المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Rêber Apo: Projeya min a nîvcomayî êdî temam bûye

0 8

Rêber Apo got, karê wî yê azadiya jinê êdî temam bûye ku jê re gotibû, ‘projeya min a nîvcomayî’ û diyar kir ku ya divê bê kirin ‘pêkanîna vê yekê ye’. Rêber Apo got, “Bi qasî ku hûn pêwîstiyê pê bibînin ez ê bi we re bijîm û bi we re bim.”

Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê di 30’ê Gulanê de nameyek ji Akademiya Jineolojiyê re şand. Em nameya Rêber Apo parve dikin:

Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibin heval û hevrêyê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jin a azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî jiyam û têkoşîna azadiya jinê afirand.

MIN HER TIM XWEST BIBIM KUREKÎ HÊJAYÎ JINAN

Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû; ‘Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvco maye’. Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye.

Têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye. Ev mîrate bi dayîna hezaran şehîdan heta roja îro hat û nirxekî girîng ava kir.

Pêwîste bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew bên jiyandin. Her windahiyek wan her tim ez êşandime. Ji bo min gotin, ‘Ew kurê xwedawendê ye’. Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî) hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, ‘Rêgeza Hêviyê’ bi pêş xist. Min got, ‘Pêwîste her jinek azad bibe’. Wekî mêrekî, min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir. Min got, ‘Rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê azadiya jinê ye’.

Pîvana mêrekî ya sosyalîstbûnê jî ew e ku zanibe li gel jinê bi awayekî rast bijî. Ev rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê ye. Di tecrubeyên sosyalîst ên di tevahiya dîrokê de ev rêgez her tim kêm maye. Ji Marks heta Stalîn, ji Mao heta Lenîn, eger pêwendiya tevahiya rêberên pêşeng a bi jinan re were lêkolînkirin, wê ev heqîqet hîn baştir were fêmkirin.

NASNAMEYA JINÊ DIVÊ BI RÊBAZA WEKHEVÎBÛNÊ BÊ NIRXANDIN

Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re jî meşiya. Min xwest bi vê teorî û têgehê pirsgirêka jinê rast pênase bikim. Wekî ku Budha gotiye; ‘Heta ku tu xencera di pişta civakê de dernexînî, tu nikare qet tiştekî bike’. Belê, gelek pirsgirêkên civakê hene, lê xencera di piştê de koletiya jinê ye û heta ku tu vê xencerê dernexîne, tu nikare ti pirsgirêkan çareser bike. 

Jineolojiyê bi vê mebestê rêyek girîng derbas kiriye. Kedeke hêja hatiye dayîn. Niha pêwîste ev ked, bi pêvajoya nû re hîn zêdetir bi wate bibe. Pêwîste hebûna jinê rast were pênasekirin û nasname û hebûna jinê bi rêbaza wekhevîbûnê bê nirxandin.

JI BO JIN KARIBE BI RENGEKÎ AZAD BIJÎ, EZ DIJÎM

Sîmon dibêje; ‘Wekî jin nayê dinê, dibe jin’. Pêwîste nasnameya jinê ya ku hatiya avakirin ji hêmanên zayendîperest were paqijkirin. Divê jin ji bo vê yekê lêhûrbûnê bikin. Weke ku V. Woolf gotiye; divê odeyek aydê jinê bi xwe hebe. Pêwîste derbarê xwe bifikire û karibe xwe ava bike. Ez dizanim jinbûn çiqas zehmet e û bi vê zanebûnê viya dibêjim. Dema di bin çanda tecawîzê ya zilam de dimîne, bi awayekî azad xwe avakirin, ji bo jinê zehmet e. Lê jin vê rastiya şênber bi qasî min bi êşkişandinê, bi hêrsbûnê hîs dikin yan na, ez nizanim. Ez bi vê hêrsbûnê her roj bi awayekî fikrî xwe nû dikim, çareseriyê hildiberînim û ji bo ku jin bi awayekî azad bijî, dijîm. Wateya jiyanê li cem min bi vî rengî û rasteqîn e.

MIN HEWL DA CIVAKÊ BI JINÊ RE WEKHEV BIKIM

Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jin a Kurd dike. Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikira. Min jî ev gelekî dixwest. Mixabin li derveyî tevgera Kurd jî, bi giştî jî hîn ev pêşengtî derneketiye holê. Min her tim got, divê jin a azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin; min bîrdoziya azadiya jinê û Jineolojî bi pêş xist, min ev gihand hêza rêxistinbûnê. Min ji bo veguherandina mêr û bi rêya jinê azadkirina civakê hewl da, kar kir. Ji bo ku bibim zarokekî hêjayî xwedawendan, min ev yek kiriye. Ez bendewar im ku min bi vê rastiya min, bi awayekî rast fêm bikin.

ZANIM KU JIN WÊ PÊŞENGIYÊ JI PÊVAJOYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ RE BIKIN

Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya ‘Aştî û demokrasiyê’ bikin, ku em hewl didin bi pêş bixin. Ew xwediyên ji nîviyê zêdetirî serketinên ku heta niha hatine bidestxistin in. Bawer dikim ku wê ji niha û pê de jî pêşengiyê bikin û dibêjim ku ji niha û pê de jî, ez ê her tim bi qasî ku hûn pêdiviyê pê dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.

https://cdn.iframe.ly/1ktqwgYZ

Rêber Apo gihayek ku li hewşa girtîgehê şîn bû weke diyarî şand.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin