المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Jinên navdar ên cîhanê ji bo Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin

0 3

Jinên navdar ên ji welatên cuda ji bo “mafê hêviyê” ji Rêber Apo re were naskirin, nameyeke hevpar ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa re şandin.

Di nava îmzevanan de femînîsta ji Hindistanê Abha Bhaiya, ji pêşengên tevgera jinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Harriet Fraad, hizirvana Arjantînî Rita Segato, Qasida Aştiyê ya ji Yemenê Dr. Raida Al Zabhani û filozofa Fransî Catherine Malabou jî hebûn.

Di nameyê de xîtabî Serokatiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg û Serokatiya Alîkarên Wezîran Francesca Camilleri Vettiger hate kirin. Hat destnîşankirin ku Rêber Apo muxatabê sereke yê aştî û civaka demokratîk e û nûnerê rewa yê gelê Kurd e.

Jinan îşaret bi girîngiya desteka saziyên Ewropayê ya ji bo pêvajoya demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê kir û got, “Biryarên dadgehê diyar in; niha pêdivî bi çalakî û îradeya siyasî heye ku wê girêdana bi siyaseta demokratîk re nîşan bide.”

Her wiha di nameyê de 5 daxwazên şênber wiha hatin rêzkirin:

– DMME divê biryarên sala 2014’an bi cih bîne,

– Abdullah Ocalan divê were berdan,

– TBMM ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên şênber bavêje,

– Yekîtiya Ewropayê û aktorên navneteweyî divê Tirkiyeyê teşwîq bikin ku ji bo çareseriyê gav bavêje,

– Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin û krîmînalîzasyona li hemberî Kurdan bi dawî bibe.

NAME

Di nameyê de hate bibîrxistin ku Rêber Apo sala 1999’an bi komployeke navneteweyî hate revandin û birin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Hate diyarkirin ku Rêber Apo ji bo sazî, rêxistinên jinan û tevgerên ekolojiyê û tevgerên ji bo jiyanek hevpar xwe rêxistin dikin, di asta kûreyî de îlham dide.

Di nameyê de hate ragihandin ku divê şert û merc werin afirandin ku weke muxatabê sereke yê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û nûnerê rewa yê gelê Kurd Rêber Apo bikare bi rengekî tam tevlî vê pêvajoyê bibe. Hate destnîşankirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) divê biryara sala 2014’an a têkildarî ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne.

Di nameyê de hate bilêvkirin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê 15-19’ê Îlona 2025’an dosyaya Rêber Apo car din binirxîne.

Her wiha di nameyê de jinan berdewariya xwe wiha anîn ziman:

“1. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê biryara têkildarî doza Ocalan a di sala 2014’an de dayî, pêk bîne. Bi taybetî têkildarî mafê hêviyê divê di hiqûqa Tirk de guhertin bên kirin.

2. Tirkiye divê Birêz Abdullah Ocalan berde. Ji bo pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji çareseriya pirsgirêka Kurd re pêwîst e. Ji xeynî tevlîbûna pêvajoyên siyasî, divê derfet jê re were afirandin ku bikare bi rengekî azad bi parêzerên xwe, çapemenî, partiyên siyasî û nûneran, rêxistinên civakî yên sivîl û aktorên din re hevdîtinê bike.

3. Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê divê ji bo demokratîkbûneke ku wekheviya hemû gelên li welêt biparêze û ji bo naskirina mafên Kurdên li Tirkiyeyê gavên şênber ên siyasî û qanûnî bavêje.

4. Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê û aktorên din ên navneteweyî divê cesaretê bidin Tirkiyeyê da ku bi rengekî samîmî di pêvajoyê de gavên lezgîn bavêje. Divê zexta dîplomatîk li Tirkiyeyê were kirin ku li gorî pîvanên demokratîk tevbigere, dijmintiyên leşkerî bide sekinandin û girêdayî pêvajoya aştiyê bimîne. Divê hewldanên navbeynkar bên pêşniyarkirin.

5. Tirkiye, dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî û welatên din ên eleqedar divê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin û dawî li krîmînalîzasyona li ser Kurdan bînin. Ev wê rêya serketina pêvajoya nû vebike.”

Îmzevan:

Abha Bhaiya, feminist, nivîskar û aktivist – Hindistan

Catherine Malabou, Erkdara Perwerdeyê ya Zanîngeha California – DYE 

Harriet Fraad, feminist, nivîskar û aktivist – DYE

Dr. Raida Al Zabhani, Qasida Aştiyê – Yemen

Donna Haraway, nivîskar – DYE

Rita Segato, nivîskar – Arjantin

Bahiyah Al Saqqaf, Weqfa PASS– Seroka Aştiyê ya ji bo Civakên Domdar – Yemen

Rahila Gupta, nivîskar û aktivist – Îngilistan

Coni Ledesma, Tifaqa Jinan a Navneteweyî IWA – Hollanda

Saloua Guiga, Seroka Komîteya Jin û Aştiyê ya Yekîtiya Efrîqa – Tunus 

Chiara Cruciati, Rojnameya İl Manifesto – İtalya

Dinah Altai, Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê – Irak

Franziska Stier, Sekretera BastA! – Swîsre

Sawsan Shoman, Berdevka Înîsiyatîfa Nun – Lubnan

Afraa Al Hariri, Înîsiyatîfa Rêya Aştiyê – Yemen

Dr. Carol Mann, Seroka FemAid – Fransa

Margaret Owen O.B.E., Hiqûqnasa Mafên Mirovan a Navneteweyî – Îngilistan

Sherifah Ghaddar, Seroka Rêxistina Cezayîra Me – Cezayir

Dr. Farah Sabir, Erkdara Perwerdeyê ya Zanîngeha Bexda – Iraq

Janet Biehl, zanyar – DYE

Lara Reddy, edîtor, nivîskar, helbestvan û rêxistinvan – Îtalya 

Bianca Argentieri, derhêner û aktivist – İtalya 

Dr. Houssami Mahjoub, Profesor – Tunus

Dr. Fernaz Attia, zanyara siyasî – Mısır

Shamsa Najar, siyasetmedar – Iraq

Dr. Alaa Alqaisi, Parêzvana Mafên Jinan – Iraq

Ashwaq Abdullah, Parêzvana Maf – Iraq

Yusra Ahmad Majid, Rojnamevan – Iraq

Iman Ibrahim, Seroka Sendîkaya Karkeran a Iraqê – Iraq

Samirah Mahmoud, Parêzvanên Mafên Jinan – Iraq

Aseel Hussein Ali, Rojnamevan – Iraq

Ankham Ibrahim Jamil, Rojnamevan – Iraq

Wassan Al Jibouri, Rojnamevan – Iraq

Aseel Mohammad Hasan, Rojnamevan – Iraq

Dr. Ruqeyya Mazhar Qasim, Siyasetmedar – Iraq

Hanan Ismail Ahmad, Siyasetmedar – Iraq

Zahraa Abdullah Mahmoud, Siyasetmedar – Iraq

Zahra Khadim Yassin, Siyasetmedar – Iraq

Aya Ali Jasim, Erkdara Perwerdeyê ya Zanîngeha Bexda – Iraq

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin