المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

0 43

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke nû kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan hate kirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin