Profesorê DYE’yî Wallis: Sosyalîzma Abdullah Ocalan cihê îlhamê ye
Zanyarê siyasetê û nivîskarê ekososyalîst Victor Wallis ê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) piştgirî da ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo.

Wallis ji DEM Partiyê peyamek şand û ragihand ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û çareseriya wê jî wê bi kêrî civakê bi temamî bê.
Wallis pêşniyara ‘ekolojîkirina fikir û jiyana me’ ya Rêber Apo ji bo tevgerên antî kapîtalîst ên li cîhanê weke çavkaniyeke îlhamê pênase kir.
Peyam bi vî rengî ye:
“Ez piştgiriyê didim banga Abdullah Ocalan û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Pirsgirêka Kurd li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê astengiya herî mezin e. Ev rewş ne tenê mexdûrên yekser her wiha zerarê dide tevahiya civakê. Çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd wê bandoreke erênî li jiyana her kesên li Tirkiyeyê bike. Her wiha sosyalîzma aştiyane û demokratîk a Ocalan ku ‘ekolojîkirina’ fikir û jiyana me pêşniyar dike, ji bo tevgerên antî kapîtalîst ên li cîhanê hemûyan cihê îlhamê ye. Ez bi piştevaniyê her kesên ku ji bo aştî û civaka demokratîk têdikoşin silav dikim.”
Akademîsyen ku sala 1938’an ji dayik bû salên dûr û dirêj ji Kovara Socialism and Democracy re derhêneriya weşana giştî kir û bi pirtûka xwe ya bi navê Red-Green Revolution tê naskirin ku li ser ekososyalîzmê nivîsî ye.