Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî bi Rêber Apo re hevdîtinê kirin, vegeriyan.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, îro ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re çû Girava Îmraliyê.
Hat zanîn ku hevdîtin bi dawî bûye û şande ji giravê vegeriyaye.