المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ji Gretchen Dutschke-Klotz piştgiriya ji bo banga Rêber Apo

0 6

Nivîskar û aktîvîsta Elman-Emerîkî Gretchen Dutschke-Klotz bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de hate eşkerekirin.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê peyama nivîskar û aktîvîsta Elman-Emerîkî Gretchen Dutschke-Klotz weşand ku piştgirî da banga Rêber Apo.

Klotz li Elmanya Rojava li gel hevjînê xwe Rudi Dutschke di sala 1968’an de pêşengî ji Tevgera Ciwanên Xwendekar re kir, endama Yekîtiya Xwendekarên Sosyalîst (SDS) û muxalefeta derveyî parlamentê ya berfireh a Komara Federal bû. Peyama Klotz bi vî rengî ye:

“Ez pêvajoya danûstandinan a navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komara Tirkiyeyê girîng dibînim û di mijara jiyana hevpar a gelê Kurd û civaka demokratîk de îradeya wî silav dikim. Divê hemû astengiyên li pêşiya tevlîbûna gelê Kurd a li siyaseta demokratîk bêne rakirin, di navbera gelan de yekbûneke ji dil û aştiyane bê avakirin. Têkoşîna we ya ku ekolojî û wekheviya zayendî ya civakî dide pêş, ji bo me hemûyan cihê sûdwergirtinê ye.

Hêvîdarim ku wê hewldanên Ocalan li ber avê neçin. Di her şert û mercî de divê ev firsend bê bikaranîn. Ji ber vê yekê ev gelekî baş e, ji ber ku dikare pêşengiyê ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike, dikare ji ya Sûriyeyê re jî bike. Ji bo van welatan hêviya me bi vî rengî ye. Ev yek ji bo wan firsendeke ji bo demokratîkbûnê.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin