المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

0 9

Malbat û wasiyê Rêber Apo Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Malbatên girtiyên din jî serlêdan kirin.

Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji girtiyên ku dema dawî birin Îmraliyê; birayê Ergîn Atabey Erol Atabey, xwişka Zekî Bayhan Şukran Bayhan, birayê Mahmût Yamalak Selahattîn Yamalak jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin