‘Ev berxwedaneke wisa ye ku ruhê mirov ronî dike, dilê mirov hênik dike’*
Şehîdên me dema ku tevlî karwanê nemiran bûn, rêya jêneveger danîn pêşiya me û berxwedan li ser milyonan mirovî ferz kirin.

Di sala dawî de, berxwedaniya PKK’ê ya navdar derket lûtkê, li beramberî dost û dijminan, bi şêwazê herî merdane nûnertiya wê hatiye kirin. Ev rastiyên mezinin, rastiyê eslîne, rastiyên pîrozin ku divê ji aliyê dost û dijminan ve rêz lê bê girtin. Ev rastiya ku Komara Tirk jî neçar maye bipejirîne, li beramberî Şerê Taybet ê ku xwe ferz dike, rastiya berxwedaniya pîroz a ku ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye bilindkirin e û 15’ê Tebaxê hilneweşiya. Bi hûrkariyek li pey hev berdewam kir. Ev bûyereke mezin e. Îro em meha Tîrmehê li şûn xwe dihêlin û nêzî 15’ê Tebaxê dibin. Di vê demê de em dibînin ku, meha Tîrmehê ji pêşketinên ku berxwedana Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî’yan a ku di azweriya jiyana gelê me de şênber bû, veguherî hesabpirsîneke mezin. Ji serî heta dawî, di hemû Kurdistanê de bi qasî ku nehêle deng ji dijmin derkeve, wî bêdeng bike bû şahidê pêşketinan.
Em li ser soza xwe man, me zanî xwedî li gotina xwe derkevin û me ev pêşketin tev afirandin. Qadroyên me yên egîd, dibe ku mîna çemekê li her dera welatê me biqulipin, lê xwîna ku hatiye rijandin pir bi wateye û neçare herkes li gorî vê tevbigere. Ev ji bo ku em ji nû ve bibin netew û xwe bigihînin azadiya xwe fatûrayên ji hezaran sal ve divê ku em bidine. Divê em xeletiyeke herî biçûk nekin, em ê nekevin helwesta bi tirs a windakirinê. Berevajî, me şehîdekî xwe kir sedema serkeftinê weke ku me kir durişme û ragihand. Gelek rastiyên kûr û mezin ên fêrî mirovên ku bi gel ve girêdayî kirin hene. Serûbinbûna li Kurdistanê ti carî bi mirovahî re nayê girêdan û li nêvenga her roj her demjimêr ku mirov ji qehra dikuje, ev berxwedaniya ku bêhna lehengiyê jê tê, cewhera herî binirx a bê jiyîn û bide jiyîne. Berxwedaneke wisa ye, ruhê mirov ronî dike, dilê mirov hênik dike. Bi kurtî mizgîniya ruxandina dîroka gelê me ya bê şans e.
Dersa ku divê ji vir bê derxistin, ji doza gelê me ya rewa re, bi dil û can mirov li beramberî pêngava 15’ê Tebaxê objektîf fikirandin, durist û tevgera serdestiya wê pêwîste nîşan bidin. Divê dîroka berxwedaniya gelê Tirk û Kurdan rast bê fêmkirin, pişgirî bê dayîn, bê bilindkirin û silavkirin.
Diyardeya ku bi pêngava 15’ê Tebaxê ve piştrast bû û her ku çû xwe gihand taybetmendiyeke girîng a dîrokî ya Têkoşîna Berxwedaniya me ya Netewî, eşkere ye ku wê bi şêwaza pêngavên şoreşa me pêşkeve. Têkoşîna Rizgariya Netewa Kurdistanê ne bi şêwazê serhildaneke giştî ne jî weke ku em di gelek welatan de dibînin, belav û ji aliyê gêrîla ve tê karakterîzekirina şerê gelan pêşkeve. Belê, di nav me de şerê gel û gêrîla, hem jî wê mîna şerê esasî pêşkeve, lê wê heta dawî di şênberiya mercên Kurdistanê de destdayî be. Taybetmendiya herî diyarker a şerê me û asteke girîng, weke ku di dîroka nêz ya partiya me de jî hatiye peyitandin bi şêwazê pêngavên pêkhatina wê ye. Serkeftina pratîkê, weke şêwazekî piştrastkirî ev rêbaza şer ku li ser me ferz dike, têkoşîna me wê dem bi dem, pêngavên demkî, ji hêsan ber bi aloz ve, ji yê demkî ber bi yê dayîmî ve çûyînê, ji yê lewaz ber bi yê bi hêz ve çûyînê pêş bikeve.
Şehîdên pêngava 15’ê Tebaxê, vaye mîna egîdên mezin ên demeke wiha pêk anîne, wê di dîrok û hişê me de cîh bigirin, weke nirxên me yên bê mirin bimînin.
Ew di xeleka şehîdan de, piştî şehîdên zîndana Amedê, xaleke lûtkeya nû pêk tînin. Hem îfadeya afirandina berxwedaneke nû ne, hem jî îfadeya şayanbûna berxwedaniya Amedê ne. Ti hêz wê nikaribe vê asta wan biguherîne. Ew dîrokin û nirxên yekane yên ku ji aliyê gelê me ve wê esas bên wergirtin e.
Belê, bi şahadeta hevalê Mazlûm re, hemû tiştan bi me bidin devjê berdan, xwestin me ji rêya serkeftinê bigirin. Lê ji mirinê re meydan xwend, ji hemû gelê me re çawa, li kîderê û divê çima xwîn bide pêwîstiya vê nîşan da. Şehîdên pêngava 15’ê Tebaxê îspat kiriye ku civatên ku dizanin di vê rêyê de bimeşine.
Şehîdên me dema ku tevlî karwanê nemiran bûn, rêya jêneveger danîn pêşiya me û berxwedan li ser milyonan mirovî ferz kirin, ji bo me yên li şûnve mayî berxwedaniyên hîn mezin çawa û di kîjan qadan de bilind bibe ferman didin. Bê dem derbazkirinê ev erkên ku divê bên pêkanîn divê çawa mirov ber bi wan ve bazde vekiriye. Bi teoriya şoreşgerî bi qasî tê xwestin ev hatiye ronîkirin û veguheriye diyardeyeke bi asanî bê fêmkirin. Mirovên me ji her demê zêdetir di vê rêyê de meşîn û weke pêwîstiya girêdana bi bîranîna wan ji her demê zêdetir nêzîkî artêşbûnê ne. Wê bi çi, çawa girêdayî bin û çawa bimeşin ji her demê zêdetir fêr dibin û dizanin. Diyardeya ku jê re tê gotin “dema wê nehatiye” êdî çawa bûye dem bi xwe, dîsa ew tişta ku jê re dibêjin lez dikin çawa ji bo ku pê re bigihêje divê çirkeyek jî neyê windakirin, êdî bûye diyardeya ku ji aliyê hemû kesî ve tê dîtin û bihîstin. Lê bi dem û derfet bi berxwedaniyeke herî bi wate re hevbigirin û li ser esasê berjewendiyên taybet veguherin, encax bi çalakiyên çerxa şoreşgerên mezin dikare bê pêkanîn.
Dema ku em salvegerek pêngava 15’ê Tebaxê li şûn xwe dihêlin, em xwe bi zanîna van rastiyên kûr li ber çavan re derbaz dikin. Ji bo ku pêngaveke di asteke jortir de pêk bînin, hem jî di demeke herî kurt de, di qada Kurdistanê de, em ê çawa bixin dest û dilê milyonan. Em soza hişyarî û hostatiya wê didin. Bi hemû milîtanên Partiya me yên wêrek û fedekar re, yê ku dostê me yê herî mezine gelê me, ji bo ku careke din girêdana xwe bidin diyarkirin, ji bo ku bibin hêza mezin ên pêngavên me, bang li wan dikin.
*Ji nirxandinên Rêber Apo yên sala 1985’an hatiye berhevkirin.