المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Bayhan: Mecbûrî ye ku komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

0 4

Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan got, ji ber ku komîsyonê hevdîtin bi Rêber Apo re nekiriye pêvajo bi rengekî kêm û bi pirsgirêk bi rê ve diçe û destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re pêwîstî û mecbûriyeteke.

ÎSKENDER BAYHAN

Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan anî ziman ku komîsyona di bin sîwana meclîsê de bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ava bû, ji aliyê plansazî û rêveçûnê ve xwedî kêmasiyên cidî ye.

https://cdn.iframe.ly/iYmP6iC2

Parlamenterê EMEP’ê Bayhan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku yek ji kêmasiyên herî mezin ên komîsyonê yên ji aliyê avêtina gavên şênber ve plansaziya vê pêvajoyê û plana koma desthilatdariyê û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş e.

Bayhan anî ziman ku komîsyonê piştî civîna duyemîn bi giranî li ser guhdarîkirinê xebitî û got, “Bêguman ev negirîng nîne. Ji aliyê bandora vê pêvajoyê li Tirkiyeyê, ji aliyê dewamkirina nîqaşên li ser sedemên serhildana Kurdan a 50 salên dawî guhdarîkirina li şahidan girîng e. Weke gavên lezgîn ên di vê pêvajoyê de bêne avêtin sererastkirinên qanûnî yên qanûna vegerê, di serî de qeyûm û mijara zimanê dayikê destnîşankirina karên sereke yên ji bo aştiyeke mayinde hatin pêşniyarkirin, lê belê ev pêşniyar li ber çavan nehatin girtin.”

Bayhan diyar kir ku eger heta niha gaveke şênber nehatibe avêtin ev yek ji ber koma desthilatdariyê ye û got, “Koma Tifaqa Cûmhûr di nava xwe de lihevkirî nîne. Bİ taybetî AKP’ê heta niha pêşniyareke bi tenê ya şênber nekiriye. Di mijara pêşniyarên şênber ên tênekirin de jî ji aliyê bernameya karkirinê ve daxuyaniyeke erênî yan jî neyînî nekiriye. Ev yek bi seê xwe helwesteke neyînî ye. Tenê li ser girîngiya pêvajoyê disekine û di axaftinê de qalê dike bê ev pêvajo çşqasî hêja ye; timî qala rîskan dike û bi van bibîrxistinan rewşê derbas dike. Timî sozan dide, timî xwişk û biratiya hezar salî bi bîr dixîne. Em dikin nakin nikarin ji Malazgîrtê bên vê rojê. Ev yek jî ji ber helwesta koma desthilatdariyê ye. Em nikarin bên wê astê ku kîjan gavên şênber biavêjin ku ev xwişk û biratiya Tirk û Kurd a hezar salî bi aştiyeke çawa mayinde bike, qet nebe bêdengkirina çekan çawa garantî bikin û birînên hilweşîner ên şer bipêçin.”

Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Kedê Îskender Bayhan ragihand ku nîqaşên li ser statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nava Sûriyeya nû ji helwest navxweyî cuda nîne û got, “Çawa ku li hundir tenê gotin têne gotin, lê gavek nayê avêtin, nêzîkatiya têkildarî Sûriyeyê jî gelekî astengdar e. Li şûna avakirina komareke demokratîk a nû ya ji jiyana hevpar û îradeya demokratîk a gelên Sûriyeyê, nîqaş li ser tinekirina destketiyên demokratîk ên QSD û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin.”

KÊMASÎ Û PIRSGIRÊK E KU BI OCALAN RE HEVDÎTIN NEYÊ KIRIN

Bayhan destnîşan kir ku kî çi navî li pêvajoyê dike bila bike, di halê hazir de pêvajoya Îmraliyê ye û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser daneyên heyî, daxuyaniyên hatin dayin, bangên Abdullah Ocalan, biryara fesixkirina PKK’ê û rêveçûna heyî, tê dîtin ku ev pêvajo pêvajoya Îmraliyê ye. Ji agahiyên têne belavkirin û nayên redkirin tê fêhmmkirin ku li Îmraliyê hevdîtin têne kirin, li wir hin guhertin têne diyarkirin, ji bo gavên bêne avêtin diyalogek tê kirin û muzakereyek heye. Bê redkirin jî li Îmraliyê maseyek heye û li wir diyalog dewam dike. Li wir hevdîtin têne kirin. Tevgera Siyasî ya Kurd dibêje ‘muzakerevanê sereke, muxatabê esasî Ocalan e’. Di rewşeke bi vî rengî de guhdarînekirina li Abdullah Ocalan a ji aliyê komîsyonê ve, wernegirtina nêrîn û pêşniyarên wî tiştekî bê qebûlkirin nîne. Guhdarînekirina li Ocalan wê ji bo paşeroja vê pêvajoyê û avakirina aştiyê bibe kêmasiyeke gelekî cidî. Hevdîtina pê re pêwîstî û mecbûriyeteke. Divê komîsyon teqez li Ocalan guhdarî bike.”

DIVÊ GAVA ŞÊNBER ÊDÎ BÊ AVÊTIN

Bayhan destnîşan kir ku êdî nayê qebûlkirin ku li Ocalan neyê guhdarîkirin û got, “Helwesta mijûlkirinê ya li şûna avêtina gava şênber, êdî wê bi xwe re encamên gelekî neyînî bîne. Desthilatdariyê têkildarî enfektekirina pêvajoyê hişyarî da, lê muxatabê yekane yê vê hişyariyê ew bi xwe ye. Ya ku di asta destpêkê de berpirsyar e, koma desthilatdariyê ye. Lewma divê li ser hevdîtina Komîsyonê ya bi Ocalan re tavilê fikrê xwe bibêje û ji bo Komîsyon karibe bi Ocalan re hevdîtinê bike, gava şênber biavêje.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin