المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Rêxistinên hiqûqî ji bo “Mafê Hêviyê” serî li Konseya Ewropayê dan

0 10

Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî TLSP, ELDH, MAF-DAD û LLG di çarçoveya rêgeza 9/2 de mafê hêviyê bi bandor were bikaranîn nêrînên xwe yê hiqûqî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin. 

Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî Projeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirov ya Tirkiyeyê (TLSP), Komeleya Parêzerên Demokratên Ewropayê û Mafên Mirov yên Cîhanê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî e.V. (MAF-DAD) û Koma Hiqûqî ya Londonê (LLG), ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ji bo Koma Doza Gurban nêrîna hiqûqî pêşkêş kirin.

SERLÊDAN DI ÇARÇOVEYA RÊGEZA 9/2 DE HAT KIRIN

Rêxistinên hiqûqî diyar kirin ku wan nêrîna xwe li gorî 9/2 ya Rêgezên Çavdêriya Bicîanîna Biryarên Komîteya Wezîran û Mercên Çareseriya Dostane pêşkêş kirine. Hate gotin ku nêrîna ji hêla rêxistinên hiqûqî ve ji bo Komîteya Wezîran hatî pêşkêşkirin, bi cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Koma Gurban (Rêber Apo, Hayatî Kaytan, Cîvan Boltan û Emîn Gurban) ve girêdayî ye.

Rêxistinên hiqûqî di pêşkêşiya xwe de destnîşam kirin ku ji ber cezayê giran ê muebetê, bêyî ku derfeta berdanê yan jî lêkolînkirina ceza were kirin, madeya 3’an a Peymana Mafên Mirov a Ewropayê hatiye binpêkirin.

DIVÊ TIRKIYEYÊ LI MÎNAKÊN ERÊNÎ YÊN EWROPAYÊ BINÊRE

Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî TLSP, ELDH, MAF-DAD û LLG, di nêrîna xwe ya pêşkêşkirî de mînakên erênî yên li Ewropayê rêz kirin û diyar kirin ku divê dewleta Tirk di qanûnên xwe de guhertinan bike.

Rêxistinên hiqûqê daxuyandin ku di çarçoveya îçtîhadê DMME’yê dozên wekî Vinter û Yên Din – Brîtanya, Murray – Hollanda, Petukhov – Ukrayna (Hejmar 2), László Magyar – Macaristan û Bodein – yên Fransayê jî di nav de ne, cezayên muebetê yên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê tenê di rewşa kêmkirina kiryarî û hiqûqî de li gorî madeya 3’an bi eşkereyî hatine destnîşankirin. 

Dewleta Tirk, di Plana Çalakiyê ya ku di Hezîrana 2025’an de pêşkêşî Komîteya Wezîran kiribû, diyar kiribû ku ew ê derbarê “mafê hêviyê” de tu guhertinê neke. Li hemberî vê yekê, rêxistinên hiqûqî mînakên erênî yên welatên endamên Konseya Ewropayê rêz kirin û diyar kirin ku ji bo mafê hêviyê di qanûnên dewleta Tirk de cih bigire, “divê berdana rastîn a gengaz”, “herî dereng di nav 25 salan de were lêkolînkirin”, “misogeriya usulî” û “nirxandina rewşa objektîf” hebin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin