Rêber Apo: Pêvajo hatiye asta çareseriya hiqûqî
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Rêber Apo gotiye, “Rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina parezeran a 15’ê Îlonê ya bi Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Ergîn Atabey û Mûrat Yamalak daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin ev agahî hatin dayin:
“Di 15’ê Îlona 2025’an de li Girtîgeha Îmraliyê piştî 6 salan me bi Birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din hevdîtina parêzeran kir. Têkildarî rewşa wî ya hiqûqî, serlêdanên li mekanîzmayên dadgeriyê yên neteweyî û navneteweyî ku dewam dikin, ji aliyê me ve agahdariyeke berfireh jê re hate kirin. Bi vê wesîleyê me firsend û derfet dît ku piştî demeke dirêj li nêrîn û pêşniyarên wî guhdarî bikin. Em dixwazin her wiha diyar bikin ku me Birêz Ocalan gelekî xurt û bi biryar dîtin. Piştî sala 2019’an pêkhatinia serdana parêzeran a li Îmraliyê gelekî girîng û bi wate bû. Wî bi xwe jî di vê çarçoveyê de wate da hevdîtinê û nirxand. Di nirxandinên xwe de destnîşan kir ku avakirina hiqûqa demokratîk şertê dewleta norm e û yek ji armancên bingehîn ên pêvajoyê ye.
Destnîşan kir ku rêveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk di rewşa heyî de gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî. Anî ziman ku di nava pêvajoya sed salî de Kurd timî li derveyî hiqûqê hatin hiştin û tişta ku hewl daye ji holê rake ev dijberiya hiqûqî ye. Diyar kir ku di çarçoveya neteweya demokratîk de ew li ser jiyana hevpar bi israr e û xwedî projeya komara demokratîk e. Her wiha işaret bi wê yekê kir ku di vê çarçoveyê de gelek aliyên pirsgirêka Kurd ên siyasî, civakî, aborî û çandî hene û di vê qonaxê de pêwîstî bi çareseriyên hiqûqî heye ku qanûnên dema navberê jî di nava xwe de dihewîne. Got, di vê demê de ku weke pêvajoyeke derbasbûnê jî dikare bê pênasekirin, dixwaz û hêvî dike ku dema pêkhatina serdana parêzeran weke işaretek ji bo vekirina deriyê hiqûqî binirxîne.
Berpirsyariya esasî ya her kesî ye, yên ku ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk bawer dikin ku li gorî rol û muxatabiya Birêz Ocalan nêzîkatiyekê nîşan bidin. Bi vê wesîleyê em destnîşan dikin ku ‘mafê hêviyê’ ku di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye, pirsgirêka avanî ya hiqûqa Tirkiyeyê ye, gavên erênî yên di vê der barê de bêne avêtin wê bibe gaveke pîvanî ya avakirina hiqûqa demokratîk. Birêz Ocalan xwest silavên xwe yên kûr ji girtiyên siyasî yên li girtîgehan, her kesên ku li wî pirsî ne, her kesên baweriya xwe bi pevajoya aştî û civaka demokratîk tînin û di vê mijarê de hewl didin, kedê didin, ragihîne.”