Prof. Kieser: Sepanên Peymana Lozanê PKK’ê derxist holê
Prof. Hans-Lukas Kieser diyar kir ku nîqaşkirina Lozanê wê dewletê hilneweşîne, berovajî vê wê demokratîk bike û got, “Madeya 39’an a Lozanê nehatiye bicîhanîn. PKK li dijî vê desteserkirina mafan çek hilda.”

HANS-LUKAS KIESE
Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan di navbera Tirkiye, Brîtanya, Fransa û hevalbendên wan de li Qesra Rummine ya Lozanê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re Kurdistan kirin çar parçe û trajediyek kûr û qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd û Kurdistanê hat meşandin. Di ser peymanê de 102 sal derbas bûn û hîn jî xizmeta desteserkirina mafên Kurdan dike.
Profesorê Zanîngeha Zurichê û dîroknas Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser li ser Peymana Lozanê û encamêm wê nirxandinên girîng kir.
‘ÎTTÎHADPERESTAN LI DIJÎ KURDAN Û GELÊN DIN ŞER KIRIN’
Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser diyar kir Peymana Lozanê ji aliyê Kemalîstên wê serdemê ve wekî serketinek mezin a dîplomatîk hat dîtin û got, “Dema em şerê li dijî tevgera kevn a Îttîhadperest binêrin, em dibînin ku hêzên Îttîhad û Terakkî xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û di sala 1920’an de desthilata Enqereyê ava kirin. Ji bo ku bigihîjin vê nuqteyê, neçar man ku çend şeran bikin û ew bi ser ketin. Ev şer li dijî gelên xwecihî yên ne Tirk weke Ermenî, Yewnanî û dîsa li Koçgirî – bila em Koçgirî ji bîr nekin – Kurdên Elewî û Misilmanên ku li dijî vê tevgera kevn a Îttîhadperest a jinûve rêxistinbûyî derketin, hatin kirin. Bi kurtasî bi serketina van şeran re rê li ber guhertina geşedanên Lozanê vekir û bi vî awayî Kurd hatin wêderkirin.”
‘NÎJADPEREST DIFIKIRÎN KU DIKARIN KURDAN ASÎMÎLE BIKIN’
Kieser anî ziman ku Îttîhadperestan di Şerê Cihanê yê Yekemîn de hewl dan ku Kurdan asîmîle bikin û wan bikin Tirk û wiha domand: “Ew hişmendiya Tirkîtî û nîjadperestên Tirk jixwe pir xurt bûn û difikirîn ku dikarin Kurd asîmîle bikin. Ev biryarek stratejîk bû û ev yek ji salên 1910’an vir ve di nava nîjadperestên Tirk de hatibû bicihkirin. Ev yek di Peymana Sevrê de ne mimkun bû, ji ber ku Îttîhadperestên kevin wê demê qels bûn. Lê piştî serketinê û hevpeymaniya bi Bolşevîkan re, ji bo bi cih anîna projeyê bi hêz bûn. Ev proje ji bo Kurd nebin xwediyê statuyek hindikahî û nasnameyek neteweyî, bû”
‘KEMALÎSTAN SOZA LI LOZANÊ DAN BI CIH NEANÎN’
Prof. Hans-Lukas Kieser wiha domand: “Bi Peymana Lozanê re nasname, çand û zimanê Kurdî hat înkarkirin. Divê Peymana Lozanê bi baldarî were xwendin; Xala 39 bi zelalî dibêje ku divê hemû zimanên ku li Asyaya Biçûk têne axaftin werin naskirin. Bêguman Kurdî jî di nava xwe de dihewîne. Bi gotineke din, ev ne tenê zimanên ne-misilmanan, di heman demê de zimanên hemû gelan jî dihewîne. Ev xal pir zelal e.
‘PKK LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFÊN KURDAN ÇEK HILGIRT’
Divê li vir bi zelalî were gotin ku Kemalîstan soza ku li Lozanê îmze kiriye, bi cih neaniye. Lê rastiya Lozanê – ango çawa Peymana Lozanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate şîrovekirin û bicîhanîn – di dawiyê de sedema bingehîn e ku çima tevgerek mîna PKK’ê çekan hildigire. Di vê wateyê de çek vê rastiyê îfade dikin: Kurd jî xwedî maf in; ev yek xwe dispêre belgeyên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî û têgihîştineke gerdûnî ya hiqûqê.
Dema di perspektîfa mafên bingehîn de dinêrin, Kurd jî xwedî maf in. Lê Lozanê wan ji van mafên bingehîn bêpar hişt. Hîn jî Lozan di plana xwînrijandinê de heye. Enqereyê Peymana Lozanê wiha şîrove kir û bi vî awayî bicîh anî. Bi Peymana Lozanê re rêyeke cuda dikaribû bihata şopandin.”
Kieser li ser şîrovakirina Peymana Lozanê jî ev tişt anî ziman: “Peyaman Lozanê -bi taybetî madeya 39’an- bi awayekî dijber şîrovekirina wê, mîna berê niha jî bi qismî didome. Her wiha bi mezinbûna AKP’ê re, xeletiya ku bi Lozanê re hatiye kirin bi awayekî zelal tê qebûlkirin, an jî rastiya vê pevçûna wêranker bi eşkereyî tê dîtin. Ev pevçûn ji pêkanîna pir hişk û heta ji xeletiya Peymana Lozanê derket holê.
‘LÊGERÎNA JIYANEK BI HEV RE Û DEMOKRATÎK HEYE’
Ev rewş, heke gotin di cih de be, cureyekî şîzofreniyê diafirîne. Ji aliyekî ve Tirkiye hîn jî Lozanê bi şîroveya Kemalîst pênase dike. Ji aliyekî din ve jî lêgerînek din a ku armanc dike ku jiyanek berhemdartir a bi hev re û demokratîk heye. Lê di vir de jî dudiliyek heye. Û ev dudilî bi pîrozkirina Lozanê ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê, dev ji şîroveya Kemalîst a Lozanê – an jî şîroveya otorîter û dij Kurd a Lozanê – berdan û derbaskirina wê karekî zehmete e. Dema ku mirov sedsalekê di ber çavan de derbas dike dibîne ku derbaskirina vê paşerojê û lêgerîna rêyên demokratîk karekî cîdî ye.
Wê demê ya rast ew e ku mirov vê têkoşînê wekî têkoşînek li dijî Lozanê bi nav bike. Lê ez dibêjim ku mirov vê yekê wekî têkoşînek li dijî otorîter, sînordar û heta şîrovekirina xelet a Peymana Lozanê bi nav bike wê rastir be. Ev xelet e, ji ber ku rêz li madeya 39’an nehatiye girtin.”
Kieser axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Ez behsa rexneya demokratîk dikim. Û hemû rexneyên demokratîk heya ku rê li ber demokrasiyeke mezintir vekin, bêguman avaker in. Bi gotineke din, derbaskirina tabûya rexnekirina Peymana Lozanê tenê bi rêya demokratîk û îqnakirinê pêkan e.”