المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Gava destpêkê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e’

0 3

Cengîz Çîçek işaret bi gavên mecbûrî yên pêvajoyê kir û got, “Ji wan gavan a herî girîng bêguman azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û sererastkirina şert û mercên wî yên kar e.”

CENGÎZ ÇÎÇEK

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek bi bîr xist ku Erdogan beriya niha Mutabaqata Dolmabahçeyê înkar kir û got, hevdîtina bi Erdogan re pêvajo derbasî qonaxeke cuda kiriye.

https://cdn.iframe.ly/SVpFJtg

Cengîz Çîçek bi şîrovekirina hevdîtina dawî re işaret bi Mutabaqata Dolmabahçeyê kir û got, “Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Erdogan ji aliyê dîrokî ve girîng e. Li vê xakê du tecrûbeyên çareseriyê rû dan; pêvajoya Osloyê û pêvajoya dawî ya Îmraliyê. Herdu aliyan ji van herdu pêvajoyan gelek tişt berhev kirin. Ji xwe li pêş çavên civakê qewimî. Di Mutabaqata Dolmabahçeyê de Birêz Erdogan bi xwe got, ‘Haya min ji vê mutabaqatê nîne, nas nakim’ û bi vê daxuyaniyê bi rengekî fermî dawî li pêvajoyê anî. Piştre jî ‘plana çalakiyê ya têkbirinê’ kete dewrê. Di nava 10 salan de me encamên ‘plana çalakiyê ya têkbirinê’ bi hev re dîtin. Ne tenê ji aliyê siyasî ve her wiha ji aliyê aborî, çandî û civakî ve jî encamên xwe çêbûn. Piştî zexta di vê demê de bi pêvajoya nû re hevd3ıtina Birêz Erdogan a bi heyeta me ya DEM Partiyê re nîşan dide ku ji aliyê dîrokî ve pêşketinek heye.

Beriya her tiştî berxwedana civakê, hêzên berxwedêr û gelê Kurd di afirandina vî wêneyî de xwedî pareke girîng e. Her firsendê, di nava şert û mercên herî zehmet de jî me timî ev yek got: Heta ku em li ber xwe bidin û têbikoşin, dîrok ti carî bi paş ve naçe, timî bi pêş ve diçe. Ji Erdoganê ku digot ‘Ez Mutabaqata Dolmabahçeyê nas nakim’ ber bi Erdoganê ku heyeta me ya Îmraliyê qebûl kir; ev yek bi tena serê xwe ji aliyê pêşketina dîrokî ve gelek tiştan îfade dike. Lewma mirov dikare pênaseyeke bi vî rengî bike: Asta herî bilind a dewletê – ji ber ku ev hevdîtin li Qesrê çêbû – kete nava vê sozê.

‘PÊVAJO DERBASÎ QONAXEKE CUDA BÛ’

Bêguman ev hevdîtin û bûyerên piştî wê qewimîn mijareke din a nîqaşê ye; divê mirov wan cuda binirxînin. Mirov dikare bibêje, pêvajo ji aliyê wesf û giraniyê ve derbasî qonaxeke cuda bû. Ji meha Cotmehê û vir ve gelek meh derbas bûn û bi rastî jî her kesên alîgir-bêalî her kes li ser xwevegirtina Birêz Erdogan a ji nîqaşan û pêvajoyê nîqaş dikir. Hewl dida fêhm bikin, bê çima xweqasî xwe jê vedigire. Di vê mijarê de her yek ji me li gorî cihê ku lê ye dikare şîroveyan bike. Lê belê bi rengekî objektîf Erdogan xwe ji vî wêneyî vedigirt. Dayina vî wêneyê nû, yanî hevdîtina bi heyeta me re nîşan da ku Birêz Erdogan jî wê bi rengekî cidî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Daxuyaniya Bahçelî jî ji xwe di vê çarçoveyê de bû.

Êdî tabloyeke bi vî rengî li pêşiya me ye: Hevdîtin bi hemû aktorên pêwendîdar re, bi taybetî bi temsîlkarên dewlet û desthilatdariyê re, bi hemû aktorên ku siyaseta Kurd temsîl dikin re hevdîtin hate kirin. Ev trafîka hevdîtinan temam bûye û ji niha û pê ve bendewariya raya giştî ew e ku ji bo rêveçûna vê pêvajoyê hin gav bêne avêtin. Ji niha û pê ve eger gaveke pratîkî neyê avêtin û hevdîtin xwe dubare bikin, hingî di nava civakê û raya giştî de wê bê bawerî hîn kûr bibe.”

‘GAVA DESTPÊKÊ ŞERT Û MERCÊN BIRÊZ OCALAN E’

Çîçek destnîşan kir ku destpêkê divê şert û mercên tecrîdê yên Rêber Apo lê tê ragirtin bêne sererastkirin û li ser sedemên vê yekê jî got, “Ji bo ev pêvajo biçe serî divê şert û mercên ku Birêz Abdullah Ocalan lê tê ragirtin bêne sererastkirin. Dawiya dawî qala fesihkirina PKK’ê û çekdanîna PKK’ê tê kirin. Qala wê yekê tê kirin ku pirsgirêka Kurd ji şer bê dûrxistin, ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bê kişandin. Aştî ji xwe di navbera wan hêzan de tê kirin ku li hemberî hev şer dikin û bi rengekî xwezayî ji bo pêvajoya bêçekbûnê û dûrxistina meseleya Kurd ji şer, pêwîstî bi hin gavan heye. Di nava van gavan de bêguman a herî girîng û sereke pêkanîna şert û mercên azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û sererastkirina mercên wî yên kar e.

Beriya her tiştî em li gorî daxuyaniya rayedarên PKK’ê vê yekê dibêjin; PKK’ê got, ji bo karibe kongreyê lidar bixe divê lîderê wan tevlî pêvajoya kongreyê bibe. Ev yek jî tiştekî gelekî xwezayî ıye. Dibe ku PKK di çarçoveya qanûnan de rêxistineke li derveyî qanûnan bê dîtin, lê belê partiyeke ku navê xwe heye û lîderekî wê partiyê heye. Her partî jî neçar e kongreya xwe bi lîderê xwe re bike. Birêz Ocalan di kîjan formê de, bi çi rengî tevlî kongreyê bibe, bêguman em ê vê yekê ji aliyan re bihêlin.

‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN TEVLÎ PÊVAJOYA KONGREYÊ BIBE’

Ji bo kongreyeke bi vî rengî ya dîrokî pêk were divê Birêz Ocalan beşdarî pêvajoya kongreyê bibe. Her wiha ji bo kongreyeke çêker bê lidarxistin divê şert û mercên şer û operasyon bêne rawestandin. Di vê demê de li Başûrê Kurdistanê û derdora wê bi hezaran operasyon, bi hezaran êrîşên hewayî hatin kirin. Di nava van şert û mercan de ku ewlekarî nîne, zehmet e kombûna kongreyê pêk were. Rayedarên PKK’ê ji xwe gelek caran ev yek anîn ziman. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku şert û mercên vê yekê biafirînin. Ev yek divê ne tenê daxwaza DEM Partî, siyaset û tevgera Kurdan be. Meseleya Kurd êdî pirsgirêka hemû mirovên li ser vê xakê ne. Ji bo vê ne pêwîst e ku hûn Kurd bin. Neçareseriya meseleya Kurd bandoreke neyînî li jiyana her kesî kiriye.”

‘DIVÊ MUXALEFET Û PARTÎ HEMÛ TEVLÎ BIBIN’

Cengîz Çîçek destnîşan kir ku di serî de CHP tevlîbûna partiyên muxalefetê li nava pêvajoyê gelekî girîng e û got, “Bêguman heyetên me yên DEM Partiyê hevdîtin bi Partiya Gel a Komarê (CHP) û partiyên din re hevdîtin kir. Hevdîtin erênî bûn. Lê belê bloka desthilatdariyê di nêzîkatiya çareseriya li vê pirsgirêkê de meseleyê tenê bi DEM Partiyê re bi sînor nehêle. Em dixwazin, desthilatdarî perspektîfa xwe ya çareseriyê mîna ku bi partiya me dike, ew jî bi muxalefetê re parve bike. Ev gelekî girîng e.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin