Gultan Kişanak: Komîsyon ji bo çareseriya demokratîk divê guhdarî Ocalan bike
Aktîvîsta TJA’yê Gultan Kişanak di mîtînga Wanê de diyar kir ku divê komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û got, “Ev ne ferzkirin e, ev pêwîsteke ji bo çareseriya demokratîk e.”

Aktîvîsta TJA’yê Gultan Kişanak di mîtînga Wanê ya bi dirûşmeya “Ne tecrîd azadî wê bi ser bikeve” hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin divê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û got, “Ev ne daxwazek an ferzkirinek siyasî ye; ev pêwîsteke ji bo çareseriya demokratîk û veguherînê ye. Ger çareseriya pirsgirêkê di parlamentoyê de derbas bibe, divê pêşî ev hevdîtin pêk were.
Gultan Kişanak di mitînga ku gelek kes beşdar bûn de axivî û diyar kir ku berxwedan gihîştiye qonaxeke nû û got: “Heta ku em hemû mafên xwe bi dest bixin, wê jin, ciwan û gel di vê rêyê de bimeşin. Birêz Ocalan, wekî nûnerê aştiyê û navnîşana çareseriyê bangek li gelê me kir. Bi vê bangê re deriyê serdemeke nû ya li ser bingeha veguherîna demokratîk vebû. Em ji aştî, çareserî û jiyaneke wekhev û demokratîk re amade ne. Lê ne pêkan e ku ev pêvajo yekalî bimeşe. Pêwîste hikûmet û dewlet jî biguherin. Di bin rejîma qeyûmê de ne pêkan e ku pêvajoyeke bi tendurist were meşandin. Beriya her tiştî, divê rêz li îrade û dengê gel were girtin.”
‘DIVÊ KOMÎSYON BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’
Kişanak bal kişand ser komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Ger ev komîsyon nûnertiya gel dike, erka wê ew e ku sedema pevçûnan ji holê rake. Divê rêz li zimanê me yê zikmakî were girtin û qanûnên veguherîna demokratîk bên amadekirin. Ji bo şopandineke siyaseta li hemberî gel berpirsyar divê ewil hevdîtin bi Birêz Ocalan re were kirib. Ji ber ku Ocalan mîmarê çareseriya demokratîk û devjêberdana çekan e. Divê komîsyon guh bide pêşniyarên wî û ji civakê re ragihîne. Ger çareserî li parlamentoyê pêk were, divê ev gav were avêtin.”
‘DIVÊ JIN PÊŞENGIYA VÊ PÊVAJOYÊ BIKIN’
Gultan Kişanak bal kişand ser rola jinan jî û wiha pêde çû: “Divê gelê me bibe yek, yekîtiya neteweyî xurt bike û xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ne yên li bendê ne, em parçeyeke çareseriyê ne. Em ê xwedî li nasname, ziman û yekîtiya xwe derkevin. Wek jin, em ê erkên xwe bicîh bînin. Jinên ku nîvê nifûsa Kurd pêk tînin, divê li eniya pêş a têkoşînê bin. Hevgirtin rêgeza me ya herî bingehîn a civaka demokratîk e. Wekî gelê ku têkoşîna azadiyê dimeşînin divê em jî dawî li tundiya li dijî jinan bînin.”