المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Koma Toulousê Nobeta Azadiyê dewr girt

0 11

Koma Toulousê di hefteya 668’an de Nobeta Azadiyê ku 12 sal in li Strasbourgê dewam dike, dewr girtin.

NOBETA AZADIYÊ

Nobeta Azadiyê ya ku bi pêşengiya “Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Apo” di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 668’an de bi biryardarî didome. Her hefteyê komek nû ji welatên cuda tê û nobetê dewr digirin. Di hefteya 668’an de koma 3 welatparêzên ku ji bajarê Toulous a Fransayê hatine, nobet dewr girtin.

Di komê de Taner Aslan, Ercan Yilmaz û Abdulhalîm Erguvan cih digrin. Li ser navê komê Taner Yilmaz axivî. Yilmaz bal kişand bi ser armanca nobetê ya 13 sal in bi domdarî didome û got: “Divê gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz ji bo ramanên Rêber Apo li her derê balav bibin mil bidin milê hev. Ji bo ku pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bigihêje serketin û azadiyê divê em destê Rêber Apo xurt bikin. Dema ku Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî, wê demê em dikarin bibêjin em li welatekî azad, wekhev û xwişk-bira li ser bingeha azadiya baweriyê dijîn. Nexwe wê weke sedsalan rewşa mêtingeh berdewam bike. Em neçarin ku 9 xalên ku Rêbertiya me li ser bingehê banga 27’ê Sibatê derxist holê, jîndar bikin. Bi vê boneyê divê Kurdên li dîasporayê nebêjin, ‘Ne ez, bila hevalê min pêşengtiyê bike’. Divê em bigihêjin encamê.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin