المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Daxuyanî ji bo Raya Giştî ya Navnetewî

0 27

Di bin diruşmeya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de, di 5’ê pûşber 2025’an de, kampanyayek cîhanî hate destpêkirin da ku dewleta Tirk di zûtirîn dem de rê li pêşiya hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re veke.

Em jî bi navê Însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, îro di 20’ê Tebaxa 2025’an de, hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo vê kampanyayê radigihînin, dibêjin ku emê bi komek bijarte ya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan, serokên eşîran û kesayetên olî yên Sûrî re, heta ku kampanya bigihîje armanca xwe xebata xwe ya bênavber bidomînin.

Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mijareke pir girîng e, ji ber ku ew di pêşvebirina jiyana hevbeş û xurtkirina nirxên aştî û demokrasiyê de li herêma me stûnekî bingehîn e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ne tenê daxwazeke mirovî û exlaqî ye, lê di heman demê de pêdiviyeke dîrokî ye ji bo dîtina çareseriyên radîkal ji bo krîzên dijwar ên ku herêma me û cîhanê pê re rû bi rû ne, nemaze di aloziyên ku her diçin zêde dibin de ku wekî nîşanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn têne binavkirin.

Birêz Abdullah Ocalan, bi rêya sîstema xwe ya fikrî û siyasî, îspat kiriye ku ew xwediyê nêrîneke felsefî û mirovî ya bêhempa ye ku li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê tê avakirin. Bi ezmûn, têkoşîn û îsrara xwe, ew dikare krîzan ji mentiqê tundûtûjiyê veguherîne rêya maf, siyaseta exlaqî û danûstandinê, û aştiyek domdar ji bo gelan misoger bike.

Em daxwaza xwe ya rastîn a hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re tekez dikin, û em cardin tekez dikin ku ev hevdîtin îradeya elîtên Sûriyeyê nîşan dide, di nav de akademîsyen, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîr û qebîleyan, û kesayetên olî.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin