Ji Rêber Apo peyama ji bo konferansa Şengalê: Ferman êdî bi dawî bûye
Rêber Apo peyamek ji Konferansa Ronakbîriyê ya Şengalê re şand û got, bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re wê êdî ferman neyê serê Êzidiyan, ferman êdî bi dawî bûye.

Rêber Apo ku bi banga xwe bû perspektîfa ronesansa Êzidiyan, peyameke taybet ji Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê re şand.
Peyama Rêber Apo ya ji bo konferansê wiha ye;
“Beriya her tiştî, ez we li ser navê hevrêyên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.
Dîrok tenê behsa paşerojê nake; êşên ku hatine jîyîn, berxwedan û heqîqetê jî di nav xwe de dihewîne. Gelê Êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ne. Êzidî ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran sal in li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tine hesibandinê hebûna xwe parastine.
Êzdayetî, ji baweriyek û kevneşopiyek zêdetir e. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîroz dîtina ruhberan ji xwe re esas digire. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem Êzidiyan ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku Êzidî, şopên jiyana azad û wekhev heya roja me anîne.
Dema bi zilmên mezin re rû bi rû man, Êzidî paş ve gav neavêtin; xwe spartin çiyayên Kurdistanê, xwe bi dîroka xwe û bi baweriya azadiyê ve pêçan. Hate xwestin ku bawerî û zimanê wan were qedexekirin lê wan çanda xwe dan jiyandin. Dema xwestin werin tinekirin jî, ji xweliya xwe ji nû ve ji dayik bûn.
Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrîşên herî giran lê ti carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.
Îro roj têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gele Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedîlêderketina wijdana mirovahiyê ye.
Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî, xwişk û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin mimkûn e.
Pêwîst e herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandine roja me. Bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku em pêşdixin re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî, xwişk û biratiyê dixwaze, mijara rûmetê ye.”
Peyama Rêber Apo ji aliye beşdarên konferansê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.