Gotinê Rêbertî
Rastiya Kurd a ji welatê xwe hatiye rakirin, rastiyeke birîn û mirine.
Nekarîna wî ya ji bo hembêzkirin û parastina welatê xwe, tê wateya terikandina dîrok û çanda wê, di dawiyê de jî dibe sedema paşvekişîna ji jiyana di şeklê civakê de û ji hebûna neteweyê.
Ji ber vê yekê ne mimkun e ku rastiya civaka Kurd bê welat were pênasekirin. Ne pêkan e ku civakek bê welat hebûna xwe bidomîne, ne jî ji tasfiyekirin û ji holê rakirina perçebûnê rizgar bibe.
R.apo
