Li Swîsreyê 26 kesên ku ji siyasetmedar û ji pîşeyên cuda pêk tê name ji Îmraliyê re şandin
Li Swîsreyê 26 kesên siyasetmedar û ji pîşeyên cuda têkîldarî tecrîda li Îmraliyê ji Serokê Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê Dr. Alan Mitchell re name şandin û xwestin CPT demildest şandeyek ji Îmraliyê re bişîne.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZA
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bertekên li dijî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê zêde dibin.
Li Swîsreyê 26 kesên endam û alîgirên komîteya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku di nav wan de endamên konseya neteweyî, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên partî û saziyan û navên ji pîşeyên cuda hene, ji bo balê bikşînin ser tecrîda Îmraliyê ji Serokê CPT Dr. Alan Mitchell re name şandin.
Di nameyê de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî hemû mafan li girtîgeha Îmraliyê te girtin û 38 meh in tu agahî jê naye girtin û wiha hate gotin: “Em endam û alîgirên komîteya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dixwazin piştgirî bidin pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî.”
Endam û alîgirên komîteya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ji Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê xwestin ku demildest serdana Abdullah Ocalan bikin û tenduristiya wî bizanibin û gotin ku demildest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevkariyeke girîng ji çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê re bike.
Parlementerê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ya Kantona Bellînzona Dr. Beppe Savary ku têkîldarî mijarê daxuyanî da, anî ziman ku Abdullah Ocalan kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd e. Savary diyar kir ku divê CPT demildest biçe gireva Îmraliyê û wiha got: “Em niha li parlementoya Swîsreyê ne. Em ê tevî 26 hevalên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’yê re name bişînin. Em dostên Kurd di wê baweriyê de ne ku bi azadiya Abdullah Ocalan re wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.”
Dr. Beppe Savary ku di Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî de cih digire anî ziman ku xebatên wan wê di vê çarçoveyê de bidome.
Îmzavan:
Endama Konseya Neteweyî Katharina Prelicz-Huber
Endamê Konseya Neteweyî Fabian Molina
Endama Konseya Neteweyî Franziska Ryser
Endama Konseya Neteweyî Barbara gysî
Endamê Konseya Neteweyî Laurence Fehlmann Rielle
Seroka Şaredariyê Maria Pappa
Endama Konseya Kantona Zurîhê Lisa Letnansky
Endamê Meclîsa Şaredariya Zurîhê Andreas Kirstein
Endamê berê yê Konseya Neteweyî Margeret Kiener Nellen
Endamê berê yê Meclîsa Şaredariya Zurîhê Richard Wolff
Endamê Meclîsa Şaredariya Zurîhê Yves Henz
Endamê Parlementoya Bajêr a St. Gallen Miriam Rizvî
Şaredarê berê yê Suhr Marco Genoni
Endamê berê yê Konseya Mezin a Aargau Markus Dietschi
Endama Konseya Neteweyî Stephanie Prezioso
Parêzer Marcel Bosonnet
Dr. med. Beppe Savary-Borioli
Doktor Maja Hess
Serokê FAU ya St. Gallenê Robîn S.
Hevserokê Greva Avhewayê ya St. Gallen Leandra Breu
Hevserokê Keskên Ciwan a Aargau Álvaro Ullate
Edîtorê Kovara Saîten Corinne Riedener
Derhêner Anina Jendreyko
JUSO St. Galleln Robin Eichmann
SP Erstfeld Rebekka Wyler