المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ji Qamişloyê piştgirî dane kampanyaya hevdîtina bi Rêber Apo re

0 22

Du înîsiyatîfên girîng ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya dane kampanyaya navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re hatiye destpêkirin.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ragihandin ku ew piştgiriyên didin kampanyaya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim”.

Mihemed Emîn Niêmî daxuyaniya bi Erebî û Rovend Xelef jî ya bi Kurdî xwend. Herdu înîsyatîfan daxuyandin ku ji bo serketina kampanyayê ew ê bi rêwşenbîr, siyasetvan, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên olî û eşîran re xebatên hevbeş bimeşînin.

Înîsiyatîfan ji bo azadiya Rêber Apo yê ku wekî “Fîlozofê Serdemê” pênase kirin banga gavavêtina lezgîn li sazî û raya giştî ya navneteweyî kirin. 

Daxuyanî hevbeş wiha ye:

“Em jî bi navê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo kampanyayê radigihînin, dibêjin ku em ê bi komek bijarte ya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan, serokên eşîran û kesayetên olî yên li Sûriyeyê re, heta ku kampanya bigihîje armanca xwe xebata xwe ya bênavber bidomînin.

Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mijareke pir girîng e, ji ber ku ew di pêşvebirina jiyana hevbeş û xurtkirina nirxên aştî û demokrasiyê de li herêma me stûnek bingehîn e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ne tenê daxwazeke mirovî û exlaqî ye, di heman demê de ji bo dîtina çareseriyên radîkal a krîzên dijwar ên ku herêma me û cîhan pê re rû bi rû ne pêdiviyeke dîrokî ye.
Birêz Abdullah Ocalan, îspat kiriye ku ew xwediyê nêrîneke felsefî û mirovî ya bêhempa ye ku li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê tê avakirin. Bi ezmûn, têkoşîn û îsrara xwe, ew dikare krîzan ji mentiqê tundûtûjiyê veguherîne rêya maf, siyaseta exlaqî, danûstandinê û aştiyeke domdar a ji bo gelan.

Em daxwaza xwe ya rastîn a hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re eşkere dikin, em cardin diyar dikin ku ev hevdîtin îradeya bijarteyên Sûriyeyê ku di nav de akademîsyen, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîr û qebîleyan, kesayetên olî hene, nîşan dide.
Ev hevdîtin her wiha girîngiya herî mezin a bicîhanîna qanûna navnetewî û prensîba danûstandinê ye.  Ew jî wekî deriyekî çareserkirina pirsgirêka Kurd ku mifteyeke bingehîn ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan û xurtkirina rêya demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn e.
Li ser vê bingehê, em bang li raya giştî ya cîhanî û hemû rêxistinên navnetewî û mafên mirovan dikin ku bi awayekî lezgîn û bi baldarî bixebitin da ku azadiya fîzîkî ya fîlozofê serdemê Abdullah Ocalan, li gorî nirxên edalet, rûmeta mirovan û aştiyê, bi dest bixin.”

KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Piştî daxuyaniyê berpirsên herdu înîsiyatîfan têkildarî komkirina îmzeyan agahî dan ajansa me û diyar kirin ku komkirina îmzeyan îro hatiye destpêkirin. Îmze wê heta 30’ê Tebaxê dom bike. Lê li gorî asta tevlîbûnê dibe ku ev dem were dirêjkirin.

Îmzeyên ku dê werin komkirin, wê pêşkêşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Konseya Mafê Mirovan a NY’ê, Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê werin kirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin