Li Liverpoolê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya konvedanê
Meclîsa Gelê Kurd di navenda bajarê Lîverpoolê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya konvedanê pêk anî. Di çalakiyê de broşur û pirtûk hatin belavkirin û agahî hatin dayîn.

Li navenda bajarê Lîverpolê di pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd ê Lîverpolê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya konvedanê hate lidar xistin. Çalakî rastî eleqeyeke mezin a gel hat û di çalakiyê de broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin. Pirtûkên Rêber Apo û hilberînên Kurd hatin danasîn.
Çalakî têne bala civaka Kurd ne, bala welatiyên Brîtanî jî kişand. Gelek welatiyên Brîtanî serdana konê kirin û di derbarê nasnameya Rêber Apo, daxwazên gelê Kurd û pêvajoyê herêmê de agahî wergirtin. Çalakiyê ku bi taybetî ciwanan zêde eleqe nîşan da, bi sohbetan milên navnetewî yê pirsgirêka Kurd jî hate parve kirin.
Çalakvanan diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd jiyanî ye. Di daxuyaniyê ku hate dayîn de anîn ziman ku geşedanên vê dawî yên Kurdistanê rewşa Rêber Apo aniye halekê hîn krîtîk. Çalakvanan behsa girîngiya xwedî derketina li vîna Rêber Apo kirin.
Çalakvanan, anîn ziman ku divê têkoşîn bi awayek sembolîk ne, bi gavên şênber û mayînde pêş bikeve û gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkê Kurd rolekê girîng dilîze. Çalakvanan gotin di vê çarçoveyê de wê çalakiyên wan li tevahî Ewropayê bidome.
Meclîsa Gelê Kurd a Lîverpolê, anî ziman ku ev cure çalakî tenê xebatekê balkişandinê nîne, di heman demê de li qada navnetewî Kurd derxistina pêş e û berxwedanekî ku têkoşîna azadiya Rêber Apo jî mezin dike ye.