Veysî Aktaş hate berdan
Veysî Aktaş ê ku 10 salan li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû, hate berdan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dihat ragirtin, piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan.
28’ê Nîsana 2024’an weke qanûnî înfaza cezayê wî yê 30 salan temam bû. Lê belê bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê berdana Aktaş ji bo salekê hate taloqkirin.
Piştî salekê berdana Aktaş ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Aktaş ê ku berdana wî salek û 3 mehan hate taloqkirin, 25’ê Tîrmehê ji Girtîgeha Îmraliyê hate berdan.