المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Tûnç: ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ modela paşeroja azad û aştiyane ya gelan e

0 20

Nivîskar Azîz Tûnç modela ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ a ku Rêber Apo pêşniyar dike xwe dispêre rabirdûya qedîm a Mezopotamyayê û ji bo gelên herêmê li ser bingeha aştî, azadî û wekheviyê jiyaneke hevpar pêşniyar dike.

NIVÎSKARÊ LÊKOLÎNER AZÎZ TÛ

Lêkolîner û nivîskar Aziz Tûnç modela “Yekîtiya Komunal a Demokratîk” a Rêberê Apo ji ANF’ê re nirxand. Tûnç diyar kir ku ev pêşniyar ne tenê pêşniyareke pergala siyasî ye; ev şêwazek jiyana kûr a mîrateya dîrokî, çandî û civakî ya Mezopotamyayê ye. Tûnç anî ziman ku ev model li ser nirxên hevgirtin, parvekirin û bîra dîrokî ya gelan dijî û got “Ev pêşniyar ji bo avakirina jiyaneke nû ya li ser bingeha azadiya jinan û ekolojîk, bangek e.

Tûnç wiha dewam kir: “Civaka komunal di bîra dîrokî ya vê herêmê de şopek kûr hiştiye. Xwesteka pêşerojek adiltir û wekhevtir helwesta herî xwezayî ya mirovan e. Modela yekîtiya komunal a demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan jî li gorî vê tevna dîrokî û civakî ye.”

Tûnç modela yekîtiya komunal a demokratîk wekî jinûve avakirina bîra çandî û dîrokî ya gel nirxand û wiha pêde çû: “Ev mijar di pêşveçûna dîrokî ya mirovahiyê li Mezopotamyayê tê nîqaşkirin. ‘Yekîtiya komunal a demokratîk’ jiyana komunal a berê ya mirovahiyê ye û li gorî şert û mercên îroyîn hatiye nûjenkirin. Ev jiyana civakî wê bandorê li helwest, tevger, kiryar û ramanên rojane yên mirovan û tevahiya civakê bike. Ji ber ku ev yek ji nirxên bingehîn ên pêvajoya mirovbûnê ye. Ev yek ji bo têgehên wekî parvekirin û aştî jî derbas dibe. Ji ber vê yekê, di nav kodên çandî û civakî yên mirovan de parvekirin, hevgirtin, kolektîf û aştî nirxên ku mirovahiyê di tevahiya dîrokê parastiye û xwedî lê derketiye. Mirovahî van nirxan ji bîr nekiriye, di tevahiya dîrokê hewl daye ku civakek komunal a ku ji hêla van nirxan ve serwere pêk bîne. Modela ‘Yekîtiya komunal a demokratîk’ her gav di çand û bîranînên dîrokî yên mirovan de heye. Ew di hemû çîrok, rîtuelên olî û jiyana civakî de heye. Tiştê ku Birêz Ocalan hewl dide bi têgeha “civaka exlaqî û siyasî” rave bike, nirxên ku bi rêya têgehên yekîtî, parvekirin û hevgirtinê têne îfadekirin û ev di “bîra çandî û dîroka gelan” de hebûna xwe didomîne. Birêz Ocalan ‘Civaka komunal a demokratîk’ pêşniyar dike û hewl dide ku pêk bîne.” 

Tûnç diyar kir ku ev modela ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşniyarkirin û armanc dike ku mirov di nava wekhevî, azadî û aştiyê de bijîn û got “Di vê pergalê de, mêtingerî, talankirina xwezayê, koletiya jinan, şer û pevçûn tineye; nirxên demokratîk ên ku mirovahiyê heta niha bi dest xistine wê di asta herî bilind de bên bicihanîn. Di pêkanîna komunal de, hemû gel û civakên baweriyê wê bikaribin bêyî ku hevdu tine bikin bi hev re bijîn. Netewe dewletên heyî di dîrokê de bi bêhejmar qirkirin û komkujiyan kirine; wan ji bo ewlehiya xwe şer kirine. Lê di ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ de, hebûna gelekî bi hebûna gelekî din ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, ev model alternatîfek rastîn e.”

Tûnç anî ziman ku Rojava mînaka herî berbiçav a pêkanîna Yekîtiya Demokratîk a Komunal e û wiha bi dawî kir: “Li vir Kurd, Ereb, Tirkmen, Elewî, Sunnî û gelek civakên cihêreng ên din, tevî hemû êrîş û provokasyonan, bi hev re dijîn. Gelê Rojava bi avakirina hêza parastinê xwe diparêze; ev serketin ne li ser bingeha piştgiriya derve ye, li ser bingeha berxwedana gel ava bûye. Li Rojava, jinan di her qada jiyanê de, ji rêveberiyê bigire heya pêvajoyên biryardanê, rolên çalak girtine ser xwe. Li cîhanê cara yekem e ku şoreşek jinan a ewqas berfireh pêk hatiye. Gel bi awayekî azad zimanê dayikê bikar tîne û baweriyên xwe pêk tîne; hilberîn û parvekirin bi awayekî hevseng û wekhevî tê kirin. Gendelî û bertîl qedexe ne. Îro Rojava ‘giravek şoreşê’ ye ku ji hêla gel ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê, hêzên paşverû û piştgirên wan hewl didin ku wê tune bikin. Mirovahiya ku duh Vîetnam û Filistînê parast, divê îro Rojava biparêze. Parastina projeya ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ û Rojava di roja me de erka şoreşgerî ye.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin