Çalakiya li Strasbourgê bi dawî bû: Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê ye
Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê bi daxuyaniyeke girseyî bi dawî bû. Hevserokê KCDK-E Engîn Sever got, “Azadiya Rêber Apo azadiya nasname, çand û zimanê gelê Kurd e.”

Bi pêşengiya Komîteya Amadekariyê ya Meclîsa Gel a Kurd, ji bo azadiya Rêber Apo û daxwaza “mafê hêviyê” li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê dabû destpêkirin di roja 3’yemîn de bi dawî bû. Çalakî piştî bidawîbûna civînên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi daxuyaniyek girseyî hat dayîn. Tê payîn ku biryara Konseya Wezîran sibê were ragihandin û komîteya amadekar wê li gorî encamê daxuyaniyek nû bide.
Gelek Kurdistanî û dostên wan ên ji saetên serê sibê de ji hatin û beşdarî çalakiyê bûn bi zimanên cuda bê navber dirûşmên “Bijî Rêber Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Azadî ji bo Rêber Apo re” berz kirin.
Piştî ku civînên Komîteya Wezîran bi dawî bû û hate hînbûn ku biryar dêwê sibê were ragihandin, li ser banga komîteya amadekar çapemeniya çapemeniyê hat dayîn.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Haydar, Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û gelek çalakvan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever diyar kir ku “mafê hêviyê” ne tenê pirseke hiqûqî ye, di heman demê de misogeriya aştiya civakî û çareseriyeke demokratîk e jî.
Sever, anî ziman ku divê Konseya Ewropayê li pişt biryarên xwe bisekine û got: “Îro dosyaya Rêber Apo di Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê de hate nîqaşkirin. Em, wekî gelê Kurd, 27 sal in li van deveran têdikoşin. Banga me ji Konseya Ewropayê re ew e ku biryarên xwe bicîh bîne. Di sala 2014’an de biryarek DMME’yê hebû, lê 11 sal in dewleta Tirki ev biryar bi cih neaniye. Weke KCDK-E, em bang li dewleta Tirk û Konseya Ewropayê dikin: Bi lez û bez ‘mafê hêviyê’ bi cih bînin. Îro, Rêber Apo ji bo civaka demokratîk û aştiyê pêvajoyek nû daye destpêkirin. Ev pêvajo bêyî azadiya wî nikare bi ser bikeve. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya nasname, çand û zimanê gelê Kurd. Banga me ji gelê me re ev e: Em ê heta ku azadiya Rêber Apo pêk were li dern bin û hemû çalakiyên me wê li ser vê bingehê berdewam bikin.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya sê rojan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî kir.