المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Restellînî: Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim

0 6

Endamê berê yê CPT’yê Jean-Pierre Restellinî ku berê 3 caran serdana Îmraliyê kir, anî ziman ku PKK’ê gavekî wêrek û aştiyane avêt û got: “Hêvî dikim ku dewleta Tirk jî tişta pêwîst bike. Ez dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê bikim.”

JEAN-PIERRE RESTELLINÎ

Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’emîn de biryara fesixkirina xwe û dawîkirina têkoşîna çekdarî da. Endamê berê yê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Jean-Pierre Restellinî ku berê 3 caran Rêber Apo li Îmraliyê ziyaret kir anî ziman ku Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe bi nav dike û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Jean-Pîerre Restellînî ku di binesaziya CPT’yê de zêdeyî 30 salan wekî pispor xebitiye, di heman demê de demekî Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Swîsreyê jî kir. Restellînî biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wekî vexwendina wêrek û aştiyane ku pêşkêşî dewleta Tirk hatiye kirin nirxand û anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê Rêber Apo azad bibe. Restellînî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk jî gavên şênber biavêje û wiha got: “Ez hêvî dikim ku meqamên Tirk ji bo vê rewşê gavên encamgir biavêjin.”

ABDULLAH OCALAN DIVÊ AZAD BIBE

Restellînî bilêv kir ku hemû gavên ku Rêber Apo avêtine erênî ne û got ku ew hêvî dike ku rayedarên Tirk jî ji aliyê xwe ve tişta pêwîst bikin û wiha axivî: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Di heman demê de di asta qanûnî de heta dibe ku di asta Destûra Bingehîna a Tirkiyeyê de divê hin tevdîr bên girtin. Ji ber ku gelek meseleyên ku ez li ser wan tam ne serwextim, encex bi vî rengî werin çareserkirin.”

ABDULLAH OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E

Restellînî bal kişand bi ser banga Rêber Apo ya dîrokî û ev nirxandin kir: “Abdullah Ocalan banga dîrokî kir. Ev gavên girîng di berjewendiya Tirkiyeyê de ye jî. Tişta ku hikûmeta Tirk bike, azadiya Abdullah Ocalan e. Ev rewşek pir zelal e. Abdullah Ocalan, Rêberê Gelê Kurd e. Azadiya wî wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêkê re bike. Ez rastî Kurdan hatime û ew Abdullah Ocalan weke Rêberê xwe dibinin.”

DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN

Restellînî diyar kir ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de civaka navneteweyî jî dikare rola xwe bilîze û wiha dom kir: “Pirsgirêk ew e ku rojeva cîhanê niha germ û tijî ye, dibe ku mijarên cuda hene ku ji bo wan ew pêşî tên. Fikara min jî ev e. Helbet ev jî heye; weke hûn jî dizanin, PKK wekî rêxistina ‘terorê’ hatibû îlankirin ku ew ji min re pir dûrî aqil hatibû. PKK bi eşkere dev ji têkoşîna çekdarî berda, divê tavile ev wesf were rakirin.”

EZ DIXWAZIM ABDULLAH OCALAN BIBÎNIM

Jean-Pierre Restellinî ê weke şandeya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku berê 3 caran Rêber Apo li Îmraliyê ziyaret kir, anî ziman ku ew diwaze di şert û mercên azad de Rêber Apo bibîne û got: “Ez dixwazim hestên xwe bi Abdullah Ocalan re parve bikim. Her çara ku min bi wî re hevdîtin kir min ew weke mirovekî bêyî hempa dît.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin