Gotineke pesindayîn bi navê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûryê ji bo koça dawî ya xanima nemir Rîhan Bayik

Bi dilên dagirtî xem û xemgînî, û bi giyanên tijî serbilindî û rûmet, em bi navê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûryê, ji bo koça dawî ya dayika hevalê reveber, şoreşger û têkoşer Cemîl Bayik, Xanim Rîhan Bayik, sersaxiyên germ dixwazim. Herwiha ji malbata wî ya bi rûmet û hevalên wî yên di rêya têkoşîna dirêj û hemû gelên Kurdistanê jî, sersaxî dixwazin.
Xanima nemir Rîhan Bayik ne tenê dayikeke asayî bû, lêbelê ew bi xwe welatek bû. Wê rêberekî qehreman anî dunyayê. Evîna welat, azadî, wekhevî û edaletê di dilê wî de çand û lingên wî li ser rêya berxwedanê danî û çespand.
Dayika Rîhan yek ji hezaran dayikên Kurd bû ku bi hedar û sebir bûn, li ber xwe dan û milkên xwe yên herî hêja feda kirin. Û bi îradeyeke xurt û biryardariyeke qehreman werzên şoreşê nivîsandin.
Dayika Rîhan, bi laş û fîzîkîya xwe yî pak hatiye veşartin, lê bîranîna wê dê nemir û mayînde bimîne heta ku azadî xewneke û têkoşîn sozeke û heta ku Heval Cemîl Bayik, hevalên wî yên şoreşger û hemû gelê me di rêya şopa wê de berdewam bikin.
Bila giyanê wê bi aşitî be, bîranîna wê her û her bijî û bila zarok, malbat û ji me hemûyan re sebir û aramî hebe
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûryê
Qamişlo 21 Hezîrana 2025