Gotinên serok
Konfederalîzma Demokratîk di gelek astan de ji pêkhateyên siyasî yên cuda re vekirî ye. Ji ber ku pêkhateyên siyasî yên cihêreng, çi yên vertîkal û hem jî horîzontal, li ser bingeha pêkhateya tevlihev a civakê pêwîstiyeke lezgîn e, ji nû ve yekbûna pêkhateyên siyasî yên navendî, û herêmî rewşeke hevsengiyê çêdike. ji wan şert û mercên konkrêt ên taybet, pêkhateyên siyasî yên piralî ji dîtina rêyên çareserkirina pirsgirêkên herî ewledar û rast nêzîktir in. Îfadekirina nasnameyên çandî, etnîkî û netewî di nava pêkhateyên siyasî de yek ji mafên wan ên herî xwezayî ye.
R.Apo
