Parlamenterê Swîsreyî Walder: Wêrekiya Ocalan û PKK’ê silav dikim!
Nicolas Walder got, di demekê de ku şer giran bûye, helwesta ku Rêber Apo û PKK’ê ji bo aştiyê nîşan da, hêjayî pesindayinê ye û destnîşan kir ku ew wêrekiya Ocalan silav dike. Ji bo serketina pêvajoyê jî bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo.

Alîkarê Serokê Giştî yê partiya Keskan, Parlamenterê Parlamenta Federal û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Nicolas Walder li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re axivî.
https://cdn.iframe.ly/rWWIwak3
DIVÊ PIŞTGIRÎ JI HEWLDANA AŞTIYÊ YA PKK’Ê RE BÊ DAYIN
Walder anî ziman ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê işareteke gelekî girîng e û got, “Niha li gelek deverên cîhanê komkujî têne kirin, li Xezeyê qirkirin, li Ûkrayna û Sûdanê komkujî. Di demeke bi vî rengî de îhtimala pêvajoyeke bi vî rengî ya siyasî û dîplomatîk a li dora maseyê, gelekî erênî ye.
Bi dîtina min, ev hewldana aştiyê ya ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye destpêkirin divê bê silavkirin. Bi hin işaretan em dibînin ku hikumeta Tirk û Parlamenta Tirkiyeyê meyla xwe li ser vê pêvajoyê heye. Lewma bi rastî jî hêvî dikim ku ev hewldan wê encamekê bi xwe re bîne, wê derfetê biafirîne ku diyalogeke rasteqîn jinûve bê danîn, bi taybetî çareseriyeke aştiyane pêk were. Divê ev pêvajo bê silavkirin û piştgirî jê re bê dayin, ji ber ku pêvajoyên aştiyê yên bi vî rengî îro li cîhanê gelekî kêm in.”
WÊREKÎ Û DILPAKIYA AŞTIYÊ YA OCALAN SILAV DIKIM
Parlamenter Nicolas Walder anî ziman ku têkoşîn karekî çiqasî wêrekî be, nirxandina derfetên danûstandinê û hilbijartina rêya aştî û dîplomatîk ji bo rawestandina mirinê, karekî ewqasî bi wêrekî ye û bi vî rengî dewam kir: “Ez wêrekiya Birêz Ocalan silav dikim, di heman demê de wêrekiya PKK’ê jî silav dikim ku li gel nebûna garantiya serketina pêvajoyê jî ev rê danî ber xwe.
Belê, garantiyek nîne, lê belê li gel vê yekê jî rîsk tercîh kirin û ez vê wêrekiyê silav dikim. Ev yek rîskeke welê ye ku dema mijar alîgiriya aştiyê be, dema mijar çareseriyek bi rêyên aştiyane ya şerekî be divê her kes amade be ku bide ber çavên xwe. Ez bi rastî jî vê hewldanê silav dikim. Li gorî min hem Tirkiye hem jî gelê Kurd wê di çareseriyeke aştiyane ya vî şerî de qezencekê bi dest bixin.
Dawiya dawî, dema ku Tirkiyeyê gelê Kurd nas kir û xweseriyek da wan, wê ji vê yekê tiştekî winda neke. Gelê Kurd jî vê yekê bi gelê Tirkiyeyê re di nava sînorên Tirkiyeyê de bi jiyaneke baş dikare dewam bike. Bi dîtina min, zemîneke lihevkirinê heye û divê êdî ji vî mejiyê şer rizgar bibe. Birêz Ocalan li gel ku bi neheqî girtî ye û li zindanê tê ragirtin jî ji bo aştiyê rêya dîplomatîk pêşniyar kir û ev yek dilpakiyeke mezin e. Ez bi rastî jî vê jestê, vê wêrekiyê silav dikim; ev girîng e.”
TERCÎHA OCALAN BI WÊREKÎ YE
Ji bo pirsa ‘Di nava atmofereke şer a navneteweyî de banga Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê tê çi wateyê’ Walder bersiveke bi vî rengî da:
“Vê yekê weke işareteke gelekî girîng dibînim. Ev helwest her wiha nîşan dide ku di astekê de êdî şer encamekê bi xwe re nîne. Şer ji bo zexta li ser aliyê din dibe ku bê bikaranîn, lê belê çareseriyeke mayinde bi xwe re nîne.
Di vê astê de divê mirov li dora maseyê rûnên, ji ber ku hûn neçar in bi hev re bijîn. Hûn di nava sînorên cuda de bijîn jî di astekê de divê bi hev re bixebitin; rêvebirina sînoran, têkoşîna li dijî sûcên li derveyî sînor, danûstandinên aboriyê, rêvebirina avê, têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê divê bi hev re biaxivin. Bi kurtasî encama şer çi dibe bila bibe, di astekê de hûn neçar in biaxivin.
Ya rast, şer serdemeke navberê ye ku ne ji neçarî ye, lê ji aliyê hinekan ve tê tercîhkirin; çi dibe bila bibe piştre divê aştî bê avakirin. Li gorî min Birêz Ocalan fêhm kir ku bêyî dest ji daxwazan berde, dem hatiye ku van daxwazan bi rengekî aştiyane û dîplomatîk li dora maseyê binirxîne. Maqûl dît ku hem aliyê Kurd hem jî aliyê Tirk ji aştiyê dikarin gelek tiştan qezenç bikin, lewma ev rîsk da ber çavên xwe. Ev yek tercîheke bi wêrekî ye; ez vê yekê silav dikim. Û ev yek dawiya dawî tercîheke ku heta astekê divê her kes bike; ji ber ku şer bi xwe re hilweşînê, xizanî, mirin û bêçaretiyê tîne. Ev yek çareya herî dawî ye ku gelek dema gelekî tengav bû serî lê bide.
Berjewendiya herdu aliyan di çareseriyeke aştiyane de ye û rûniştina li dora maseyê û afirandina jiyana bi hev re ye. Li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye ku hurmetê nîşanî gelê Kurd bide. Naskirina gelê Kurd wê tiştekî ji yekîtiya Tirkiyeyê kêm neke. Lewma divê herdu alî vê yekê fêhm bikin. Ez destê ku Birêz Ocalan dirêjî Tirkiyeyê kiriye silav dikim, ji avakirina komîsyonê wêdetir, hêvî dikim ku Tirkiye wê vê firsenda dîrokî binirxîne.”
JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE
Walder destnîşan kir ku divê dewleta Tirk beriya her tiştî îradeya serxistina pêvajoyê nîşan bide û got, “Ji aliyê PKK’ê ve daxuyanî hatin dayin. Daxuyaniyên Birêz Ocalan, fesixkirina PKK’ê, çekdanîna komek ji şervanan, îmhakirina çekan. Ev yek işaretên gelekî girîng in. Dewleta Tirkiyeyê divê vê firsendê binirxîne û işareteke erênî bide. Destûra derketina Ocalan a ji girtîgehê dikare bibe işareteke erênî; ev yek bi rengê girtina li malê jî dikare bibe. Eger dewlet bixwaze bi tedbîrên ewlekariyê dikare piştevaniyê bike.
Destûrdayina ji bo Ocalan a tevlîbûna li danûstandinan ji bo xurtkirina baweriya navbera herdu aliyan wê bibe gavek. Ev yek girîng e.”
Parlamenter Walder got, “Dubare dikim, Tirkiye ji çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd wê gelek tiştan qezenç bike. Ji ber ku Tirkiye bi taybetî ji aliyê têkiliyên bi Ewropa û Rojhilata Navîn re xwedî rewşeke jeopolîtîk a gelekî xurt e. Tirkiye dikare bibe pirek. Ji bo Ewropayê ji aliyê aborî ve gelekî girîng e; ji xwe îro bi Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re xwedî têkiliyeke gelekî baş nîne.
Her wiha di aboriya Ewropayê de guhertineke rêgehê heye. Eger Tirkiye di mijara mafên mirovan û bi taybetî jî di mesleeya Kurd de gavan biavêje, ev yek di heman demê de wê têkiliyên bazirganiyê hêsan bike.”
CIVAKA NAVNETEWEYÎ XWEDÎ BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ YE
Nicolas Walder got, “Berpirsyariya civaka navneteweyî mezin e; ji ber ku dema sînor hatin xêzkirin û naskirin, yekîtiya gelê Kurd li ber çavan nehatibû girtin. Gelê Kurd li nava welatên cuda belav bûye. Ev gel nebe yek jî qet nebe divê hurmet jê re bê nîşandan, li nava sînorên ku lê dimînin karibin ji xweseriyê sûdê werbigire. Ev yek beriya her tiştî berpirsyariyeke dîrokî ye.”