المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Komplo li Baskê hate şermezarkirin: Azadî ji Abdullah Ocalan re

0 33

Sendîkaya Piştevaniya bi Karkeran re ya li welatê Baskê (ELA) komploya navneteweyî şermezar kir û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam da.

ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ

  •  çarşem, 9 kewçêrê 2024, 14:08

Sendîkaya Piştevaniya bi Karkeran re ya welatê Baskê (ELA) li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist.

https://cdn.iframe.ly/xp9kY3d

Çalakî li Zumarraga ya li Gipuzkoayê pêk hat û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd peyam hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ocalan ji sala 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye û bi navê ELA’yê di vê dema krîtîk de kiryarên neqanûnî û tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi sendîka, rêxistinên siyasî û civakî yên li tevahiya cîhanê re em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin