المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Nobeta Azadiyê di hefteya 675’an de ye: Em ji Rêberê xwe bawer in

0 8

Koma Luzernê Nobeta Azadiyê ya vê hefteyê dewr girt û diyar kir ku wekî gelê ku 52 sal in li pey Rêber Apo ne, heta dawiyê ji Rêberê xwe bawer dikin.

Nobeta Azadiyê ya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo ve di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatiye destpêkirin, didome. 

Nobeta Azadiyê bi armanca bidawîkirina pergala tecrîda Îmraliyê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo, her hefte ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn ve tê lidarxistin.

Mela Şahin, Koçer Aydin û Hasan Înce yên ku ji bajarê Luzernê yê Swîsreyê hatin, nobeta hefteya 675’an dewr girtin.

Mela Şahîn diyar kir ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo gaveke nû hatiye pêşxistin û got, “Em baweriya xwe bi Rêberê xwe tînin, em hêzê didin wî. Rêberê me îro pêşbiniya ku piştî 20 salan wê çi biqewime dike. Ew hemû mirovahiyê ronî dike û bûye roj.”

Şahîn anî ziman ku kesên ku bi salan e dijminatiya Tevgera Azadiyê û Apoyiyan dikin, îro jî hewl didin gelê serê Kurd tevlîhev bikin û wiha domand: “Ew gelên ku 52 salan bi paradîgmaya Rêbertî ronî bûne û hatine perwerdekirin, mîna duh îro jî li pey Rêberê xwe ne û wê sibê jî li pey Rêberê xwe bin. Em heta mirinê bi Rêberê xwe re ne.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin