المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Omer Ocalan: Serok dibêje DEM Partî partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk e

0 6

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin bi Rêber Apo re kir, anî ziman ku Rêber Apo ji bo DEM Partiyê gotiye partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk û ev yek jî tê wateya nûkirina her tiştî.

Biraziyê Rêber Apo parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan li gel Alî Ocalan û du biraziyên xwe bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Rêber Apo kirin. Omer Ocalan li ser serdanê ji ANF’ê re axivî û got, “Serok wateyeke cuda dide DEM Partiyê û komîsyona li meclîsê bê avakirin gelekî girîng dibîne.”

‘SEROK BI MORAL BÛ, PÊNÛSEK DIYARÎ ZAROKAN Û MIN KIR’

Omer Ocalan anî ziman ku hevdîtina zêdeyî saetekê dewam kir gelekî baş derbas bû û diyar kir ku moralê Rêber Apo, rewşa wî gelekî baş bû. Ocalan ragihand ku Rêber Apo cara yekê xwarziyê xwe Alî Ocalan û du zarokên wî dît û got, “Serok pênûsek diyarî zarokan û min kir. Anî ziman ku divê zarok bi îrade be, xwe venegirin. Ji wan xwest ku xurt bin.”

‘KOMÎSYONA LI MECLÎSÊ BÊ AVAKIRIN GELEKÎ GIRÎNG DIBÎNE, DIXWAZE BI HEMÛ DERDORAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’

Omer Ocalan anî ziman ku apê wî qala DEM Partî û mîsyona wê kir û got, “Serok wateyeke cuda dide DEM Partiyê. Dibêje DEM Partî ne tenê partiyeke Kurdan e, ew partiyeke xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk e. Qala paradîgmayeke nû dike ku li gorî sedsala duyemîn a Tirkiyeyê ye. Paradîgmayeke ku nîşan dide, ji bo  derketina ji vê rêya xitimandî guherîn ji bo Kurdan jî ji bo Tirkan jî şert e. Ev yek jî tê wateya nûbûna her tiştî. Ji ber ku ev kinc êdî li vê bedenê nayê, estetîkê jî xera dike. Her wiha komîsyona li meclîsê bê avakirin jî gelekî girîng dibîne, wateyê dide û dixwaze bi hemû derdoran re hevdîtinê bike.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin