Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 236’an de ye: Gava yekem ji bo aştiyê azadiya Rêber Apo ye
Li Cenevreyê zêdetirî 4 sal in ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di çalakiyê de ne û banga gavavêtinê li dewleta Tirk hat kirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê tê lidarxistin, 236 hefte bênavber didome.
Çalakî di 25’ê Çileya 2021’an de di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de dest pê kiribû û zêdetirî çar sal e bênavber didome. Çalakvanan banga azadiya Rêber Apo kirin û her wiha nerazîbûn nîşanî operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê dan.
Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo bîranîna Ararat Bawer (Nehar Avci) ku di sala 2024’an de li herêma Asosê ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû û Baran Mawa (Alî Oncu) ku di 7’ê Hezîrana 2018’an de li Colemêrgê şehîd bû, deqeyek rêz hate girtin.
‘GAVÊN AŞTIYÊ TÊN PAŞGUHKIRIN’
Di çalakiyê de bangewaziya Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27’ê Sibata 2025’an de hatibû kirin hate bibîranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gavên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku bersiv dabû vê bangê, ji aliyê dewleta Tirk ve tê paşguhkiri û ti gavên berbiçav nehatine avêtin. Daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo aştiyeke rastîn, gava yekem divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi lez pêk were.”
‘ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDETIR BÛNE’
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn diyar kir ku dewleta Tirk tevî bangên aştiyê operasyonên xwe yên leşkerî zêde kiriye. Tekîn destnîşan kir ku destketiyên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin hedef û got: “Şoreşa Rojava armanca sereke ya van êrîşan e. Ev êrîş ne tenê li dijî Kurdan, li dijî Elewî, Durzî û gelên din ên herêmê jî ne. Ev konsepteke qirkirinê ye. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û destketiyên demokratîk ên hemû gelên herêmê di bin metirsiyê de ne.”
‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIVÊ BERPIRSYARIYÊ BIGIRE SER MILÊ XWE’
Osman Tekîn wiha bang li civaka navneteweyî kir: “Divê Şoreşa Rojava bê parastin, êrîşên dewleta Tirk divê bi lez bên rawestandin. Raya giştî ya navneteweyî divê bersivê bide daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo dabîn bike. Ev gav ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn jî pêwîst e.”
Çalakî piştî axaftinan heta saet 17:00’an dom kir.