kirin û ewê fermiyetê qezenç bike. Ev 20 salin em hewl didin vê (veguherînê) bigehînin encamê.
Çareseriya “Netewa Demokratîk” wê bibe bingehê pêvajoya li pêşiya me. Perspektîfê çareseriyê yê Modernîteya Demokratîk; Netewa Demokratîk e. Di teksta bangewaziyê de me navê “Aştî û Civaka Demokratîk” li vê kiribû. Herdû jî heman tiştin, tên heman wateyê.
PKK ew tevgere ku rastiya Kurdistanê derxistiye meydanê û ev hebûn misoger kiriye. Kes nikare wê rastiyê ji nav bibe. Pêngava ji vê û şûnde bê avêtin, pêkanîna azadiyê ye. Civaka azad êdî wê li ser hîmê komînalîte, ehlaq û polîtîkayê teşe bigre û bi gewde bibe. Wisa di xuyê ne gengaze ev pêngav bi PKK’ê bê avêtin. Ger PKK nebûya wê ji navê Kurd û Kurdistanê çi maba? Çanda Kurd û Kurdistanê jî dê wekî çandên Înka û Aztek ên li Amerîkaya Latîn û Çermsorên li Amerîkaya Bakur di nava pelên dîrokê de bi ma, ango dê wenda bibûya.
Ya rastî; ev xeterî ango ev rewş hîn jî tam nehatiye borandin. Kurd li Dêrsîmê, li Çewlîkê, li Zagrosê bermahiyeke çandîn e. Qebîle ji hev ketine, zimanekî karîger nemaye, qirtikên terîkatan û şer û pevçûnên eşîret û malbatan.. Sereray hebûna PKK’ê ger hîn ev rewş nehatiye borandin, sedemê vê kûrahiya belavbûna dîrokî-civakî ya rastiya Kurd e. Ji vê xalê û şûnde min peyva “bindest” ango “dagirkirî” ji bo pênasekirina vê rewşê têr nedît. Rewşa heyî ji bindestiyê wêdetir e, kurtire. Rengek ji rengên “civaka sêrgo”ye.. Goristan e. Li Dêrsimê di gelî û newalan de, di şkeft û bertehtan de hîn hestî hene. Mezelên nûnerên dawî yên kevneşopiyê li kuderên e, hîn ne diyar e. Kes nizane gora Şêx Sêîd, Sêîdê Kurdî û Seyîd Riza li kuye. Ev nûnerên herî bi hêz ên Kurdayetiya kevnar bûn.
Jûdenrheit (Jûdenrat) ên di qirkirina Cihûyan de rol leyîstine û wekî “Komîteyên Cihûyan” tên binavkirin hene. Ev ew grûp, malbat û beşên Cihûyanin ku bi faşîstan re hevkarî kirine. Ji bo di berdêla vê hevkariyê de 24 saetan temenê xwe û malbatên xwe dirêj bikin Cihûyan ber bi odeyên gazê ve rêdikin. Ji bo pergala qirkirinê bi xebite Faşîstan jî pêdivî bi van komîteyan dîtiye. Ji Cihûyan re dibêjin “emê we bibin serşoyê, serşûştinê” û wan di xapînin û dibin odeyên gazê. Ev komîteyên hevkar ên Cihû li gor hejmara hatî xwestin, destnîşan dikin bê ka wê kî biçe odeyên gazê û lîsteyên navan ew amade dikin. Faşîstan ev komite ava kirine. Dema min li ser vê mijarê di hizirî, min dît ku rastiya Kurd jî rastiya Jûdenrat e. Rastiya ez jêre di bejim ji bindestiyê û dagirkirîbûnê wêdetir ev rastiya Kurd e. Aha ev malbatên herî zêde bi navbang, Barzanî, Bedîrxanî, neviyên Şêx Seîd ên mane, hinek ji neviyên Seyîd Riza bûne Jûdenrat. (Komîteyên Cihûyan ên hemwelatiyên xwe dişînin odeyên gaza kîmyewî) Ji bo binemalên xwe xilas bikin Kurdayetiyê dibin tinekirinê, îmhayê. Yekê ji wan pirtûkek jî ne nivîsandiye. Li yadewriya bapîrên xwe jî xwidan dernakevin. Dijminkariya Kurdê azadîxwaz dikin. Herî dawiyê li Bedlîsê parlementeriyek û li Şirnexê qeyyûmek li şarederiyekê dan Bedirxaniyan. Evan erkên Judenrat in. Di vê dema dawiyê de min ev tez pêş xist û ez bi rastiya vê tezê bawerim. Li şuna gotina “rastiya Kurd û Kurdistana hatî dagirkirin” ez bawerim ev peyv (Jûdenrat) zêdetir dikare rastiyê rave bike. Ev rehendeke nû yê xebatên min ên li ser têgehan e. Ev alî ango rehend (ê xebata min) dikare ya di rastiya Kurd û Kurdistanê de çêdibe û tê jiyîn hîn zelaltir û bihêztir pênase bike.
Li gel vê; li cem Kurdan ji rastiyê revek mezin heye. Ji bîr nekin; hûn hêj ji rastiya xwe di revin. Kurdayetî li ba we di halê revêde ye. Şêwazeke serokatiyê yê min ji bo Kurdan heye. Ez çawa dikarim bi wan bidim fêmkirin bê ka ev rev tê çi wateyê, çawa dikarim reva wan (ji rastiya wan a Kurdayetiyê) bidim rawestandin, ez bi vê mijûl bûm û hîn jî bi vê mijûlim. Ez hem fêr dikim hem jî berdêlê vê revê bi we didim dayîn. Terzekî min ê wisa yê serokatiyê heye. Min (ji bo we) got “tu nikarî ji Kurdayetiyê bi revî. Kurdayetî ne tişteke wisaye ku tu jê bi revî. Hûn serî li gelek fêlbaziyan didin, 40 teqleyan li xwe didin, hewl didin min bi xapînin”. Min heman tişt ji bo dewletê jî gotin. “Hûn nikarin min bi xapînin. Hûn çi dikin bikin, li beramberî we Apoyek bê xapandin tiney e.” Eve 50 salin ez ji bo we, ji bo PKK’ê vê di bejim. Hûn çiqas min bikin mesîh an jî cinawir hûn nikarin xwe ji destê min xilas bikin. 50 salin serokayetî tiştekî wisay e.
Dewletê çima ev mase danî? Û çawa û çima me hûn li ser vî maseyî anîn ba hev? Ev civiyaneke gelek ciddi ye. Civiyaneke Kurd e. Û em ji wan rojan tên ku dewletê peyva “Kurd” giran ceza dikir. Ev civiyan gelek wateyên cawaz di nava xwe de hildigire. Emê çawa realîze bikin, em wê di nirxînin. Em çawa gehiştin vê derê, ji bo vê têkoşîneke çawa hate meşandin, yê herî baş vê dizane ez im. Kadroyên me yên herî pêş jî hîn ji fêmkirina vê rastiyê dûr in. Ji ber vê nikarin afirîner bin. Nikarin rêberiyê bikin. Ji candayînê natirse, ji mirinê nareve lê naxwaze xwe nêzî rastiyê bike. Li pişt vê; rastiya Kurd a ji bindestiyê wêdetir wekî “sergo”, ango “gelaşxane” lêhatî û hatina (we) ji wê rastiyê heye.
Afrîqa jî hatibû dagirkirin. Lê niha her yek (her welatek) ji Afrîqa bûye Netew-Dewletek. Amerikaya Latîn jî wisa ye. Lê di rastiya Kurd de tiştekî wisa nîne. Ne diyare bê ka Kurd çiye. Kevnar e an modern e? Bi rengekê bûye rastiyeke trajîk. Weke tê hizirkirin sedemê vê rewşê ne zextên ji derven e. Ev encama sedemên navxweyîn e. Di deşîfrekirina vê (rewşê) de rola taktik û stratêjiyên min pêş xistine diyarker e.
Cografyaya Kurdistanê cara ewil ji aliye Sumeriyan ve wekî “Kurd, Hûrrî, Ûr” hatiye bi navkirin. Bi vî rengî mekan-cî- yekem car hatiye pênasekirin. Wê çaxê li ti deverên dinyayê navê ti welatan tineye. Lê evder (Kurdistan) wisa hatiye binavkirin. Paşê wekî “Kurdîa” di nivîsa Yewnan a li ser dîrokê de navê wê derbas dibe. Dîroka Heredot hema bêje ji nîvî zêdetir li ser rastiya Kurdistanê ye. Civaka Yewnan çav li Medan dike. Û Medan teqlît dikin. Demokrasiya xwe jî ji van daneyan (ji bandora Medan) afirandin. Di serdema navîn de piştî şoreşa Îslamê navê Kurd bi temamî bi cih bû. Selçûqiyan jî (di dîrokê de) cara ewil navê Kurdistanê kirin diyardeyek siyasî. Siltan Sancar Hemedan ji xwere kir navend û welatê Hemedan li navenda wê jî wekî “Kurdistan” bi nav dike. Kurdistan wekî navê yekeyek rêvebirinê cara pêşiyê bi Siltan Sancar tê bilêvkirin. Haqanê Tirk Kurdistanê ava dike. Ji vê (rastiyê) encama ez gehiştimê eve; gelo Siltanê Selçûqiyan ne Siltanê Kurd be? Navenda wî li Ekbatan e (Hemedan e) û wezîrê wî Nîzamûlmûlk e. Jêre dibêje “biçe û malbata min bi parêz e”. Hetta di bêje “heger em têk biçin emê vekişin Hemedanê”. Û pişta xwe dide Hemedanê û şerê Milazgirê jî li ser wê tê meşandin. Ango Alparslan wekî mirgeheke Kurd şer dike. Ev jî serbeneke feraseta (me ya) nû ya dîrokê ye. Alparslan ji Tirkekê wêdetir mîrekî Kurd e. Malbata wî li Hemedan e. Wezîrê wî li wêderêy e. Başe gelo di ronahiya van agahiyan de emê Selçûqiyan çawa bi nirxînin? Ev mirgeheke Tirkan e an a Kurdan e? Pêwîste ev xal hîn zêdetir were vekolîn û nîqaşkirin. Bi giranî tê fêmkirin ku rêbertiyeke Kurd e. Niha jî tê gotin; nîvê şêniyên Hemedanê Tirkmenin. Niha piranî bûne Kurd. Ji mîrgehan Merwanî û Şeddadî balê dikêşin. Merwanî li herêma di navbera Ferat û Dijle de Kurdebûyînê îfade dikin. Ew jî bi îslamê pêş dikevin. Li aliyê Selçûqiyan jî heman rewş heye. Alparslan hêza çekdar a Merwaniyan di gire cem xwe û li hemberî Bîzansiyan li Milazgirê bi hêza şer a hevpar dikeve şer. Alparslan fermandarekî leşkeriy e, dewrûberê wî bi Kurdan tijey e. Xelat jî mîrgeh e. Heger Kurd wê çaxê xwe bidin aliyê Bîzansiyan ne pêkane Alparslan bi serkeve. Sedê sed bi tifaqa Kurdan di wî şerî de (Alparslan) bi serdikeve. Ji salên 1050-1060’î ve li başûrê Qefqasan Selçûqî û Şeddadî dibin hevalbend û tifaqeke misoger çêdikin. Li beramberî Bizansiyan ne Şeddadiyan bi tena serê xwe dikarîn li ser piyan bimînin û ne jî Selçûqiyan dikarîn gavekê bi avêjin. Herdû alî tifaqeke dîrôkî ava dikin. Berhema (encama) destpêkê ya vê tifaqa dîrokî di 1064 de di sefera li dijî qraliya Ermeniyan de tê bidestxistin. Bajarên Anî û Qersê tên zeftkirin. Piştî vî şerî (bajarê) Anî didin Manûçehr û Qersê jî didin Tûgrûl. Wekî bermahiyekî wê demê, îro jî li Qersê mizgefta Manûçehr heye.
Peyman ango tifaqa Yavûz Siltan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî gelek girîng e. Şerên Ridaniye, Mercîdabiq û Çaldêranê berhemên vê tifaqên e. Û di encama serkeftina di van şeran de Osmanî bûne împeretoriya Rojhilata Navîn. Kurd yek ji unsirên sazûmankar ê sereke yê vê împeretoriyên e. Dema babê Çelebî Mehmet dîl di keve, ew di reve, Beyazit paşayê ji Amasyayê wî li pişta xwe dike û heta Amasyayê dibe. Ew jî paşayekî Kurd e. Ev belkû bûyereke sembol e. Wê çaxê li Amasyayê baskê Şeddadiyan ê Kutluşah malbata rêvebir e. Çelebî Mehmet Paşa jî ew kese yê Osmanî ji dema fetrete (ji dema xetimandinê) derxistiye. Mele Goranî û Akşemsettin jî Kurdin, ewan (Siltan Mehmet) teşwiq kirine da Stenbolê fetih bike. Ji xwe hewce nake ez behsa şerê rizgariyê (yê Tirkiyê) bikim. Mistefa Kema vî şerî ji bajarên Tirkiyê yên wekî Izmîr û Trakyayê na, ji Erzerom û Farqînê, ji erdingariya Kurd dide destpêkirin. Şerê rizgariya Tirkiyê bi tifaqa Kurdan û Tirkan hatiye serxistin; kes nikare vê heqîqetê înkar bike. Encam; komara Tirkiyê ya em di zanin e.
Sazûmankarên esil ên komarê Kurd piştî avakirina komarê bi salekê tine hatin hesibandin. Nasname (û navê) Kurd hate qedexekirin. Bi vî rengî ew Kurdên ji Sûmeriyan û vir ve hebûna wan di dîrokê de hatî qeydkirin bi avakirina komara Tirk tine tene hesibandin.
PKK’ê ev înkar bi berxwedaneke mezin pûç kir. Nasname û rastiya Kurd di warê dîrokî û civakî de derxist ber çavan û bi dost û dijminan da pesendkirin. Lê encamên vê înkarê di (kesayetên) we de hêj bi temamî nehatine derbaskirin. Hêj hûn ji rastiya xwe di revin. Ez di nasname û kesayeta we tevan de rastiyeke wisa dibînim. Ez di (kesayeta) we de nasname û şexsiyetek tendurist û rûniştî nabînim, nikarim bibinim.
Ev kar tenê bi berxwedanê nabe. Di sazkirina (jiyan û civak) a nû de çanda şoreşgerî, avakirina saziyên demokratîk, saziyên netewa demokratîk, saziyên vekolînê, yên ziman misoger wê rola xwe hebin. Ev (sazî) jî bi kapîtalîzmê nabin. Pêwîste civaka Kurd dij-kapîtalîst be. Kurd wê xwe bi Netewa Demokratîk, Eko-Ekonomî û Komînalîteyê azad bikin û jiyaneke mayinde ava û misoger bikin. Ev jî wê bi têkoşîna hebûnê û avakirinê (înşayê) bê bi destxistin. Li beramberî derve, li dijî zexta derve berxwedan hate biserxistin. Yek ji sedemên temambûna mîadê PKK’ê jî ewe ku berxwedana li dijî zextên derve bi ser xist. Ji niha û pêde berê berxwedan û têkoşînê dê li hundir be. Dema pêşiya me wê bibe dema xweavakirinê. Ji bo vê jî pêdivî bi aştî û civaka demokratîk heye. Em niha li ber vî paderîn e.
6-PKK Û FESIX
Di salên 90’î de bi hilweşandina reel Sosyalîzmê PKK’ê zemînê xwe yê îdeolojîk ji dest da. Çinku PKK’e li gor perspektîfê têkoşînê yê reel sosyalîs hatibû tevgerkirin. Bername, stratêjî, taktîk û hwd. li ser rêgezên reel sosyalizmê hatibûn danîn. Di vê wateyê de PKK’e piştî salên 90’î di warê îdeolojîk de kete nava krîzê. Lê sererayî vê krîzê jî li ser rayê rizgarîxwaziya netewî yê sosyalist li ser piyan ma. Ji ber tevgera me nû pêş diket û pêdiviyeke mezin bi rizgariya netewî hebû û li gor vê motive bibû (PKK) li ser piyan ma. Li ser vê rêbazê me dewam kir, da dewamkirin. Me dizanî reel sosyalizm hatiye derabskirin. Lê me nedizanî em çi bixin şûna wê. Ji ber vî sedemî ji sala 1990’î heta sala 2000’î me di krîzê de derbas kir. Di sala 1998′ de min gotibû “ez dest ji partiyeke wisa di kêşim”. Sedemê vê ew bû; me nekaribû em krîza îdeolojîk a di nava partiyê de derbas bikin.
Di qonaxa İmraliyê de li ser van pirsgirêk û probleman tevan em ketin nava lêhûrbûneke dorfireh. Me ev lêhûrbûnên xwe bi pirtûkeke ji 5 bergan-cildan- gehand encamê. Stratêjiya têkoşîna sosyalîst û hwd gelek mijar me ji nû ve pênase kirin. Ji bo xwe jinûveavakirina îdeolojîk û stratejik me kulliyateke grîng ava kir.
Emê nava PKK’ê gelek rexne bikin û dê rexnedayîn çêbibe. Têkoşîna 50 salan bi aliyên xwe yên baş û nebaş dê ji parzîna rexnedayînê bê derbaskirin.
Xetimandina di Sosyalîzmê de rewşeke giştiye û di vî warî de hinek lêgerîn hene. Lê krîz ango qeyran berdewam e. Analîzên me li ser Sosyalîzmê pêş xistine li derveyî welat jî di nava hinek dewrûberên Sosyalîst û entellektûel de balê dikêşe ser xwe û eleqe jêre heye. Ronîker tê dîtin.
Meseleya Fesixkirinê ji bo me ne mijareke nûye. Dema me daxwaz û telebek wisa ji nava dewletê jî dît min bersiv dayê. Min got ez ji bo çareseriya pirsgirêkê di warê îdeolojîk û polîtîk de xwediyê danahev û giraniya pratik a pêwîstim. Jixwe eve 6 mehin em bi van pirsan re mijûlin û me anî heta roja îro. Hewce nake vê mijarê em zede vekin. Pêwîste rexne û rexnedana navxweyî ji nûve û bi awayekî bingehîn bê kirin. Û nexasim heger pêvajoya kongre ya fesihkirinê çêbe.. Ev kongre dikare demeke gelek dirêj bi dome. Problem tenê ne fesihkirin e. Bi aliyên xwe yên baş û nebaşve pêwîste bi mehan ev mijar bê gotûbêjkirin. Hema li şûna wê (li şûna PKK’ê) hewce nîne mirov tiştekî nû jî dane. Hewce nake mirov bêje jinûve avakirin jî. Çinkû em tenê behsa avahiyekê nakin; em behsa veguherîneke bingehîn a hişmendî û kesayetê dikin. Jinûve avakirin herî zêde wisa dikare pêkan be. Ji bo vê jî di her halî de çend meh wext pêwîst e. Ji bo pêvajo bi tendurist pêşde biçe û bi gehe encamê pêwîste ecele neyê kirin. Hikûmet û dewlet dixwaze vê rewşê hema wekî çekberdanê raber bike. Wisa nîşandana vê (pêvajo û pêngavê) ne raste. Ya rast emê danin meydanê. Serdemeke nû hem soz û hem daxwaza mey e. Lêbelê ev tenê wekî daxwaza wan çênabe. Di vê mijarê de meşên me hem ên polîtîk û hem ên teorîk ên gihayî hene û danaheveke mezin a ezmûnan (tecrûbeyan) a me çêbûye. Nikare bê gotin ku emê di nirxandina kongreya fesihkirina PKK’ê, di vekirina vê girêkorkê û hetta di pêkanîna kongrêya fesixkirinê de zehmetiyê bi kêşin. Wekî me gotî; xebatekî veguherînê ya beriya niha bi demeke dirêj hatî destpêkirin heye.
7-PERSPEKTÎFÊN JI BO DEMA NÛ
PKK li ser îdeolojiya sosyalîzma reel û rêgeza diyarkirina çarenûsa netewî hatibû tevgerkirin, stratêjî û taktîka wê ya têkoşînê li gor vê hatibû danîn û wekî tevgerekî wisa çêbû û pêşket. Kurdistana serbixwe û yekgirtî armanca esasî bû. Me ev armanç wekî amentûya sosyalîzmê qebûl kiribû.
Lê belê piştî hilweşîna sosyalîzma reel û herwiha dahûrandina li ser problemên Netew-dewletên bi perspektîfa sosyalîzma reel hatine avakirin, me dît ku ti peywendiya vê modêlê bi Sosyalîzmê re jî nîne û her wiha ti peywendiyên wê bi bi rizgarkirina netewî re jî tineye. Berovajî wê, herçendî Netew-Dewlet bi perspektîfa sosyalîzma reel hatibin avakirin jî, xizmet ji bo kapîtalîzmê kirine. Û ev modêleke kapîtalîst e.
Sedemê lêhûrbûna me ya li ser Sosyalîzmê û hewldana demokratîzekirina wê ev rewş bû. Jixwe mirov gava ji bo Sosyalîzmê di bêje “Demokratîk” jî ev peyv tam na rûne. Lewra Sosyalîzm jixweber pêwiste demokratîk be. Lê ji ber ku berê reel Sosyalîzmê li destxistina desthilata dewletê ye û armanca wê proleterkirin ango sazkirina diktatoriya proleterya ye, cewherê wê yê demokratik lawaz dimîne. Ji ber van sedeman me pêdivî bi karanîna peyva “Sosyalîzma Demokratîk” dît.
Netew-Dewlet ji ber karakterê xwe desthilatperest e. Bûyîna desthilatê di destê proleterya an jî di deste bûrjuwaziyê de di aliyê polîtîk de dikare ferqekê bi afirîne, lêbelê di warê çanda serdestiyê ya di afirîne de di navbera wan de ti ferq tineye. Wekî din; li beramberî çînekê têkoşîna çîneke dîtir jî ne rast e. Ev tenê dabeşkirina civakê di navbera çînan de kûrtir dike. Li şuna “şerê çînekê li beramberî çîna din” me dûaliteya “li beramberî dewletê Komîn” bi cî kir.
Netew-Dewlet berovajî cewherê Sosyalîzmê ye. Sosyalîzmê di rizîn e. Ji ber wê me hem fikir, herwiha hem hedef û armanca Netew-Dewletê jî berovajî kir. Li şûna wê me got “Netewa Demokratîk”.
Perspektîfa me ya dema nû; Netewa Demokratîk, Eko-Ekonomî û li ser hîmê Komînalîzmê jinûve avakirina civakêy e. Berpirsyariya li pêşiya me eve; pêşxistina hîmên felsefîk, rehendên îdeolojîk û bi hûrkarî danîna çarçoveya têgîn û têgehan a ji bo bi gewdekirina vê di nava bedena civakêdey e. Di berdewamiya xebatên xwe de emê van mijaran hemûyan di bin sernav û jêrnavan de bigrin dest. Di vê wateyê de emê hem di warê programatîk û hem di warê taktîk û stratejîk de hewl bidin çarçoveyê destnîşan bikin.
Bangewaziya me ya herî dawiyê “banga ji bo aştî û civaka demokratik” bû. Ev bangewazî bi destûra komara Tirk hate kirin. Ev xaleke enteresan û grîng e. Çinkû tu dikarî tenê aştiyê bi wê dewletê re bikî ya tu li dijî wê têdikoşî. Civaka demokratik di nava diyaloga li gel vê dewletê de dikare were avakirin. Navê vê dibe “lihevkirina demokratik”. Di bangewaziya me de jixwe ev xal hebû.
Bê şik û goman; dibe ku armanca aliyan ji hev cuda be. Lê gava hatî avêtin, ango bangewaziya hatî kirin wekî cewher rast e, di cihde ye. Rewşa aliyan jî nişan dide ku ev pêngav di cihdey e. Ji bo min kongre ji mêjve xilas bûye. Lê hêza me ya kadro jî dê vê mijarê bigre rojeva xwe û fermî bike. Ez bawer nakim ti problem derkevin. Ya ji vê hîn girîngtir eve; ji bo vê pêşerojê em hîmên îdeolojîk, program ango bernameya pratîkê û rehendên wê yên taktik-stratêjîk pêş dixin. Civaka demokratîk bernameya siyasî ya vê qonaxêy e. Avakirina dewletê ji xwere nake armanc. Siyaseta civaka demokratîk jî siyaseta demokratîk e. Komîn bi xwe jî demokratîk e. Cûdakirina van ji hevdû nabe, ne raste. Civaka Komîn civaka demokratîk e. Ji bo vê civakê pêwîste mirov bêje civaka demokratîk. Sosyalîzma demokratîk ji xwe civakparêziya demokratîk e. Çawe dîrokeke dewletê heye herwisa dîroka komînê jî heye. Mijara komînê gelek bala min di kêş e. Ji ber vê girîngiya wê emê bi dirêjahî vê mijarê vekolin. Jiyana azad a gelan bi komînan pêkan e. Netew-Dewlet çawa çeka kapîtalîzmê be, rêgeza sazûmankar û çeka gelan jî komîn e. Bi rêya şaredariyan jî ev civaka komînal dikare were tevgerkirin. Di warê teorîk û pratik de jî ev pêkan e. Lêbelê bi hessasiyet û têkoşîneke bi rastî dij-kapîtalîst ev gengaz dibe. Ger mejiyê kadroyê sazkirinê tevlîhev be, îradeya wî belavkirî be ev kar naçe serî.
Em grîng dibînîn destpêkê vê pêngavê li gel komara Tirkiyê bibin serî. Hevdîtinên me yên heta niha kar gehand vê xalê. Ev qonaxeke girîng e. Ev civîna me bi xwe belkû jî nîvê çareseriyêy e. Ji niha û pêve jî kar û xebateke ji dil pê divê. Hêvî û baweriya min a bi serkeftinê berz e. Serkeftina vê hewldanê ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo tevahî herêmê wê rê li ber destkeftên girîng vebike. Serkeftineke li vêderê çêbe wê bandora xwe li Sûriye, Îran û Iraqê jî nişan bide. Ji bo komara Tirkiyê jî şansê xwetacîdarkirina bi demokrasiye û pêşengiya herêmê wê peyda bibe.
Dikarim bêjim dijberên vê pêvajoyê bê qîmet in(ti nirxekê îfade nakin). Wê têk biçin. Lê derbaskirina vê (dijberiyê) jî berpirsyariyê dide ser milê aliyan.
Li gel herêmê, di qada enternasyonal de jî dê encamên vê pêvajoyê hebin. Konfederalîzma herêmê wekî pêdiviyeke misoger-mutlaq- xwe derdixe pêş. Dij-jehra şerê Îsraîl-Flistînê, şerên mezheban û nakokiyên netew-dewletan Konfederalîzma Demokratîk e.
Ev çareserî di heman demê de Enternasyonaleke nû jî pêwîst dike. Li gel dostan, bêyî bê derengxistin destpêkirina xebata Enternasyonalê wê bibe pêngaveke rast û dîrokî.
Abdullah Öcalan
25 Nisan 2025