المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Hevserokên DEM Partiyê destpê kir

0 10

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li navenda giştî ya partiyê bi Hevserokên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtina 6’ê Tîrmehê ya bi Rêber Apo re endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re hevdîtin kirin. Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat.

https://cdn.iframe.ly/lFUzKQ7F

Piştî hevdîtinê heyet wê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Tê payin ku di hevdîtina bi Erdogan re Serokwezîrê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Rêxistina Îstîbaratê ya Milî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî amade bin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin