المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Darren Millar: Em piştgiriyê didin banga Ocalan, modela IRA’yê dikare bibe mînak

0 5

Lîderê Partiya Muxafazakar a li Parlamenta Walesê ku muxalefeta bingehîn e Darren Millar diyar kir ku ew piştgiriyê didin ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku 27’ê Sibatê hate eşkerekirin.

Millar her wiha diyar kir ku modelek mîna Peymana Înê ya bi Xêr (Pêvajoya aştiyê ya bi IRA’yê re) ku di navbera Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê de hate mohrkirin, dikare ji bo pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê bibe mînak, rê nîşan bide.

Darren Millar anî ziman ku Kurdistan ji aliyê cografî û çandî ve ji hin aliyan ve dişibe Walesê û got, “Kulîlka Nêrgizê hem kulîlka neteweyî ya Walesê ye hem jî li Kurdistanê xwedî cihekî girîng e. Hêvîdarim paşerojê em ê li Kurdistaneke azad bigihêjin hev.” Millar destnîşan kir ku weke Partiya Muxafazakar ew mafê ‘diyarkirina çarenûsa xwe ya kes û civakan’ dipejirînin û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin daxwaza self-determinasyonê ya gelê Kurd.

EM PÊNGAVA AŞTIYÊ YA ABDULLAH OCALAN ERÊNÎ DIBÎNIN

Millar anî ziman ku ew girîngiyê didin banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Ocalan û bi dewamî got, “Ji ber ku PKK ji aliyê gelek dewletan ve weke ‘rêxistina terorê’ tê naskirin, ev yek muxatabiya fermî ya aliyan zehmet dike. Lê belê pêngava Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku dikare rêya aştiyê veke. Aştî ji bo Kurdan jî ji bo Tirkiyeyê jî li derveyî têkoşîna çekdarî dikare bibe alternatîfeke bi wate. Em piştgiriyê didin vê bangê.”

MODELA IRA’YÊ DI ÇARESERIYÊ DE DIKARE BIBE MÎNAK

Millar Peymana Good Friday (În a bi Xêr) bi bîr xist ku di navbera Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê de hate mohrkirin û got, “Lihevkirina ku di encama pêvajoya aştiyê ya bi Sinn Fein û IRA’yê de hate mohrkirin, ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera aliyên cuda bi kêr hat.”

Millar destnîşan kir ku modeleke bi heman rengî li Rojhilata navîn bi taybetî jî di şerê navbera Tirkiye û Kurdan de dikare ‘rêya lihevkirinê ya erênî’ nîşan bide û got, “Bi dîtina min, feraseta netewe-dewletê li rastiya pir olî û pir etnîsîteyî ya Rojhilata Navîn nayê. Sîstemên pir alî yên ku mafên hindikahiyan li ber çavan digirin, dikare aştî û çareseriyê mayinde bike.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin