Sendîkayên Îngilîz ji Konseya Ewropayê xwest ku bike nava liv û tevgerê
Sendîkayên karkerên Îngilîz bang li Konseya Ewropayê kirin û gotin: “Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan nas bike û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.”

Kampanyaya “Freedom for Ocalan” a ku ji aliyê UNITE û GMB ve tê birêvebirin û 15 sendîkayên Îngilistanê piştgiriyê didinê, ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg re name şandin. Kampanya bang li dewleta Tirk kirin ku li dijî polîtîkayên li hemberî Rêber Apo û nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd gavên lezgîn bavêje û anî ziman ku divê “Mafê hêviyê” yê Rêber Apo nas bike.
Di nameyê de banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ji bo fesixkirin û bêçekkirina PKK’ê hate bibîrxistin. Berdevkê kampanyayê Simon Dubbins diyar kir ku ev bang gaveke girîng e ku wê rê li ber aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê veke û anî ziman ku erka welat a piştgiriyê dide vê pêvajoyê heye. Her wiha neavêtina gavên berbiçav ên ji aliyê Tirkiyeyê ve û nenaskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo wekî astengiyên li pêşiya reformên demokratîk hatin nîşandan.
Dubbins destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û xurtkirina rûmeta wê ya navneteweyî jî girîng e.
Di çarçoveya kampanyaya Freedom for Ocalan UK a ku bi hevkariya sendîkayên karkerên li Brîtanyayê ve rê meşandin, çalakiyên hişyarkirinê, panel, konferans, banga hevgirtina navneteweyî û têkiliyên rasterast bi siyasetmedaran re li dar dixe. Armanca kampanyayê ew e ku piştgirîkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, misogerkirina naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd di qada navneteweyî de bîne ziman.
Kampanya di sala 2016’an de ji aliyê sendîkayên UNITE û GMB’ê ve li parlamentoya Brîtanyayê hat destpêkirin û ji wê rojê ve ji aliyê 15 sendîkayên mezin ve tê piştgirîkirin. Di nava daxwazên wê de demildest berdana Rêber Apo, pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin û piştgiriyê bidin civaka sivîl a Kurd, hene.