المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Dîroka pirsgirêka Kurd û rewşa wê ya heyî

0 8

Çavkaniya pirsgirêka Kurd a îro, ne bi tenê ya Kurdan belkî jî çavkaniya pirsgirêkên pirraniya mirovahiyê ye. Çavkanî hiyerarşî, bajar, çîn û dewleta ji nava civaka neolîtîk a Kevana Bi Bereket derketî ye.

JI PARÊZNAMEYÊN RÊBER AP

Çavkaniya pirsgirêka Kurd a îro, ne bi tenê ya Kurdan belkî jî çavkaniya pirsgirêkên pirraniya mirovahiyê ye. Çavkanî hiyerarşî, bajar, çîn û dewleta ji nava civaka neolîtîk a Kevana Bi Bereket derketî ye. Şaristaniya Sumerê ya li Mezopotamya Jêr (3000-2000 B.Z.), bi awayekî weke çareyekê ji bo pirsgirêkên civakî pêk hat yên ku civaka neolîtîk a çavkaniya wê Mezopotamya Jor rê li ber wan vekiribû. Pirsgirêk pêk dihatin lewma şênî zêde dibûn, erdan qîm nedikir û şer pirr dibûn. Rahibên Sumeran ên li Mezopotamya Jêr bi zanebûna xwe ya pêşketî û bi çanda neolîtîkê ya xwe pê serwext kiribûn, bi tevahî hêmanên maddî û manewî bi kar anîn û bajar, çîn û dewleta bi navend perestgeh vedîtin û di vê çarçoveyê de ji van pirsgirêkên dîrokî re li çareyê geriyan. Di destpêkê de dîtin ku nexapiyane. Mirov dibêje qey serdema destpêkê ya xwe disipêre sêbera bajar, çîn û dewletê ji pirsgirêkên demê re çareyên mûcîzewarî dîtine. Mîtolojiya demê bê sedem nîzamekî nû îfade nedikir, belkî jî ya bê menaye gava pêşî ya tevahiya bûyerên di dîroka mirovatiyê de nîzamekî xwedayî îfade dikir. Mûcîzeya şoreşa neolîtîk veguherîbû mûcîzeya şaristaniyê. Sîstema hatibû avakirin belkî jî dîsa sîstema dîrokê ya herî dirêj û bêpirsgirêk dixebitî bû. Lê her ku nakokiyên di nava wê de mezin bûn û gihiştin, vê carê ji derketina holê ya pirsgirêkên civakî re bi rola pîriktiyê rabû û xwe ji vê nehişt. Di belgeyên nivîskî yên pêşî de cih digire ku di dîrokê de pirsgirêka civakî bi rewşa xwe ya herî xwerû di civaka Sumeran de pêk hatiye. Di navbera xweda û xwedayan de, di navbera xweda û evdên wan de pirsgirêkên rastî yên civakî, şer û nakokiyên navbera xwediyên desthilatdariyê û mirovên weke koleyê xwe bi kar tînin nîşan didin. Civaka Sumer a di dîrokê de mohra xwe li gelek yekemînan daye, di heman demê de ji aliyê pirsgirêkên rê li ber wan vekiriye jî yekemîntiyeke bêhemta temsîl dike.

Mirov dikare pirsgirêkên civakî yên ciddî û pêşî yên komên orîjînên wan Kurd bi şaristaniya Sumer ve girê bide. Jixwe Destana Gilgamêş li ser van pirsgirêkan hatiye hûnandin. Hem çanda hiyerarşîk a El Ubeydê (4500-3500 B.Z.) hem jî çanda sîte ya Ûrûkê (3500-3000) diviyabû xwe timî ber bi Rojhilat û Bakur ve berfireh bikirana. Ji bo karibin weke pêkhatinên pêşî yên xwedî çanda bajar, çînî û dewletdar dewam bikin neçar û mecbûr bûn ber bi herdu aliyan ve biçin û xwe bi civaka neolîtîk xurt û xwedî bikin. Neçarî, şer bi xwe re tîne. Têkiliya di navbera Gilgamêş û Enkîdo de, problematîka têkiliyên tîpîk û pêşî ya emperyal-mêtinger a di dîrokê de îfade dike, nîşan dide. Komên orîjînên wan Kurd di şexsê Hûmbaba de berxwedana li dijî têkiliya bi emperyal mêtingeran re temsîl dikin. Di bingehê pirsgirêkê de li dijî jiyana bajarî, çînî û dewletdarî parastina jiyana wekhevîxwaz û azad û civaka neolîtîkê heye. Enkîdo weke êsîr tînin Ûrûkê, wî kedî dikin û di nava civaka bajêr de li dijî civaka ji navê tê hevkariyê dike û di rênîşandanê de tê bikaranîn.

Qebîleyên Hûrrî li dijî mezinbûna şaristaniya bajêr timî li ber xwe dan. Ev berxwedanên li rêzeçiyayên Zagrosê nîşan didin ku pirsgirêkên civakî çiqasî belav û domdar bûne. Gotî avahiyeke konfederatîf ya eşîrên bi koka xwe Zagrosî ne; ew ji van eşîran ên pêşî ne ku li dijî rêveberên Sumeran bi ser ketin û navê xwe li dîrokê nivîsandin. Paşê çawa ku em di dîroka şaristaniyê de gelek caran dibînin, yên serketî di nava çanda serwer ên têkçûyî de dihelin û em mînakên pêşî yên di vî warî de bi awayekî vebirrî dibînin. Hegemonên ku hunerê şer ew derxistine holê, sîstema serwer timî bi hêz dikin. Dema hewl didin pirsgirêkan çareser bikin, bi awayekî nakokane bêhtir mezin dikin. Desthilatdarî bêhtir rê li ber desthilatdariyê, dewlet bêhtir rê li ber dewletê vedike; bi vî awayî pirsgirêk qat bi qat zêde dibin.
Hegemonên Babîl û Asûr ên rêûresma desthilatdariyê ji Sumeran girtibûn, sîstem bi awayekî berfireh û seranser belav kirin û bi vî awayî ketin rewşeke bi heman rengî. Ev pirsgirêkên çavkaniya wan bajar, çîn û desthilatdarî-dewlet e, bi berfirehî û kûrahî mezin bûn û xwestin çareseriya wan jî di heman xeleka kor de bi bêhtir berfirehbûn û kûrkirinê bibînin. Berfirehbûn rê li ber emperyalîzm û mêtingeriyê, seranserî- kûrbûn jî rê li ber bêhtir çînîbûn û mêtinkariyê vedike. Paşê vê mekanîzmeya sîstemê heta roja me ya îro bi dubarekirinê xwe mezin kir û hat timî weke xwe ma: Li derve avahiya emperyalîst û mêtinger mezin kir, li hundir jî serweriya çînî. Yê bi ser dikeve û yê têk diçe dibin qurbanê heman sîstemê. Xeleka berxwedanê ya antî-şaristanî ya li rêzeçiyayên Toros-Zagrosê jî wê her tim bi dubarekirinê xwe mezin bike û mekanîzmeya xwe ya azad pêşde bibe. Bi mekanîzmeya berxwedanê ya ji bo azadkirinê bîreweriya qebîle û eşîrê wê bêhtir bi pêş bikeve, rêxistiniya wan bêhtir berfireh bibe û bi vî awayî wê hewl bidin bêhtir qebîle û eşîran azad bikin. Li cem herdu mekanîzmeyan jî diyalektîka heyînê dimeşe, meşa herdu diyalektîkan jî timî xwe mezin dike.

Bi belavbûna çanda Sumer û hegemonya Babîl û Asûran pirsgirêkên şaristaniyê dijwar dibin. Bersiva orîjînên Kurd ji van pirsgirêkan re di rêûresma Mazda-Mîtra û Zerdeşt de xwe nîşan dide. Di vê rêûresmê bi xwe de çanda Sumeran heye. Lê vê çandê çawa digirin, qebûl nakin wê vediguherînin ango afirîneriya wan bi xwe bingeh e. Veguherîn dîrokî ye. Ya rêûresma çanda Greko-Romen mumkîn kir, ev veguherîna dîrokî ye. Erê di dîroka mirovatiyê de dogmatîzma civaka koledar hilneweşand, lê dîsa jî xwedî wê serdestiyê ye ku dikare hinekî nerm bike, bişikîne û carinan jî alternatîfên nû pêşkêş bike. Mirov, exlaqê wî, ango îradeya wî digihîne qonaxeke jor. Têkiliya azadiya mirov bi exlaq û îradeyê re datîne. Mirovatiya ku li cem xweda û qral-xwedayên beriya hingê di dereceya ne tiştekî de bû, di rewşa girseyên evdan a besît de bû, êdî isyan dikir, bi îradeya xwe radibû û exlaqê xwe bi xisletên nû yên azadiyê ava dikir.
 
Çanda li qûntara çiyayên Zagrosê û nexasim bersiva Zerdeştî, ji bo mirov li pirsgirêkên bingehîn ên demê serwext bibe gelekî girîng e, mîna kilîta deriyê fêhmê ye. Mirov dikare bersiva Îslamî ya ji pirsgirêkên çavkaniya wan şaristanî re ji nêz ve analîz bike. Du heta sê hêzên hegemonîk ên demê şaristaniyên Bîzans, Sasanî û Hebeşê bandora wan her diçe ji çar aliyan ve li ser jiyana qebîleyî ya Nîvgirava Erebistanê zêde dibe. Bi vê re jî pirsgirêkên civakî pirr dibin. Mirov dikare Îslamê weke bersiva van pirsgirêkên civakî şîrove bike. Şaristaniyên behsa wan tê kirin, nûnerên herî dawî yên çanda serdema destpêkê bûn. Ji pirsgirêkên tevahiya serdema destpêkê re nebûn bersiv, berevajî li qadên berfirehtir belavkirin û kûr kirin. Jixwe ji vê zêdetir roleke wan a din nemabû. Mirov dikare rêûresma bersivdanê ya dînî ya Brahîmî bi awayekî bingehîn weke şêwazekî xweser ê çareseriyê ji bo pirsgirêkên ji çanda qral-xwedayên serdema destpêkê peydabûyî şîrove bike. Di qonaxa ji Brahîm heta bi Mûsa de di navbera Nemrûtên Babîl û Asûr ên bi koka xwe Sumerî (dema qral-xwedayan) û Firewnên Misrê de (qralên îdea dikin ku ew xweda bi xwe ne) civakeke tengavbûyî heye. Mirov dikare vê demê weke dema bersivdan û çaredîtina ji pirsgirêkên civakî re bi awayekî pêxemberwarî, şîrove bike. Tevî xweseriya xwe hemûyî, bersiva Mûsawarî ya ji bo pirsgirêkên qebîleya Ibrî ji Qraltiyeke Piçûk a Îsraîlê wêdetir neçûye. Qraltiya bi taybetî xwe bi fîgurên Pêxember Dawid û Silêman nîşan dide, sentezeke çor a çanda Misrê ye; çîroka qraltiyê ya tebeqeya jor îfade dike.

Rêûresma berê di dema Împaratoriya Romayê de pirsgirêkên civaka koledar bi qasî çiyan mezin kirin. Rêûresma Îsewî jî ji aliyê xizan, kole û bêkarên aware bersivek bû. Nakokiya di navbera Xiristiyantî û Mûsewîtiyê de pêşî çînî bû. Romayê hem di nava qebîleyên Ibrî de, hem jî di nava çanda qebîleyên din ên cîran de qelşek vekir û vê jî xwe weke veqetîneke nû ya dînî nîşan daye. Rêûresma Îsewî li qada pirsgirêkên civakî lê herî zêde û rêûresma serîrakirinê lê bi kok pêk hat, lewma bi qasî rêûresma Zerdeştiyê nebe jî dîsa di wê potansiyelê de bû di dîroka mirovatiyê de rê li ber serdemekê veke. Xiristiyantiyê ji bo tevahiya pirsgirêkên di nava
 
çanda qebîleyan de pêk tên xwe weke bersiv pêşkêş kiriye. Cara pêşî ye ku civakên cemaetên dînî yên ji civakên qebîleyan dibihurin pêk tên û ew ji wan berfirehtir û mayînde ne. Mirovên ji her etnîsîte û qebîleyê weke endamên dînê nû pîroz têne hesibandin. Ji aliyê civakbûnê ve, ev qonaxeke girîng e. Civakên gelan li ser dika dîrokê xwe bêhtir bi awayekî eşkere û bi dengekî bilind nîşan didin. Ermenî, Suryanî, Grek û Latîn bêhtir bi Xiristiyantiyê derketine ser dikê û xwe nîşan dane.

Muhammedîtî jî bersiveke dîrokî ya qebîleyên Ereb e. Lewma heman rêûresma nikare pirsgirêkên xwe çareser bike û naveroka wê ji mêj ve pûç bûye, nûnerên despotîzma wê yê serdema destpêkê ji çar aliyan ve misêwa qebîleyên Ereb tengav dikin. Hz. Muhammed ji aliyekî ve xwediyê dengê dijber ê Împaratoriyên Hebeş, Sasanî û Bîzansê ye, ji aliyê din ve jî Mûsewîtî û Xiristiyantiya weke dînên heq qebûl dike, di heman demê de weke dînên êdî dema wan bihurî ye îlan dike û ev jî rastiya em behsa wê dikin piştrast dike. Hem li hundir, hem jî li derve pirsgirêkên komên qebîleyên Ereb ji sînorê xwe bihurîne û ne Cihûtî û ne jî Xiristiyantî nikare ji van pirsgirêkan re çareyê bibîne. Cihûtî û Xiristiyantiya vê demê naveroka xwe ya şoreşgerî ji zû ve ji dest dane, veguherîne qebîlegiriya hişk û milletperestiya qewm. Qraltiyên Hebeş, Bîzans û Sasanî ku nûnerê dawî yê despotîzma qral-xwedayên ji rêûresmê bûn, şer û pirsgirêkên wan ên hem di nava xwe de hem jî di navbera xwe de hem ew qels dikirin, hem jî hewcedariya bi wan nedihişt. Lewma mirov dikare fêhm bike ku Hz. Muhammed xwestekên zindî yên qebîleyên çolê ji bo azadiyê û xwesteka fetihkirinê ya tebeqeyên jor bi arezûya bidestxistina diyarên cennetê bi rêûresmeke nû ya dînî pêşwazî kir.

Rêûresma Îslamî xwedî wan xisletan e ku di dema derketina xwe de rastiya qebîleyên Ereb û rastiya şaristaniyê li ber çavan girtiye. Du çandên alternatîf bi awayekî îdeolojîk û polîtîk ango çanda alternatîf a qebîleyên xizan û tebeqeya jor a alternatîf ku ji bajar, çîn û dewletê pêkhatî, karîbûye bi hostetî sentez bike. Bajarê Mekkeyê li ser rêyên çûnûhatinê ye. Lewma ev herdu çand li vir gelek caran li hev rast tên û sentez dibin. Lewma Mekke di vê pozîsyonê de xwedî avantaj û serdestiyekê ye. Hz. Muhammed ev sentez bi awayekî serketî kiriye û mohra xwe lê xistiye. Jixwe girîngbûna wî ya dîrokî jî ji vê tê. Ji aliyê civakî ve, encama girîng a Şoreşa Îslamê ew e, ji civaka qebîlegir a hişk karîbû gav biavêje civakeke cuda ya ummetê. Li qadeke mîna Erebistanê îzolebûyî ji civaka bi rêûresma çanda hezar salan a qebîleyê gavavêtina civaka ummetê şoreşeke mezin a civakî ye. Sosyalîteya nû hê ji destpêkê ve dualîteyek di nava xwe de dihewand. Meyla veguherînê ber bi çîneke dewletdar a tebeqeya jor ji arîstokrasiya qebîleyê girtibû û meyla demokratîk û wekhevîxwaz a tebeqeya xizan timî li ber hev didan. Pirsgirêka civakî hê giştî bûbû û ji nû ve reng digirt. Van pevçûn û problematîkên nû hê Hz. Muhammed sax bû dest pê kirin, bandora wan heta roja me ya îro dewam kir.

Ev şoreşa civakî ya herî mezin a serdema navîn, yekser bandora xwe li ser komên orjînal ên Kurd jî nîşan da. Hem meyla fetihkar a arîstokrasiya Ereb, hem jî lêgerîna desthilatdarî û dewletê ya tebeqeya jor a Kurd, di çarçoveyeke demdirêj a bi têkilî û pevçûn de li cem Kurdan civaka ummetê pêk anî. Çawa ku bi giştî pêk tê, civaka nû ya ummetê bi pirsgirêk bû. Meyla bajarî, çînî, dewletdarî û meyla wekhevîxwaz û demokratîk bi cudabuneke bi rengê mezheb û terîqetan xwe nîşan dan. Yên ku hegemonya desthilatdariya Îslamîk temsîl dikirin çiqasî mohra xwe li civaka ummetê dixistin, Kurdên Elewî û Zerdeştî jî terîqetên tesewifî yên li binî kirin sedema hebûna rêûresma xwe ya berê û bi vî awayî cemaetên xwe yên xweser ên berxwedanê bi israr pêşde birin. Diyardeyeke ku ez dikarim jê re bibêjim civaka Kurd pêk tê, lê tevî vê jî bi awayekî gelekî parçebûyî, dabeşbûyî tebeqe û çînên ji hev re xerîb hebûna xwe dewam kir. Pirsgirêkên civakî bêhtir xwe bi awayên gelekî cuda yên terîqetan nîşan didan. Nakokiyên di navbera bajar û yên li derveyî bajar de bi dabeşbûnên çînî di zikhev de pêk dihatin. Di serdema navîn de her tişt ji serdema destpêkê zêdetir bûbû pirsgirêk û dabeş bûbû. Tevî pirsgirêkên qebîle û eşîran ên koçerî û bicihbûnê, li ser bingehê nakokiya bajar û gund pirsgirêkên ji ber dabeşbûna çînî ya li bajêr jî derketibûn holê. Tebeqeyên jor ên qebîleyan bêhtir bi awayê dewletê radibûn, lê parçeyên qebîleyan ên xizan ku bêhtir piçûk bûbûn, vediguherîn qebîleyên nû yên xizan. Çanda jiyanê ya xwe disipart gund li hemberî çanda jiyanê ya xwe disipart bajêr paşve diçû. Di civaka bajêr de nakokiyên civakî û pevçûn zêde dibûn. Di encamê de ji bo çareseriya van pirsgirêkan li amûrekî dewletê yê bêhtir bi hêz difikirîn. Lê ya rastî, dewlet bi xwe dihat wê maneyê ku wê pirsgirêk û xanedanên kurtêlxur bêhtir bibin. Civaka serdema navîn bi pirsgirêkên civakî yên bi vî rengî li dora singê xwe dizîvirî û mehkûm bûbû her wisa li dora xwe bigere.

Civaka Kurd a serdema navîn ji elîtên desthilatdariyê yên Ereb, Fars û Tirk cuda nikarîbû elîteke bi hêz a desthilatdariya xwe pêk bîne. Ji pirsgirêkên xwe yên bingehîn re ne çareseriyeke qraltiyê ya navendî û yekbûyî didît, ne jî karîbû bi civaka qebîleyê ya sekan, li derve girtî ya rêûresmê dewam bike. Ji lewra ji pirsgirêkan re yên ku ji vê nakokiyê derdiketin holê, hewl didan bêhtir bi civakên terîqetgir û mezhebgir çareyê bibînin. Zerdeştîtî her ku diçû parçe û qels dibû. Elewîtiyê bi tenê li deverên çiyayî yên fetihkirina wan zor, dikarîbû hebûna xwe biparêze. Îslamtiya li ser gelê bajar û deştê serdest bû gelekî îstîsmarkar bû. Nûnerên siltanan û begtiyên xwecihî civak di nava pirsgirêkên welê de xeniqandibûn, jibinderketina wan gelekî zehmet bû. Lewma di rewşeke welê de mirov wê pirsgirêkan çareser nekin, bi tenê wê ji wan birevin. Ango terîqetgirî û ummetgiriya bi navê çareseriyê xwe lê girtibûn, vediguherîn amûrên pê bi lez ji rastiya xwe birevin, pê xwe nas nekin, bi xwe re xerîb bikevin. Bi kurtî em dikarin bibêjin, diyalektîka serdema navîn bi vê rêveçûnê xwe nîşan dida.

Pirsgirêkên bingehîn ên civaka Kurd di dema modernîteya kapîtalîst de bi kok bûn û şax berdan. Modernîte bi xwe weke sîstem hewl dide qadên civakê hemûyan û ji her alî ve bixe qefesê. Mirov civakê bixe qefesê ev tê wê maneyê ku civak bi tevahî dibe pirsgirêk. Ji bo qanûna kara herî zêde bimeşe, bivênevê divê sîstemeke zordestî û mêtinkariyê li ser civakê were ferzkirin. Lê belê ev sîstema mêtinkarî û zordestiyê li gorî serdemên destpêkê û navîn ji aliyê kûrahî û berfirehî ve cuda ye. Nirxê zêde yê di serdemên destpêkê de ji bo xwedîkirina xanedaniya qraltiyekê pêdivî pê hebû û yê di serdema kapîtalîst de pêdiviya bi hezaran yekdestdariyên îndustiriyê pê heye, ne bi tenê cuda ye, ji hev gelekî dûr in. Tevahiya dîrokê ji bo kapîtalîzm nebe sîstemeke serwer bi tevahî tedbîrên di qada îdeolojîk, siyasî û ekonomîk de hatin girtin, ji ber wê tirsê bû ku wê nikaribin bersiva vî şêwazê mêtinkariyê bidin. Civakê di wê demê de wê nikarîbûya kapîtalîzmê weke sîstemeke serwer rake û hilgire. Li hemberî kapîtalîzmê, mumkîn nîne ku civak karibe li ser piyan bimîne. Faktora binbehîn a vê yekê ew e, di xwezaya civakî û hawîrdorê de tişta li beramberî şêwazê mêtinkariyê yê kapîtalîst dewamî bersivê bide tineye. Kapîtalîzm ji bo xwe weke sîstemekê pêk bîne di destê wê de sîleha herî mezin desthilatdariya dewletê ya veguherandiye dewleta netewe ye. Dewleta netewe bi xwe, kengî deshilatdarî li tevahiya mûrehk û rehên zîro yên civakê gişî belav bû, pêkan e. Civakeke ku desthilatdarî li tevahî mûrehkên wê belavbûyî, wê ne bi tenê heta bi mejiyê hestiyên xwe bi pirsgirêkan bifetise, wê bê parçeparçekirin û mehkûmî belavbûnê bibe. Dewleta netewe civak bi tevahî kiriye qefesê. Sînorên welat, artêşa neteweyî, burokrasiya sivîl a navendî, îdareya navendî û mehellî, bazara neteweyî, serdestiya ekonomîk a yekdestdar, pereyê neteweyî, pasaport, nasnameya hevwelatiyê, îbadetxaneya millî, dibistana seretayî, tek ziman û sembolên mîna alayê, tev digihîjin hev û bi hev re ji bo pîvana kara herî zêde ya kapîtalîzmê bimeşe, encameke bingehîn derdixin holê. Sosyologên modernîteyê vê pêvajoyê weke ji civaka rêûresmê bihurîn û pêkanîna civaka homojen a modern didin naskirin û herweha weke nîşaneya bingehîn a pêşketina civakê nîşan didin, lê ya rastî ev pêvajo bi xwe bi kûrahî qefeskirina hesinî ya civakê îfade dike. Kengî civak bi temamî li gorî pîvanên kapîtalîzmê hat kedîkirin hingê serbest tê berdan. Ev serbestiya jê re lîberalîzm tê gotin, ji koletiya hemdem pêve ne tiştekî din e. Di civaka serdema kapîtalîzmê de berdêla israra di azadiyê de faşîzm e. Faşîzm jî navê sîstema herî xwînrij û mêtinkariya kara herî zêde ye. Li vir a rast ew e, mirov nikare behsa hebûna civakê bike, mirov dikare behsa tinebûna wê bike.

Sosyolojiya serdema me bi zanebûn koletiya kapîtalîst analîz nake, li gorî îdeolojiya lîberal rastiya koletiya çînî rewa dike û vê jî weke erkeke xwe dizane. Lewma ne zanistî ye, xwediyê xisletên mîtîk ên paşverû ye. Di serdema fînans kapîtalê de ku dema herî zêde paşverû û zordest a kapîtalîzmê ye, hukimraniya ‘pere’ bûye xwediyê wê di dîrokê de ti xweda nebûye xwediyê wê hêzê, belkî jî xwedayê herî bi hêz ê hukimranan îfade dike. Eger ev xweda nebe, ne kapîtalîzm, ne dewleta netewe, ne jî îndustriyalîzm mumkîn e. Ji bo mirov karibe li hemberî pere civakê li ser piyan bigire, hewcedarî bi hêza jiyana civaka kolektîf û maneya mezin a mirov heye. Ji civakeke bi vî rengî li naverastê zêde tiştek nemaye. Ezmûnên civaka sosyalîst ên bi vê îdeayê rabûne bûne xwediyê serketineke bi sînor, lê bi pirranî têk çûne û nikarîbûne pêşiyê li vê encamê bigirin.

Herçiqasî mirov li hemberî modernîteya kapîtalîst bi mehkûmî bijî jî dîsa ji israra di civakbûnê de û ji parastina civakê pêve ti çare tineye. Pirsgirêk çiqasî kansêrwarî bûbin, gihiştibe wê asta bi krîz û kaotîk jî ji bo jiyaneke mirovane şert e ku mirov hebûna civakî biparêze û hewl bide azad bike. Jiyana alternatîf an jiyana sosret a ji tevahiya nirxên mirovî şuştî ya hukmê kara herî zêde li ser e, yan jî jiyana di qebrê de ye ku ji rizînê re hatiye hiştin.

Mirov sîstema koleker a modernîteya kapîtalîst li ser rastiya civakî ferz dike bi awayekî herî eşkere dikare di rewşa rastiya civakî ya Kurd ketiyê de bibîne. Rastiya civakî ya Kurd, ji civakîbûneke bi pirsgirêk wêdetir, bi qirkirineke li dema dirêj û li tevahiya komikên wê pêk tîne belavbûyî tê qedandin. Ne bi tenê her çi civakeke bi pirsgirêk e, yên diqewimin ji pirsgirêkbûnê wêdetir rewşekê îfade dikin. Ji bo mirov rewşa tijî ders û xeternak a rastiya Kurd ketiyê fêhm bike, qîm dike ku mirov bi tenê li rewşa ziman binêre. Zincîr li zimanê herî otantîk ê dîrokê xistine. Ji zarokan re jî nikarin baxçeyê zarokan vekin. Ji vê rewşê jî xeternaktir rewş ew e, ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî û hewldana ji bo vî zimanî, di nava sîstema serdest de divê birçîmayîn û bêkarmayîn li ber çavan bêne girtin. Kurdîtî bi xwe kirine tiştekî pênc pereyan nake. Ne tenê ev, kî pihînekê li vî tiştî bide, sîstem xwedî lê derdikeve û ji bo bêhtir karibe bijî hukim dide. Tu çiqasî rastiya xwe ya civakî înkar bikî û piçûk bibînî, di nava sîstema neteweya serdest de ewqasî dibî xwedî paşeroj, dibî xwedî kar û şensê te yê mezinbûnê mumkîn dibe. Ev rewş sîstematîk e, û ji bo tevahiya nirxên civakî yên Kurd bi vî rengî ye. Li ku Kurdekî derketibe pêş, pereyê wî zêde û ji karê xwe piştrast hebe, ew Kurd ji sedî sed li dijî civaka xwe di nava hîleyê de ye, yan jî bi zanebûn hewl dide xwe înkar bike, ji xwe bireve û xwe xerîb bike. Herçiqasî di van demên dawiyê de hin fîgurên Kurd bi etîketa neteweyî bêne pêşkêşkirin jî divê mirov baş zanibe ku têkiliya van hemûyan ji nêz ve bi berjewendiyên global ên hegemonya kapîtalîst re hene.
Di serî de fethên Ereb, Tirk û Farsan, tevî hemû fetihkarî, mêtingerî û asîmîlekariya hêzên serwer, civakbûyîna orîjînên Kurd ên serdema navîn bi pêş dikeve. Hem civaka qebîleyî, hem jî civaka cemaetî li ser xeta civaka qewmî xwe pêşde dibirin. Pirsgirêkên derdiketin holê, pirsgirêkên çavkaniya xwe hiyerarşî, desthilatdarî û dewlet bûn û ev pirsgirêk ji bo tevahiya civakan mewzûbehs bûn. Mirov dikare bibêje, dema ku civaka Kurd di serdema navîn de gav diavêtin, ji gelek civakên serdemê pêşdetir bû. Ji gelek pirsgirêkên xwe re çareseriyên weke yên her kesî didîtin, heta mirov dikare bibêje di çareserkirina pirsgirêkan de ji gelek civakan re pêşengî dikir. Tevî êriş, dagirkerî, destavêtin û mêtingeriya fatihan gişan jî xweparastina civakê û têkoşîna ji bo jiyaneke azad bênavber dewam dikir. Bi vî awayî, pirsgirêkeke ciddî ya hebûnê û yan jî rewşeke koletiyê ya ji yên weke xwe gelekî cudabûyî nîne.

Di serdema kapîtalîzmê de ev rewş bi kok guherî ye. Ji ber ku gelê Kurd nikarîbû xwe li gorî pîvana kara herî zêde bi rêxistin bike, weke dewleta netewe xwe bi sazî bike û nikarîbû îndustriyalîzmê seferber bike, bi awayekî pirralî bi tevgerên mêtingehkirin, asîmîlasyon û qirkirinê yên dewletên netewe yên serdest û yekdestdariyên kapîtalîst û hegemonên sîstemê yên li ser serê wan ên hêmanên li jor behskirî hemû pêk anî re rûbirû bû. Mirov vê rewşê nikare di sedsala 16. de bi mezinbûna sîstema hegemonîk a kapîtalîst re bi fetihkirina parzemîna Emerîkayê, ne di sedsala 19. de bi dagirkirina Efrîkayê re, ne jî di sedsala 18. de bi mêtingehkirina Asyayê re bidin ber hev û qiyas bikin. Rastiya serdest a mohra xwe li jiyana civakî ya Kurd xistiye ji vê gelekî cudatir e. Rejîma hukim li Kurdan dike beriya her tiştî hebûneke bi navê Kurd qebûl nake, qebûl bike jî ji bo wê tine bike û di nava xwe de bihelîne xwe bi rêxistin kiriye, bahaneyên xwe yên hundir û derve yên xwe bisipêre wan bi girîngî bi sazî kirine, lewma rejîmeke tineker û îmhaker e ku timî bi taktîk û stratejiyên komplowarî tê meşandin. Ji sedsala 19. û pêve, bi guloka problematîk a her diçe mezin dibe û tevkujiyên li pey hev pêk tên, ji nû ve di nava pencên dijwar ên dewleta netewe de û bi fethan li talana kapîtalîst vedibe. Sîstemeke bi vî rengî mumkîn nîne bi qirkirinê bi encam nebe. Jixwe bûyerên diqewimin jî bi vî awayî ne.

Di modernîteya kapîtalîst de çawa ku bi giştî dibe, pirsgirêka Kurd jî hewl da xwe di aliyê ‘neteweyî’ de nîşan bide. Dema ku pirsgirêka Kurd tê gotin yekser pirsgirêka neteweyî tê bîra mirov û ev jî ji lêkolîneke berfireh wêdetir gotinek e ku li gorî konjonkturê hatiye kirin. Naveroka wê ya rastî ji nîşandana yekparebûna dîrokî-civakî nirxandineke gelekî dûr bû. Bi helwestekê hatibû kirin mirov digot qey hema hema da ku dost û cîran bibînin hatiye kirin. Ji danasînên rastî û çarçoveya teorîk gelekî dûr bû. Lê ya rast ev bû, ne bi tenê rastiya Kurd bi pirsgirêk bû, her tişt û her kesê bi pirsgirêka Kurd re pêwendîdar mîna ku bi pirsgirêk bûn. Kesekî xwe bi pirsgirêk his neke, nefikire tinebû. Bi awayekî bingehîn a bi pirsgirêk der barê naveroka rastiya heyî de bû; ango der barê nêzîkatiyên cuda yên çawabûn û çibûna xwezaya civakî ya Kurd de bû. Bêguman, dema ku her tişt û her kes bi pirsgirêk bê hesibandin, naveroka pirsgirêkê jî ji ber çavan wenda dibû, qîmeta lêkolîn û lêgerînan nedima.

Min bi xwe di bin berpirsiyariya xwe de timî weke meseleyeke bingehîn hewl da ji vê xeleka her li dora xwe dizîvire, derkevim. Li ser diyardeya Kurd bi zêdeyî demogojiya dihat kirin û ji awayê xuya dikir gelekî bêhtir giran bûbû, lewma serê pêşî diviyabû pirsgirêk bi xwe bihata zelalkirin, ew jî diyardeya Kurd bû û eşkerekirina aliyên wê yên xweser bû. Di destpêkê de bi gerdûnîbûna pirsgirêka neteweyî rabûm, nêzîkatiyên ku min hewl da di vî warî de nîşan bidim di demeke kin de bi nêzîkatiyeke din a gerdûnî, bi nêzîkatiya ‘Kurdistana Mêtingeh’ bi encam bûn. Lewma ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistana mêtingeh rêçeteya rizgariyê teoriya demê ya populer teoriya ‘rizgariya neteweyî’ bû û dîsa pratîka wê ya populer ‘şerê rizgariya neteweyî’ bû. Bêguman bi van têgîn, teorî û kirinan pirraniya pirsgirêkên nava rastiyê hatibûn dîtin. Lê çawa di gelek bûyeran de mirov bi giştî nêzî dibe, di vê de jî bi awayekî giştî nêzîkbûnê wê bi xwe re şaşî û çewtî bianiya. Nexasim îhtîmala diyalogê di navbera muxatebên pirsgirêkê de, neçar dikir ku mirov bêhtir bi awayekî berbiçav nêzîk bibe. Ji salên 1990’î ve gelemperiya dinyayê ji modernîteyê dibihurî û bandorên postmodernîteyê xwe nîşan didan û ev rewş jî di vê neçarkirinê de xwedî rol bû. Jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî, bi awayekî bingehîn bi xwe re jihevdeketina îdeolojiya lîberal jî dianî. Ji ber ku ya têk diçû û ji hev de diket ne sosyalîzm bû, mezhebê wê yê çepgir ê ji rêderketî û hişkfikrên wê bûn. Lewma mirov neçar dibû bêhtir bi awayekî berbiçav nêzî rastiyê bibe û ev jî ji nêz ve têkiliya xwe bi vê jihevdeketina çepgiriya lîberal re hebû. Di encamê de, çiqasî aliyên dogmatîk-pozîtîvîst ên di fêhmkirina rastiya Marksîst de dipişkivîn, derfet û îmkan çêdibûn ku mirov bi perspektîfa dîrokî, felsefî, hunerî û zanistî rahêje rastiya civakî û li ser bisekine. Nexasim derfet û îmkan çêdibû ku mirov bêhtir yekpare kapîtalîzmê di çarçoveya sêlingên distanê yên sereke de weke meyla kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzmê de bixe ber lêpirsîn, lêkolîn û şîroveyê, bêguman ev jî di qada zanista civakî de bi qasî rêvekirina li qonaxeke nû girîng bû. Li ser vî bingehî ya di zanista civakî de diqewimî û pêk dihat şoreş bû. Ya rastî, derdiket holê ku Marksîzma xwe herî zêde zanista civakî hesibandibû û weke sosyalîzma zanistî raxistibû pêş çavan, nikarîbûye xwe ji zêhniyeta dogmatîk û metafizîka pozîtîvîst qut bike.

Dema mirov bi vê perspektîfa nû ya zanista civakî (bi paradîgma) li rastiya Kurd û avahiyên bi pirsgirêk ên di nava wê de binêre, dikare her tiştî bêhtir yekpare û berbiçav şîrove bike. Mirov hay jê çêdibû ku nêzîkatiyên mutleq xwedî xisletên dogmatîk in, dîsa tehlûke hebû ku zêde berbiçavkirin jî rê li ber heman encamên dogmatîk veke. Di encamê de ji bo rastiya diyardeya Kurd a gelekî tevlîhev, parçebûyî û bi lez tê tinekirin û pirsgirêkên wê yên gelekî berfireh, yekpare û avabûnî yên ku rehên wan ên dîrokî hene, derfet û îmkan çêdibin mirov helwestên nêzî heqîqetê nîşan bide. Analîzên bêhtir berbiçav rê li ber çareseriyên bêhtir berbiçav ên ku nirxê wan ê bicihanînê bilindtir e, vedikir.

Sosyolojî û zanistên civakî yên modern ên ku bi fonksiyona normkirin û rewakirina hêmanên modernîteya kapîtalîst erkdar in, berevajî îddîayan, di rahiştina rastiya civaka dîrokî de bi tenê dualîteyên serdema navîn ên weke reş-spî û qenc-xirab ji nû ve çêkirin û ji vê wêdetir jî tiştek pêk neanîbûn. Li ser xeta dewleta netewe bi tenê jî pêkan bû ku rastiya civaka dîrokî bi giranî bi erdê re bikin yek. Heta, mirov dikare bibêje, xwe sipartibûn metafizîka serkorî ya ji afirandina fikrê û hestan mehrûm. Jixwe di qonaxa dawî de derket holê ku ji afirandina faşîzmê bêhtir ti encama dewleta netewe tineye. Ne jiyaneke biyolojîk, ne jî jiyaneke civakî ya xwe bisipêre îndustriyalîzmê hebû. Modernîte ji van hêmanên ku zanistên wê ew gelekî kiribûn norm û rewa kiribûn pêk dihat û jê bêhtir ne tiştekî din bû.
Dema ku mirov hûrûkûr li ser pirsgirêka Kurd radiwestiya, mirov didît ku nirxandinên weke pirsgirêk û çareseriya wê dihatin pêşkêşkirin bi xwe bi pirsgirêk bûn. Di bingehê pirsgirêka Kurd de hêmanên modernîteya kapîtalîst bi xwe hebûn. Ji lewra mirov xwe bisiparta van hêmanan û analîz bikirana û li gorî wan çareseriya pratîk bianiya wê ji xwexapandinê bêhtir bi kêra tiştekî nehatana. Bi awayekî gerdûnî di vî alî de diyalektîkên pirsgirêk-çareseriyê li pêş çavan hebûn û di encamê de van hemûyan krîza fînans-kapîtala global a her diçû kûr dibû û çaresernekirina wê piştrast dikirin. Li Rojhilata Navîn dewletên netewe yên ku modernîteyê rê li ber wan vekiribû pirsgirêkên wan ber bi roja me ya îro bi herêmeke tam kaotîk û civakeke bi krîz bi encam bû. Îdeolojiyên dewletdarî û milletperestî û hewldanên ji bo bisazîkirina wan ji Afganistanê heta bi Lubnanê, ji Çeçenistanê heta bi Yemenê li gelek welatan naverast kir gola xwînê. Dewleta netewe ya Iraqa Sunnî ku di navika van herdu xetan de cih digire, bi rewşa xwe ya berbiçav mîna ku bi belgefilmekî trajîk têkçûna şaristaniya rêûresmê û şaristaniya kapîtalîzmê nîşan bide, îşaret bi rastiyeke berbiçav a pirr xwînrij û bi êş dikir.
 
Bi tevahî hêmanên min hewl da di çarçoveya rastiya Kurd de analîz bikim, di şert û mercên modernîteyê de neketin pêvajoya netewebûyînê, berevajî ketin pêvajoya derketina ji netewebûyînê. Lewma ji pirsgirêka neteweyî ya Kurd zêdetir, pirsgirêka nebûna netewe bêhtir giraniya xwe nîşan da. Bi ti awayî dayikniştiman nedibû welatê neteweyî, berevajî weke welatê dewleta neteweyê serdest dihat nîşandan. Yanî mekanê bingehîn ê netewe ji dayikniştimantiyê dihat derxistin û weke welatê neteweyên din dihat nirxandin. Hebûna neteweyî bi xwe hê nebûbû Kurd û neteweya Kurd hê pêk nehatibû, hewl didan di nava neteweya serdest de bihelînin. Ji aliyê çandên dewletên neteweyên serdest ên Ereb, Tirk û Fars ve dikirin eşya, dikirin mêtingeh û asîmîle dikirin. Ji bo vê jî bi tevahî hêmanên modernîteyê seferber dikirin. Di vê qonaxê de pirsgirêk gelekî giran dibû, ji ber ku derketina ji netewebûnê diket rojevê. Di modernîteyê de tebeqe û çînên civakî yên weke hêza çareseriya pirsgirêka neteweyî derdiketin holê, di nêzîkbûna li pirsgirêka Kurd de bi temamî di nava rewşeke nakok de bûn. Tebeqeya jor a ji rêûresmê çiqasî bûrjûwayî dibû, para ji kurtêlên dewletê bêhtir digirt û di berdêla vê de ji hevkartiyê wêdetir bi amûrtiya her cure îmha û înkarkeriya Kurd radibû. Tebeqebûna bûrjûwaya piçûk ji ber bêhêziya xwe û ji ber pêdiviya wan a bi kurtêlên dewletê, ji hêmanên demagojîk ên pirsgirêkê wêdetir bi roleke din ranedibû. Bi vî awayî, herdu hêzên modern jî nikarîbûn bibin hêmanên pirsgirêkê çareser dikin. Beşên mayî yên pirranî bêkar, nîv-proleter û kedkarên din bi awayekî objektîf dibûn hêza bingehîn a çareseriya pirsgirêka Kurd. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd bi awayekî bingehîn nedibû pirsgirêkeke bûrjûwayê, dibû pirsgirêka civaka kedkar.

Ji bo netewebûyînê hewcedarî bi îradeya siyasî heye û her cara ji bo vê piçûk be jî serî hatibe rakirin bi awayekî bêrehm hatiye pelixandin. Ev bi sloganên berevajîkirinê yên weke ‘yekîtî û yekparetiya dewletê têk dibin’ meşandin û ji bo civakekê çanda siyasî demokratîk a bivênevê pêwîst e, mohra ‘cudakarî’ û ‘cihêkariyê’ lê dan û bi kirinên heta bigihîjin qirkirinê, ser wan girtin. Civakek bêyî pêdiviyên maddî nikare li ser piyan bimîne, lewma tevahiya qada ekonomîk kirin kontrola xwe û ev weke amûrê civakê ji neteweyê ekonomî derxe, bikaranîn. Ekonomî bi xwe kirin amûra nebûna netewe ya herî girîng. Der barê nasnameya Kurd de îmkan nedidan ti belgeya huqûqî û statuyê. Nasnameya Kurd dema hewl dida bibe netewe, li ser wê bêhuqûqî û neqanûnîbûn dihat ferzkirin û bi vî awayî tine dihat hesibandin; bi nasnameyeke ti têkiliya xwe bi huqûqê re tine, bênav û bêpênase mehkûm dikirin. Ji çil mîlyonî zêdetir hebûneke civakî di huqûqa neteweyî û navneteweyî de bi hukmê tine dihat hesibandin. Di netewebûnê de perwerde yek ji amûrê herî girîng ê modernîteyê bû, lê Kurd di çarçoveya nasnameya xwe ya dîrokî û civakî de hê di dema dibistana baxçeyê zarokan de bi sîstema perwerdeya înkarker a neteweyên serdest ji nasnameya xwe dihatin qutkirin. Amûra civakbûnê ya jê re perwerde tê gotin, kirin amûra pê Kurd ji nasnameya xwe û civakbûna xwe bigerin. Perwerdeya bi zimanê dayikê li pirraniya parçeyan qedexe ye, û zimanên neteweyên serwer li şûna zimanê dayikê ferz dikin; zimanê dayikê li şûna ku bi rola civakbûnê rabe û di vê çarçoveyê de bi kêr bê, dibe amûra reva ji civakbûnê. Kurdîtî weke zêhniyeta çandî li şûna ku hebûna Kurd bîne bîra Kurdan, dikirin nîşaneya teslîmbûna li çanda neteweyê serdest.

Mînak, mirov dema asta netewebûyîna gelên Efrîkayê bi gelê Kurd re bide ber hev, mirov ê bibîne gelê Kurd ji gelên Efrîkayê gelekî paşve hatiye hiştin. Bêguman têkiliya vê yekê bi cudabûna dewletên netewe re yên ku modernîteya kapîtalîst pêk tînin, heye. Kurd hêmanên modernîteyê bi îradeya xwe pêk nayînin. Yên pêk tînin dewletên netewe yên serdest in. Dema ku wisa dibe, ev dewlet di bin serweriya xwe de mafê netewebûyînê nadin rastiya Kurd û ji bo Kurdan rejîmeke faşîst a taybet ji sedî sed pêk tînin, çerxên îmha û înkarê timî digerînin. Di encamê de pirsgirêka derdikeve holê ew e, Kurd ji netewebûyînê derdikevin û nikarin bibin netewe.

Pirsgirêka Kurd xwe ji gelek aliyan ve, bi xisletên cuda di şertên zeman û mekan de nîşan dide. Bi qasî van xisletên wan ên sereke yên bi şertên zeman û mekan ve girêdayî, herweha xisletên wan ên cuda û taybet jî hene. Em hewl bidin wan jî berbiçav bikin.
 
a- Rastiya Kurd û Kurdistana di bin serdestiya dewleta netewe ya Tirk de ji destpêkê ve pêkhatin û şêwazê heyîna wê bi rejîmeke hişk a îmhaker û înkarker re rûbirû ye. Bi awayekî xwezayî, ev rewş dihêle ku rastî ji destpêkê ve bi pirsgirêkên giran seqet bibe. Bi demê re hêmanên nasnameya xwe ji dest dide. Sîstema dewleta netewe ya Tirk, rastiya Kurd berî ku bibe netewe ji netewebûyînê, ya rastî ji bûyîna netewe dûr dike, li ser ferz dike ku xwe red û înkar bike. Ev rewş ji pirsgirêkbûnê wêdetir rastiyekê îfade dike, hûn ji kîjan alî ve li mijarê dinêrin binêrin, rejîmeke qirkirinê ya nav lê nehatiye kirin îfade dike. Rejîmeke qirkirinê ya ser wê hatiye girtin, bi dizî û bi awayekî cuda tê meşandin heye. Ji qirkirina Ermenî û Helenan cuda tê kirin. Ev gelên navbihurî bi awayekî eşkere hatin tesfiyekirin. Lê Kurd bi rêbazên hîle, bi pirr xayînan, bi hevkaran, bi zorê, bi bêkarî, bi birçîhiştinê û êşkenceyê, li ser bingehê bi dizî û sergirtî têne tesfiyekirin. Pirsgirêk ne pirsgirêkeke netewebûyînê ye, pirsgirêka bêbandorkirina rê û rêbazên tinekirinê ye. Bi awayekî xwezayî, bivênevê navê rawestandina vê pêvajoyê dibe; tevgera Kurdan a ji bo hebûn û azadbûnê. Her çi rêbazeke din, nexasim bûrjûwayên lîberal ên sextekar, rêbazên bûrjûwaziyên piçûk ên xwe zîrek dihesibînin, xwe milletperest û çepgir qebûl dikin, nikarin pêvajoya îmha û înkarê rawestînin, xwedî wê hêzê nînin ku têgîn û pratîkên wê bi pêş bixin. Li hemberî rejîmên bi vî rengî pirsgirêka hebûnê heye. Çareseriya wê jî şerê ji bo hebûnê ye, û li gorî xwezaya wê hêza jiyana azad e.

b- Rastiya Kurd û Kurdistana di bin serdestiya dewleta netewe ya Îranê de ji aliyê rewşa hebûna xwe ve ji modela dewleta netewe ya Tirk pirr cuda nîne. Cudatî, ji cudatiya modernîteyan tê. Ji ber serhatiyên cuda yên rastiyên dîrokî û civakî di modelên pêkanînê de rê li ber şêweyên cuda yên pêkanînê vedibe. Mîrateya desthilatdariyê ya herdu jî xwe disipêrinê ji serdema navîn ve bi Peymana Qesrî Şîrîn a 1639’an bi awayekî fermî Kurd parçe kirine, bêhêz hiştine, bi modernîteyê re li hemberî serîrakirinên Kurdan bi hev re tevgeriyane, bi vî awayî rê li ber rejîmeke hevpar a îmha û înkarê vekirine. Di navbera herduyan de li ser hîmê sînoran dixwazin pirsgirêka Kurd li gorî xwe çareser bikin û ji bo vê jî bi hev re tevdigerin.

Roja me ya îro, hevgirtina antî-Kurd a di navbera dewletên netewe yên Tirk û Îranê de vê rastiya dîrokî piştrast dike.

c- Rastiya Kurd û Kurdistanê ya di bin serdestiya dewleta netewe ya Iraqê de hinekî rêyeke cuda şopandiye. Di vê de hegemonya Ingilîz diyarker e. Ji ber ku dewleta netewe ya Ereb dereng û qels pêk hatiye, Kurdan jî keysa xwe lê aniye hebûna xwe ya neteweyî hinekî pêşde bibin. Rejîm çiqasî hişk û tund bûye, berxwedana Kurdan jî ewqasî hişk û tund bûye. Ev hişkbûn û tundbûna li beramberî hevdu çiqasî dewam kir, ji bo Kurdan pêvajoyeke ku ji aliyê tinebûnê bêhtir aliyê wê yê hebûnê xurt bike, bi pêş ketiye. Di dema dawî de bi avabûna hegemonya Emerîkayê re şensê Kurdan çêbûye dewletokeke neteweyî ya bi karektera federe ava bikin. Lê ev şens ji aliyê dewletên netewe yên cîran ve, heta ji aliyê dewleta netewe ya navendî ya Iraqê ve timî wê weke tehlûke û gef bê dîtin û kengî keysa xwe lê bînin armanca wan tesfiyeya wê ye. Di herdu rewşan de jî derî li netewebûnê û derketina ji netewebûnê vekiriye. Bi vî awayî, pirsgirêkên Kurdên Iraqê yên hebûn û jiyana azad dewam dikin.

d- Kurdên di bin serdestiya dewleta netewe ya Sûrî de, ji helandina wan a di nava sîstemê de zêdetir li derve hiştina wan rê li ber pirsgirêkan vedike. Beşekî Kurdan bi hukmê tine ne têne qebûlkirin. Kembera Erebî ya li ser sînor bi armanca Kurdan demeke dirêj bihelîne hatiye danîn. Sînorên hegemonya Ingilîz û Franseyê piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn danîn ji bo Kurdan duyemîn parçebûna mezin bû. Armanc ew bû, bi hegemonya Tirk re li ser bingehê berjewendiyên hevpar Kurdan tesfiye bikin. Ji bo Kurdan ev parçebûn derba herî xedar bû ku ji modernîteya kapîtalîst xwaribûn. Ji ber ku bi vê derbê pêşî li netewebûna Kurdan digirtin û pêşî lê vedikirin da ku ji netewebûnê derkevin. Nexasim hegemonyadariya Ingilîz ji bo berjewendiyên xwe rêbazeke li cih didît ku li Rojhilata Navîn Kurdan timî weke pirsgirêk bihêle. Problematîk bi xwe ava dikirin û ji bo mayîndebûna sîstemê weke destik û palpiştên sereke radigirtin.
Weke encam em dikarin bibêjin, pirsgirêka Kurd bi parçebûna dayikniştimana wan û înkara wan, bi dabeşbûneke kûr a rastiya wan a civakî û derketina wan a ji xwebûnê, bi berbendkirina îradeya wan a siyasî, bi sedema ku neçar hatin hiştin li hemberî rêbazên dewletên îmhaker û înkarker stûyê xwe xwar bikin, bi sedema ku kirin, di berdêla tedarikkirina pêdiviyên xwe yên ekonomîk de dev ji nasnameya xwe berdin, bi sedema ku firsend nedan wan û nehiştin statuya qanûnî ya nasnameya wan a xwe bisipêre hebûneke çandî û îdeolojîk, bi sedema ku ji amûr û pêkanînên hemdem ên perwerdeyê mehrûm hatin hiştin û tevî kirinên di van qadan hemûyan de, hebûn û nasnameya wan tine hat hesibandin, û bi awayekî azad nikarîbûn bijîn. Ev hemû dibûn pirsgirêk û weke rastiya pirsgirêka Kurd derdiketin holê. Bi gotineke din, pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke neteweyî nîne, pirsgirêk ji netewebûnê derketin e.

Ji ber ku parçebûn domdar e, û her ku diçe li ser her parçeyî rejîmên înkarker û îmhaker bi hêz dibin, pirsgirêk ji pirsgirêkbûna netewebûyînê derdikeve, dibe pirsgirêka dewamkirina hebûnê. Herçiqasî tinekirina fizîkî bi temamî negihîştibe asta jiholêrakirina hebûnê û weke rêbaza bingehîn nehatibe meşandin jî qirkirina di asta çandî de timî hatiye meşandin. Ermenî û Cihû bi awayekî fizîkî hatin qirkirin, lê li ser Kurdan ev rêbaz yekser nehat meşandin û vê jî pêvajo bi êştir û bi elemtir kir. Eşkere ye ku dema mirov van hêmanan hemûyan li ber çavan bigire, bêhtir rast e ku mirov ji pirsgirêka Kurd zêdetir behsa girêka kor a Kurd bike. Çawa ku Skender girêka kor a Gordîonê bi şûr ji hev vekir û vê yekê fetihkirina tevahiya Asyayê mumkîn kir, vekirina girêka kor a Kurd jî di serî de Rojhilata Navîn wê şens bide tevahiya civakan ji bo fetihkirina demokratîk û jiyana azad.

( Ji parêznameya Rêber Apo ya bi navê ‘PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK’ hatiye wergirtin.)

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin